Heger Tirkîye vê carê jî ji vê krîzê xelas bibe, Xweda û Şeytan bibin destbirak jî êdî hew tiştek bi Tirkîyeyê tê!!!
Û bila kurd jî li mala xwe rûnin û ji xwe re bi tirkî bifîkînin.
Dolar û Euro bi Hisên (Usain) Bolt re ketine qayîşê û bi çargavî dibezin!..
Li ber beza Dolar û Euro çîpên Hisên Bolt diricifin û li hev digerin.
Milet dev ji gûyê xwe berdaye, ketîye pey gûyê Bojî.
Hey xwelîserino!
Belkî haya we ji we tune ye, lê hûn bi xwe bûne gûyê Bojî, di çavê Reîs de!..
Ha! Berî ji bîr bikim, wek her car dîsa Selo Başqan jî ji vî gûyî anku ji meseleya Bojî nemaye.
"Kî xal e tu heval î!"
Wer xuya ye piştî demeke din Selo Başqan ê bi kitêbeke mîzahî jî ji xwendevanên tirk re bibêje, "Roj baş!"
Li ser twitterê digerim, ji ber rewşa dewlet tê de ye, kurdkokenlî ji tirkan bêtir li ber dewletê dikevin.
Ê jixwe li ser vê axê, di bin sîya vê alaya bi xwînê sor bûye de netewperwerî zirderewek e; her kes li pey berjewendîyên xwe ye, çi tirk çi kurd.
Rast derew, li ser bextê çapemenîya tirkan be, dibêjin Barcelona li pey Mesût Ozîl e û dixwaze Mesût transfer bike.
Heger rast be ev nûçe, ez ê dev ji Barcelonayê berdim, bibim alîgirekî Real Madrîdê; û jixwe Madrîd jî bi guhê meriv wek Mardîn tê; Real Mardîn!
Tanjû Çolakê futbolîst di bernameyekê de li ser pirsa pêşkêşvanê bernameyê, dibêje, "Ez ji ber pirbûna bîyanîyan aciz im. Ez hez nakim li vir bîyanî pir bibin. Em xwe bi xwe besî xwe ne. Hewce ye em xwe him bikin xwemalî, him jî netewî!"
Piştî van gotinên wî yên netewperwerî jê difûre, pêşkêşvan dibêje, "Çavê te ronî be, wa ye tu dikî bibî kalik!"
Li ser vê pîrozbayîyê Tanjûyê netewperwer di bin simbêlan de dikene û dibêje, "Erê weleh, sibê em ê herin Amerîkayê, bi îzn û destûra Xwedê sibê ez ê bibim kalik!"
De îja kes ji van netewfiroşên tucar re nabêje, "Tir li ku das li ku!"
Kewaşe ji qewmê kewaşeyan ji hêlekê ve bi quretî û megalomanîyê pesnê netew û netewperîyê dide û qala xwemalîbûn û milîbûnê dike, ji hêlekê ve jî qîza xwe-bûka xwe ji bo zarok û nevîyên wan bi haweyekî xwemalî di nav xwelîyê de newelidin, wan dişînin nav bîyanîyan.