14 Kasım 2021 Pazar

rebîa û dêya belengaz

Seet bi ser nîvê şevê ketibû.
Dê û bav û xwişk û birayên Rebîayê raketibûn; Rebîa bi tena serê xwe mabû.
Sîxikê wê di destê wê de, ji hêlekê ve morîkên dora leçeka xwe çêdikirin, ji hêlekê ve jî çav li televîzyonê, li televîzyonê dinerî.
Ji nişka ve dest lê sist dibin û sar dimîne, çav li ser ekranê asê dibin.
Jin û mêrek, şilfîtazî li ser nivînan hevdu bi vir de û wê de digevizînin.
Nefes li Rebîayê diçike, ji kûrayîya kezebê keserekê dikişîne.
Heta fîlm bi dawî dibe, ji cîyê xwe naleqe...
...
Serê sibehê li ser sifreyê rûdinin, bi malbatî taştê dixwin.
Bav radibe, ber bi sûkê ve dihere; xwişk û bira radibin hazirîya xwe dikin, diherin dibistanê; tenê ew û dêya xwe Xensa dimînin.
Difitile ser dêya xwe, bê eyb û bê fedî dibêje, "Ha yadê!"
Xensa, serê wê di ber wê de, nên dixwe. Bi dengê Rebîayê re serê xwe ji ber xwe bilind dike, li Rebîayê dinere, dibêje, "Haa!"
Rebîa dibêje, "Bavê min xweş dine te? Yanî ji sinhetê xwe re jêhatî ye, yadê?"
Nan di ber Xensayê de dimîne, dibe urteurta wê, dikuxe.
Ji ser sifreyê radihêje qedeha çayê û vedixwe. Piştî bêhna wê tê ber wê, bi haweyekî hêrsbûyî awiran di Rebîayê de difirîne.
Dibêje, "Hey keran di te nîyhê! Ma tu meymûn î! Ev çi gotin in, hi ii!"
Dibe tiqetiq û hakehaka Rebîayê, dikene. 
Xensa çavê xwe li dora xwe li şimikekê tiştekî digerîne ji bo biavêjê. 
Rebîa fêhm dike, ji cîyê xwe çeng dibe ser xwe, radibe ber bi derî ve direve.
Piştî Rebîa ji wê dûr dikeve, piçekî di ber xwe de dike niçeniç, dû re xwe bi xwe dibêje, "Erê çawa! Hema îşê nîyhandinê dike, ew xwelîserê bavê te! Ha mêşê nîyhaye mêşê, ha bavê te nîyhaye min, eynî quzilqurt e! Ji kerba wî, berî wextê xwe ez ketim menopozê û min tahmek ji vê heyatê nestend! Weyla bi qurbana mêrê alemê bûyo!.."
Rebîa dîsa ber bi wê ve tê, dibêje, "Te got çi? Dengê te nehat min, Xensa!"
Xensa dibêje, "Min got, pişta bavê te mîna pişta kerekî nesinetkirî ye!"
Awireke din tê de difirîne û berdewam dike, "Hêvîya min ji Xwedê ew e yekî wek bavê te yê di te de derkeve û tu yê jî wek min nestirî, rebbbîî!"