"Osmano lo Osmano!
Osmano lo Osmano!"
De îja bila Keremo here li hemû kafeyên Şirînevlerê rûne û helbesta "Osman" bixwîne.
Lê piştî vê çûyîna kambax a bê xatir, bila carê çend çipik hêsir jî bi xwe re bigerîne...
"Osmannnn!"
Ez ê bibêjim rehma Xwedê lê be, lê di saxîya xwe de bi sî û starê rehmê neketîye, loma jî ji wî re rehm mehm ne hewce ye.
Tew ez ê qala dojeh û bihuştê nekim;
lewra di saxîya xwe de bihuşt li gelek keç û lawan kir dojeh, Osmên!..
Lê ya bi min ecêb tê, di kuştina gelek keç û lawên kurd de tilîya wî bi xwe jî hebû; yek ji kujer û qesasên wan keç û lawên kurd ew bi xwe bû, lê tew wek tiştek nekiribe, wek ne ew be, ez bim ew kujer û qesas, kesî hesab mesab jê nepirsî.
Îja heyran, ji qewla Hisênkê Omerî;
"Normalll eee!"
Lewra!..
Ne Xwedê xwedîtî li kurdan kiriye, ne jî serek û rêberên wan dikin!
Heyf!
Piştî li ser desthilatîyê wî û hevrêyên xwe li hev nekir, ji rêxistina xwe veqetîya, çû xwe avêt bextê Barzanîyan û heta talîya emrê xwe mîna qehremanekî netewî li wir jîya.
Tew carinan qerewat li dora stuyê xwe digerand û li ser ekranan dibû mêvanê bernameyan.
Û ew keç û law ji kîsê dêya xwe çûn, mixabin!
Jixwe bav li ber golikan bûn...
Lê Covîdê (Dangeha Bilind a Xwedayî) ji Mr. Osmên re got, "Stop Mr. Osmên!"
Û Rêzdar Ruhstîn anku bi navê xwe yê fermî Rêzdar Ezraîl li ser daxwaza Covîdê dosyaya Mr. Osmên a xêr û gunehan xist bin çengê xwe û bi peraşûtê xwe bera ser axa Başûr da.
Wextê nigên wî bi axê bûn, pê re pê re wecyê wî ne xweş bû û xwe ne baş hîs kir.
Xwe bi xwe got, "Ya Rebî, qey te rehm li vê axê nekiriye? Êş û jan û belengazî ji vê axê difûre!"
Çendî destê Mr. Osmên ji vê dinyaya gewrik nedibû jî, Rêzdar Ruhstîn bêyî ku dosyayê veke û xêr û gunehên wî jê re bixwîne, dosya li nav çavê wî xist û ew li pişta xwe kir, bi xwe re bir hêla din...
Ka îja li hêla din çi heye, em nizanin; heger hêla din hebe, haa!
Tune be, jixwe ne problem e, lê heger hebe, hîn nuh Mr. Osmên ê pê bigire!
De îja Osmên û siûda xwe!..
Dibêjin piştî mirina Mr. Osmên (Xêr û guneh di stuyê Salihê me yê çapemenîst de be) Hakan Fîdan kiriye alarm û bi ekîbeke nepen birayê mezin Sayin Evdila ji Îmralîyê derxistiye, ew biriye li cîyekî ku ew bi xwe jî nizane bi cî kiriye ku Rêzdar Ezraîl nekeve pey şopa wî.
Heta ku hemû kurdên Bakur nebin "kurdkokenlî" ne Ruhstîn, bavê Ruhstîn jî ji jor dakeve, ew ê nehêlin Sayin Evdila bi nav lepên Ruhstîn keve.
Gotina Dawî
Heger Kurdistan ava bû, hewce ye em wê roja ku vîrusa Covîdê li ser rûyê erdê belav bû, wek rojeke netewî îlan bikin û her sal wê rojê em wek cejn bi bîr bînin.