3 Kasım 2021 Çarşamba

xwelîya xelkê

Spas ji Xwedê re, ji bo vê roja xweş.
Li ser wan gomeyên perava Modayê û di bin tîna wê tava pêjinxweş de, bi du bira re û bi vexwarina bîrayê re sohbeteke cirxweş.
Xuya ye mêzîna kişwerê bermeqlûb bûye; demsal li bin guhê hev ketine; ne zivistan zivistan e, ne havîn havîn e, ne jî bihar û payîz mîna berê di navbera germî û sermê de qasidîyê dikin.
Ê heyran, nayê bîra min ez çêbûme, de îja Xwedê sed emrê min kiriye.
Kifş e ew jî êdî ne yê berê ye û hişê wî dihere û tê...

Tav dide qûnê...
Bi cîguhertina demsalan re, germî jî ji berê germtir, ji berê tûjtir bûye.
Û mejîyê bakurîyan bi tesîra vê germîyê roj bi roj dihele, dimehe, difûre...
Kes hew "Das Kapîtal"a Karl Marx dixwîne, bakurî radibin, rûdinin, ji çend salan carekê li "Kapitalîst Modernîte"ya Şêxê Îmralîyê vedigerin û mîna hecîyên diherin li hecê bi ava zemzemê destmêj digirin û tobe dikin, ev pepûkên reben jî bi xwendina van kitêban mahra xwe bi mirîdîtîyê re nuh dikin.
Bi kin û kurmancî,
heger di nava van pênc-dehsalan de ji kurdî re Kurdistanek ava nebe, bakurê me yê bibe rojhilat û başûrê rojhilatê xelkê.
Xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!

Min got xwelî, lê xwelî nabe qismetê her kesî!
Kesên hayê wan ji xwelîya welatê wan tune ye, diherin xwelîya xwelîserên xelkê li serê xwe dikin.
Heger poz bişewitîya û biçûna xwelîya welatê xwe li serê xwe bikirana, jixwe ew ê di nav wê xwelîyê de li nirxên wê axê bihilkumîyana.
Îja,
dengê defê ji dûr (ne)xweş e!

Gotina Dawî
Heger rojekê qantir za, bi xêra gora mirîyên xwe bila hinek werin ji bakurîyan re bibêjin.
Belkî piştî zayîna qantirê, bakur jî gon bixwe!..