9 Kasım 2021 Salı

civata ji xweber

Piştî bi salan li Taksîmê, li kuçeya Mîsê me.
Carlsberg bîra û satilkek garis...
Ji mêj de ye min bêhna vê otantîzma Mîsê ji bîr kiribû.
Li benda du ciwamêran im; ji Dîyarbekira xopan Doktor Eser û ji Îzmîra malmîrat Bavê Sîmko (Kekê Xelîl) hatine.
Heta ew tên ez ê di bin vê atmosfera ku bêhna xortanîya min jê difûre, xwe bi xwe vexwim.
Berêvarî jî bîra xweş e ha;
jixwe bîra, hewce ye zikê meriv ne tam têr be, ne jî tam birçî be...
Ez jî ne têr im, lê ne birçî me jî; berî nuha bi du-sê seetan min li kibabekê xist, lê divê meriv bextê xwe neavêje û ûjdanê xwe xera neke, kibab jî kibab bû ha.
Xwedîyê xwaringehê entabî bû.
Heta kibab ji me re anî, bi pesindayîna xwe em têr kirin jixwe.
Weleh piştî wê xweşkirinê min hêvîya xwe ji kibabên wî birîbû, lê teorî û pratîk anku gotin û emel wek hev derketin.

Û yek bi yek hatin...

Navê Lîstikê:
Kurdên Belawela
Mijar:
Trajedî û Sendroma Bêdewletîyê
Sahne-Cî-Mekan:
Beyoglû/Taksîm/Kuçeya Mîsê
Lîstikvan:
Devliken Kelogirî (Yanî ez)
Hewce nake ez xwe bi we bidim naskirin, jixwe ez nîvpopulerek im😉
Doktor Eser
Bi eslê xwe ji Dêrika Mêrdînê ye, lê mîna min ew jî belawela ye; li Dîyarbekira xopan dijî, li Sitewrê dixebite, lê li ku û çawa û bi çi diçêre, nizanim.
Di karê xwe de pispor e û medyaya sosyal jî baş bi kar tîne. (Carinan jê dihesidim, lê baş e ku em ne li bajarekî ne û herweha pisporîya me ne yek e)
Bavê Sîmko (Kekê Xelîl)
Kurdekî kurd e; him merd e, him jî ciwamêr û comerd e. Ji destê xwe re jî, ji bêrîka xwe re jî temam e. Û têra xwe jî karîzmatîk e. Hewce ye kurdên mîna Bavê Sîmko hîç ji nav me kêm nebin.
Azad Sagniç 
Lawê Feqî Huseyn Sagniç e û berî bibe xort ketîye nav têkoşîna kurdîtîyê. Xortanîya wî bi sirgûnîyê û di hefsan de derbas bûye. Nuha bi qelema xwe têkoşîna xwe berdewam dike, lê qelema wî bi tirkî qala êş û jan û trajedîya me kurdan dike. Çendî ez wî rexne bikim jî, bi rexneyên min hîç aciz nabe.
Erdal (Îro min ew bi saya Doktor nas kir)
Serhişk, hov û nijadperestekî kurd e; ne netewperest, haa! Ew bi xwe ji xwe re dibêje nasyonalîst im û faşîst im. Bi eslê xwe ji Sitewrê ye û ew serhişkîya çîyayîyan bi wî re jî heye çendî li Kadikoya Stenbolê çêbûbe jî. Di nav tirkan de li esaleta genên xwe hilkumîye, loma jî, bi çavekî biçûk li tirkan dinere. Ez bi xwe jî wek wî me. 
Û hewce ye her kurd bi haweyekî qure xwe di ser tirkan re bibîne.
Herweha endezyarê deng e û di karê xwe de pispor e. 
Mûrad (Îro min ew jî bi saya Doktor nas kir)
Bi eslê xwe lîceyî ye, lê em sê seetan rûniştin, Şeytên tû wecyê wî nekir û negot ha ji we re du cixare. Û ciwamêr guhdarekî baş bû; dikirî, nedifirot.
Gonul Dabakoglû
Bûka farqînîyan e, lê ez ne şaş bim bi eslê xwe kurda Erzîncanê ye. Û ji bo pîrekên ser tenûran sibehê nîvro li ser tenûran û li ber derîyan li ser wê bipeyivin, qala wê bikin, çûye li Londrarê bi cî bûye; yanî bûye nîvarîstokrateke îngilîz.

Zêdeyî sê seetan me civat gerand;
geh li ser zimên,
geh li ser edebîyatê,
geh li ser sîyasetê,
geh jî li ser belengazî û xwelîserîyê.
Talîya talî wê jina londrayî di nav ew qas mêr de rabû, çû hesabê maseyê da û em hemû mêr xistin ber fedîyê; lê di kultura rojavayîya de hesab hesab e, çi jinê daye, çi mêr daye...
Ê heyran, 
hesabê ku Eyşêya pîreka apê min Şêxê dikare du mehan pê debara xwe bike, Gonul xanimê çû bi sîh, sîh pênc sterlînan safî kir û hat rûnişt.
Wê hesab da, şûr simbêlê me nedibirî!

Gotina Dawî
Ka Beyoglûya berê...