1 Aralık 2021 Çarşamba

şeraba serxwebûnê

Barbadosên paşverû jî serxwebûna xwe îlan kir û bi navê Barbados dewleteke din a serbixwe li dewletên serbixwe zêde bû.
Qey hayê van ehmeqan ji felsefeya serokê sererd û binerd tune ye!
Hey serkundirên mejîsist!
Ma meriv ji bin desthilatîya dewleteke wek dewleta Brîtanyayê derdikeve?
Serokê sererd û binerd di navbera çar dîwarên ji duwazdeh metrekareyan pêk tê, hewl dide netewperestîyê têk bibe û li ser bingeha ehmeqîzmê sîstemeke postmodern ava bike, lê ev netewperestên paşverû hîn jî radibin enerjîya xwe bi tiştik miştikên demode xerc dikin.
Ka aqil!

Zulfu Lîvanelîyê kemalîst gotîye, "Ji rastgiran hunermend dernakeve; huner karê çepgiran e."
Weleh Zulfu axa, huner huner e û karê hunermendan e, lê...
Erê, lê li Tirkîyeyê,
çi hunermendên çepgir, çi hunermendên rastgir hemû doxa kêrekê, gûyê ser bêrekê ne!

Îroj xwe bi xwe ez fikirîm, di dilê xwe de min got, "Gelo ez merivekî çawa me?"
Dû re jinên ketine jîyana min, yek bi yek min ew anîn ber çavê xwe. 
Ez bişirîm; 
yek dudu ne tê de, ew jî ji bo dilê wan nekeve min û bi min ve neyên girêdan, belkî min ew êşandibin, 
lê wekî din ez dibêjim qey hemû bi qasî min ew jî bextewar hatin û bextewar çûn!..
Heger te jin bextewar kir, tu qenc î!
Lewra,
jin Xweda ye!

Gotina Dawî
Bi hêvîya ew ehmeqîya barbadosîyan mîna vîrusa coronayê di me de jî bigere û em terka felsefe û îdeolojîyên beradayî bikin û bi şeraba serxwebûnê serxweş û azad bibin!
Bijî paşverûtî!