30 Kasım 2021 Salı

mala şeytano

Bi nasnavê mala şeytano malek heye. Biçûk mezin îmana malîyan di hûr û rêvîyan de ye.
Bi xwarina hûr û rêvîyan li gund deng dane. Hefteyê rojekê ilhez hûr û rêvî li ser tifika wan dikele.
Bi navê Sîno kurtêlxwirek jî heye; ew jî mîna malîyên mala şeytano tu wî di nav hûr û rêvîyan de bikelînî, jê têr nabe; lê mixabin kes tune ye li malê jê re çêke.
Wî jî ji xwe re kirîye adet, çi êvara şîva mala şeytano hûr û rêvî be, mîna kûçikê bêhnê berî sifre bê raxistin bi pênc deqeyan dikeve derî û dibêje, "Êvara we bi xêr!"
Her hefte êvara ku şîv hûr û rêvî be, karê mala şeytano û Sînoyê kurtêlxwir ev e.
Malî êdî ji ber wî acizîyan dikin.
Carekê ji caran dîsa ji bajêr hûr û rêvîyan dikirin, tînin malê, jinên malê dişon, vedişon û didin ser agirê tifikê.
Berî hûr û rêvîyên xwe ji ser tifikê deynin, bêhna hûr û rêvîyan li nav gund belav dibe û wek her car dîsa Sînoyê me yê kurtêlxwir radibe ser xwe, sola xwe dixe pê û ber bi mala şeytano ve xwe diavêje ser teqleyan...
Malî li dora sifreyê rûdinin, hîn dest bi xwarinê nekirine, Sîno beyî ku li derî bixe, derî vedike û dibêje, "Selamuneleykum!"
Malî li hev dinerin, çav didin hev û dest bi nîqaşê dikin.
-Osman, ma min negot berê pezên xwe êm bike, dû re were nanê xwe bixwe!
-Na lo! Ez êm bidim pez û hûn jî bixirpişin ser hûr û rêvîyan! Lawê yadê!
-Hey min tu bi qurbana pez kiro! Pez li wir birçî û li vir tu li kêfa terikê xwe binerî!
-Ma bi serê min ketîyî! Ma ez tenê heme!
-Biçûkê bira kûçikê bira ye!
-Kûçik tu yî!
-Kûçik tu yî!
Yek ji Osmên, yek ji Evdo û li ser sifreyê xwe li hevdu radikişînin. 
Meheme birayê navîn e. Hewl dide wan aş bike lê li Meheme guhdarî nakin. Bi şîlmak û kulmikan li hev dixin. Meheme hewl dide wan ji hev bike, lê ji heq nayê; Sîno jî dihere alîkarîya Meheme û dibe daweta dînan. Her sê bira Sîno dixin nava xwe û bi şîlmaq û kulmik û pihênan dixirpişin ser wî, wî nerm dikin; taqet tê de namîne li ser nigên xwe biedile. 
Xwe ji nav lepên wan xelas dike nake, bêyî ku şekala xwe têxe pê, ber bi derî ve dilezîne û derdikeve derve. 
Di ber xwe de dibe vinevina wî, dibêje, "Ez ne bênamûs lawê bênamûsan bûma ez nediketim navbera we û min hûn ji hev nedikirin!" û bi zikê birçî dikeve kezeba rê, berê xwe dide malê...
Ew roj ev roj e nigê Sîno ji wir qut dibe; hew dihere wir.
Malî dibêjin, "Wey gidî! Xwezî ji zû de me ev tişt kiribûya!"

Gotina Dawî
Heger tirkan bêvila xwe xist nav karê we, hûn jî mîna mala şeytano li wan bikin; lewra tirk kurtêlxwir in û tenê li ser pişta kurdan di nava konforê de dijîn!