6 Kasım 2021 Cumartesi

kurdistan

Birazîyê Şêxê Îmralîyê, yek ji parlamenterên TBMMyê rêzdar Omer Ocalan gilî û gazin li birayên xwe yên tirk kirine û gotîye:
Pirs 1:
"Kurd çi dixwazin?"
Pirs 2:
"Em çi dixwazin?"
Ciwamêr belkî jî nexwestibe weha bibêje, lê carinan binhişîya meriv bi xweber vedirişe û ya dilê meriv derdixe, anku meriv lê diçerixîne.
Lê xweş çerixîye haa!
Îja, 
Kurd çi dixwazin?
Em çi dixwazin?
Law Emero, bi telaq tu heyat î, heyat!
(Şaş fêhm neke, ji ber ku wek kurdekî û bi kurdî ez bi te re dipeyivim, di şûna Omer de, ez Emer bi kar tînim. Ha heger tu yê dilê xwe bigirî jî, ez dikarim bi zimanê xwe re bixeyidim û bibêjim Omer)
Tiştê ku Xweda nayne bîra meriv, Şeytan bi şeytanî bi meriv dide kirin...
Bijî Şeytan!
Bimire Xweda!
(Ku ez herim welêt, ji bo van kufrîyên xwe ez ê herim li ber destê Mele Birhan tobe bikim. Xwedê Teela Mele Birhan ji ser serê vê civakê kêm neke)
Emero!
Heyrana çavê te, qurbana serê te!
Ka îja du deqeyan li vî birayê xwe yê him paşdemayî, him hov û him jî netewperest guhdarî bike, lê berî wê, wê qerewata stuyê xwe sist bike û here derpîyekî sentatîk li xwe bike, da ku tu bikaribî bi rehetî bi haweyê çarmêlkî rûnî.
Ji qewla rehmetîyê apê min Mehemê Hecî Hisênê Îsayê Hesê Îsa,
Birê bavê min!
Berî salên heyştêyî apê te rêxistinek ava kir û li ser esasê azadî û serxwebûna Kurdistanê manîfestoya wê nivîsand.
Nizanim ka temenê te çi ye!
Belkî neyê bîra te, lê heger tu ji mezinên xwe bipirsî, ew ê ji te re bibêjin.
Belê, apê te piştî ew rêxistin li ser esasê azadî û serxwebûna Kurdistanê ava kir, keç û lawên kurdan ref bi ref xwe lê girtin, mîna dawetekê bi dil û can...
Kurdistan bûk e û kurd berbû ne!
Ez ê ji te re çîroka ku bi hezaran kes dizane ji nû ve ta bi derzîyê ve nekim, lê bi kin û kurmancî ez ê ji te birayê xwe yê ne ji DÊya xwe re bibêjim:
Sal bi sal sînorên daxwazan teng bûn.
Serxwebûn... Serxwebû... Serxweb... Serxwe... Serxw... Serx... Ser...
Û ser jî çû!
Dû re,
Federalîzm...
Konfederalîzm...
Xweserî...
Komara Demokratîk...
Û nizanim çi û nizanim çi û nizanim çi!
Û îro ro jî qonaxa em hatine lê asê bûne, di nav sînorên Mîsak-i Millîyê de doza biratîya gelan e.
Heyf!
Xwezî biratîya wan jî bira bûya!..
Bi dehhezaran keçên gulîsor û lawên mîna egîd û fêrizan di ber biratîya gelan de li ser axa xwe bûn kulmek ax!
Û ji dê û bavan re jî ji kûrayîya kezebê tenê ma "AX"ek!
Ax! Ax!
Îja ne eyb û ne fedî wa ye hîn jî tu dipirsî û dibêjî, 
"Kurd çi dixwazin? Em çi dixwazin?"
Weleh birako, piştî ew qas êş û jan û mirin, kurd tenê tiştekî dixwazin; ew jî Kurdistan e, çendî ev nav bi we xerîb be jî, 
lê hûn çi dixwazin?
Nizanim.

Gotina Dawî
Dijminê bavan nabe dostê lawan!