13 Kasım 2021 Cumartesi

ezmûn

Îroj ezmûna min hebû.
Wek hûn dizanin, hîn jî ez xwendekar im.
Pola çaran dixwînim, lê ez ê çend salekê taloq bikim; acela min tune ye.
Li bajarekî wek Stenbolê, avantajên wê pir in:
Akbîla min a xwendekaran e. (Bi pêncî û heft wereqan, mehekê ez Stenboêl serobinî hev dikim; heger na, meriv di ber heqê rê re nagihêje)
Bi erzanî diherim sînemayê.
Êê xwe xort jî hîs dikim. (Jixwe avantaja herî mezin ev e😉)
Ya din jî, beşa ez dixwînim ne xerab e. 
Berê, dema dibû qala erdnîgarîyê, tenê dîmenên çîya û gelî û zinar û gol molan li ber çavê min diçûn û dihatin...
Na heyran!
Dîrok, arkeolojî, civak, civaknasî, huner, estetîzm, felsefe, zanist, hema tu bibêjî çi, di vê beşê de heye.
Û bi şeref ev beş, têra xwe entelektuelîyê li entelektuelîya meriv zêde dike.
Pêşnîyar dikim, lê ji bo kesên mîna min fîk û difîkînin!..🤪
Belkî jî bi tesîra bêdewletîyê hezkirina me ya vê beşê gurtir dibe; te dît em tim û daîm şerpeze ne li ser rêyan, bi vir de û wê de, dipengizin, zîz dibin; 
û jixwe di nava xirecira vê feleka bêîman de em her yek bûye nîv seyahek.
Axir, derdê min ne ew e ez erdnîgarîyê li ber dilê we şêrîn bikim; 
ya baş ew e, ez vegerim ser serpêhatîya xwe ya îroj.
Îroj, du ezmûnên min sibehê hebûn, piştî nîvro jî du ezmûnên min.
Ezmûnê di neh û nîvan de dest pê kir; di nîvseetekê de min qedand û ez rabûm, derketim.
Ne ku ez zêde jêhatî me min weha zû qedand haa!
Hew ji qûna min hat û ez jî, piştî çend pirsên zelal min stratejîya "etehyatoçawalêhato" bi kar anî.
Kitêb mitêb jî bi min re tune bûn, ez herim pişta xwe bidim dîwarekî, enîya xwe jî bidim tavê û bixwînim.
Jixwe akbîla min di bêrîka min de bû. Ez rabûm, min xwe bera ser rê da; li otobozekê siwar hatim û min berê xwe da Kadikoyê.
Li Kadikoyê peya bûm, ez çûm min ji xwe re poxaça kirîn û ber bi vapûrê ve meşîyam.
Ku vapûr bi rê ket, çaya min jî hat; hewa jî têra xwe xweş bû.
Hêdî hêdî bi haweyekî romantîk min kêfa vê sibehê derxist.
Çendî tenêtî romantîzmê nîvco bihêle jî, mêrikê jêhatî bi xeyal û fantezîyan dikare wê valayîyê jî dagire.
Êê! Ez jî têra xwe jêhatî me di vî warî de jixwe!..
Li Karakoyê ji vapûrê daketim, ber bi pira Galatayê ve çûm û hêdî hêdî di ber wan masîgiran re ji xwe re meşîyam.
Hin ji wan ji şiveqa sibehê de li wir bûn, hin ji wan nuh hatibûn, hêdî hêdî hazirîya xwe dikirin; jixwe ji girtina masîyên di satilkên wan de dîyar dibû bê kengî hatîye.
Erêê...
Çi cara ez di ser wê pira xopan re dimeşim, Mîrê Zimên Celadet Elî Bedirxan diniqute dilê min û ez xwe di nav wan kêlîyên evînî de hîs dikim.
Ax ax, zemano!
Lê careke din ez têgihaştim meşa li ser wê pirê, bi cot xweş e; 
ku meriv di nav kefa destê yarê de wê germayîya erojen a arezûyê li bedena meriv bar dike, hîs neke, tahma wê pirê tune ye.
Pira Galatayê...
Masîfiroşên xewlêherimî...
Senfonîya qaqlîbazên çilek...
Li ser pişta bahra zikqedîfe nalenala vapûran...
Û kulmek însan; 
kulmek însanên ku wê seetê derketine nêçîra xizanî, feqîrî, belengazîyê!..
...
Dû re ez hatim ketim ezmûnên xwe yên din.
Çendî ezmûnên min bêyî dilê min derbas bûn jî, roj bi dilê min qedîya.
Sibê jî ezmûn hene...
Her kî bixwaze bi min re di vapûrê de taştêyeke nîvromantîk bixwe, bila seet di yazdehan de li ber îskeleya Kadikoyê li benda min be; 
tew heger jin be, ew nîvromantîzm ê bi xweber veguhere romantîzmê.
Min bê xwe nehêlin!..