17 Kasım 2021 Çarşamba

tirs merga rovî ye

Wezîrê Parastinê yê Tirkîyeyê Hulûsî Akar di civîna xwe ya meclîsê de gotîye,”Ne li Tirkîyeyê, ne jî li derveyî Tirkîyeyê bi navê Kurdistanê derek tune ye.”

Ê weleh Hulûsî beg, heger tu berê xwe didî me û ji me bakurîyên belengaz re dibêjî, erê weleh xebera te ye. Hal hazir li bakurê welêt, dev ji Kurdistanê berde, hindik maye kurd û kurdî nemînin, lê em bakurîyên belengaz nikarin li ser navê başûrê welêt ku îroj nîvdewletek e bipeyivin an jî tiştekî bibêjin.

Wa ye dengê te dihere serek û sekreter û rêberên Kurdistanê. Bi navê Kurdistanê derek an deverek heye tune ye, hewce ye ew bersiva te bidin; lê lo lawo heger wan jî mîna me bakurîyên reben û belengaz xwe li rebenî û belengazîyê danîn û du gotin ji te re nekirin, wê çaxê heqê me li te tune ye û ji vir heta esmanê heftan tu heq û mafdar î.

Ez pir meraq dikim!

Li ser meseleyê,

anuha piştî vê gotina Hulûsî Akar, ji malbata barzanîyan an jî ji malbata talabanîyan ciwamêrek an jî ciwanikek rabe destê xwe li sînga xwe bixe û ji Hulûsî re bibêje, "Hoo Hulûsî Akarê cewregurê Asenayê, ez kurd im, zimanê min kurdî ye û navê welatê min jî Kurdistan e. Û nigê te digihêje ku, here deyne wir..." 

Pirs:

1- Hulûs ê çi bike?

2- Dewleta Hulûs ê çi bike?

3- Tirsa we ji çi ye?

4- Heta kengî hûn ê ji van heqaretên rêveberên dewleta Tirkîyeyê re guhên xwe bigirin?

5- Hûn ê kengî bibin kurd?


Gotina Dawî

Tirs merga rovî ye!




.