1 Kasım 2021 Pazartesi

gur ji qulê derket

Ma min got merheba ji we re!
Ev zêdeyî mehekê ye min ji xwe (we) re nenivîsandibû...
Mixabin, carinan meriv ji taqet dikeve û bi xwe re nabîne xwe tev bide; mîna tiralê bin dara xurmeyê li meriv tê.
Axir...
Gur ji qulê derket!
Ka dîsa ez ji xwe û we re bikim adet û her roj ji vê bloga xwe ya bi qasî zimanê min belengaz re binivîsînim.
Ez ji ku û çawa dest pê bikim?
De ez ê jî xwe lê biqewimînim; qey ew Xwedayê ku Mele Birhan îmana xwe pê anîye ew ê li ber min bike ronî û bihêle ez di wê rêyê de bi çavgirtîngê bimeşim.

Ahmet Guneştekîn!
Şagirtê Yaşar Kemal; 
Yaşar Kemalê bi sekn û helwesta xwe bi haweyekî bêhişî kurd di nav pirika tirkî de gevizandin û hişt ku zimanê tirkî li ser serê kurdên ji mecbûrî di bin desthilatîya tirkan de dijîn, bike maqûl û efendî;
erê, bi saya Yaşarê nuha najî gelek çîrok, çîrçîrok, çîvanok, serpêhatî û destan bûn malê tirkî û kurdî jî li ber dîwaran ma sêwî û belengaz. 
Ahmet Guneştekîn jî di rêya mamosteyê xwe de bi çargavî dibeze.
Li ser êş û birînên kurdan bi haweyekî postmodern hunera tirkîtîyê berztir, xurttir dike.
Ji bo Ahmet Guneştekîn û yên mîna wî berjewendîyên şexsî berî her tiştî tên û ji bo konfora xwe çi hewce be, wê dikin.
Sînorên welatê wan ji pereyan dest pê dike, li pereyan diqede.
Dîn, îman, netew, ala, dewlet ne girîng in ji bo wan; konfora wan ji ku bê, li wir in.
Û heta mecbûr nemînin jî hêla xwe ya kurd-kurdî dernaxin pêş; wextê derdixin jî, ilhez berjewendîyeke wan tê de heye, loma derdixin pêş...
Kurdkokenlîbûn besî wan e û ji serê wan zêde ye.
Kurdkokenlîbûn mîna kirasekî transparan e; him li ser wan xuya ye, him ne xuya ye.
Sîstema dagirker, bi saya van belengazan kurdan di nav tirkî de dimehîne, anku entegre dike û hêdî hêdî wan ber bi kurdkokenlîbûnê ve dahf dide.
Û jixwe heta hemû kurd nebin "kurd kokenlî" ev proje yê her berdewam be.
Û piştî em hemû bûn "kurd kokenlî" jixwe ev mesele jî bi xweber çareser dibe.
Ma we bihîstîye kurd kokenlîyekî doza kurdî û kurdîtîyê kiriye?
Na; 
na ji ber ku yên dibin "kokenlî" çi kurd, çi ereb, çi ermen, çi rûm, çi laz, çi çerkez ji tirkên tirk bêtir dibin tirkperest û xwelîya kokên xwe li serê xwe dikin.
Bijî xwebûn!
Heger ew jî mabe...

Li Tirkîyeyê sîyaset bûye "Kêkirkê!"
Desthilat û muxalefet ketine qirika hev, yek diz e, yek dixwaze bidize...
Û sîyaseta kurdan jî di navbera dizan de dibize!
Ez bibêjim Xwedê çêke, lê Xwedayê reben jî ketîye heyra xwe û xwebûnê; êdî ew bi xwe jî bi şik û guman li xwe dinere!

Du cureyên mirîdan hene;
Yek jê ji ehmeqî û nezanîya xwe mirîd e, yek jê jî bi konetî û pûştîya xwe...
Yên ehmeq û nezan jixwe nizanin mesele çi ye, ker in û cehê wan li ber in; dinya ji ku tê, dihere ku, ne li ser bala wan e.
Yên kone û pûşt jî, hayê wan ji ser erdê jî, ji bin erdê jî heye; erê bi sloganan pesnê serok merokan didin, lê heger hewce bike, bi hêsanî dikarin wan serok merokan bi telîsek ka bifiroşin; 
ew tenê li pey hestî û kurtêlan in; kî hestî û kurtêlan bide wan, ji wan re dibin mirîd û xulam.
Û mixabin, hemû xerabî jî ji van kone û pûştan çêdibe!

Bila îşev weha be, heta sibê Xwedê biçûk, em mezin in!..