Min got, "Çima na!.."
Û piştî du rojan li balafirgehê me hevdu dît.
Li salonê em rûniştine, em li benda derîyê dawîn in ku piştî kontrola dawîn em derbasî balafirê bibin.
Civat xweş gerîya...
Tew me dît seeta ku balafir ê bi hewa bikeve hatîye. Bi lez û bez em tev rabûn, lê derîyê hatibû girtin, dîsa venebû; çendî bi rêya personelan em bi pîlot re ketin nav pêwendîyê jî, pîlot destûr neda, em li şûna xwe hiştin û bi hewa ket ber bi Kibrisa xopan ve...
De îja pişta meriv li derî be, di navbera meriv û derî de deh-panzdeh gav hebin û meriv ji balafirê bimîne!..
La hewle wela!
Ez û Berdan û asîstana wî û kuaforê wî man li wê meydanê û me kejika stuyê xwe xwirand.
Axir...
Berdan bi rêya têkilîyan ji me re di balafira ku ew ê piştî sê seetan bifire cî veqetand û piştî bi sê seetan bi haweyekî nîvrotarî em ber bi Kibrisa xopan ve firîyan.
Li balafira Kibrisê bi haweyê VÎP em hatin pêşwazîkirin; di destên van jinên mîna perîyan de gul û kulîlk û çîçek, em bi tirimbêlên luks birin hotelê.
Şûr simbêlê me nedibirî!
Piştî em li odeyên xwe hatin bicîkirin, ji bo şîvê em daketin jêr; li restorantê ji bo me sifreyeke xweş amade kiribûn.
Çend cureyên masîyan, karides, mîdye, kamar, ehtepot û hin cureyên mezeyan...
Bêguman û araq...
Min hemû tahm kirin, tenê min destê xwe bi ehtepotê nekir.
Berdan di bin simbêlan de kenîya û çavek da min, got, "Devliken, çima tu li tahma ehtepotê nanerî? Ji piştê re pir baş e." û kenîya.
Min jî destê xwe dirêjî perçeyeke ehtepot kir û min ew perçe avêt devê xwe.
Û min cût û cût û cût, lê dikim nakim nikarim daqurtînim.
Axir bi zorê be jî min daqurtand, lê ne ji bo pişt miştê haa! Jixwe yên min nas dikin, dizanin problema min a piştê tune ye.😉
Me zikê xwe da ber, têr xwar nexwar, em rabûn ser xwe.
"Bi ku de?"
Berdan got, "Hevalan şandîye pey me, tirimbêl li derve li benda me sekinîne, em ê derbasî casînoyê bibin.
Îja casîno, kuro!
Ew "C"ya li pêşîya cazînoyê "K" tê xwendin. Lê bi kin û kurmancî hûn dikarin jê re bibêjin qumarxane jî...
Em ji hotelê derketin, çûn li tirimbêlên xwe siwar hatin û me berê xwe da casînoyê yanî qumarxaneyê...
Casîno jî casîno bû yanî!
Piştî min ew ambiyans û atmosfer dît, ez tê gihaştim bê lawên baban çima mal û milk û serweta xwe li ser dikin.
Bi rastî jî serî li meriv gêj dibe.😳
Em derbasî maseyekê bûn; lê ji me wê de heta çav çav didît, zirholek û li wê zirholê bi sedan jin û mêr, serî di ber serî de bi qûmarê dilîstin.
Piştî du-sê deqeyan mazûvanên me jî hatin. Çendî listina qumarê teklîf kirin jî, Berdan qebûl nekir. Got, "Na em ji rê hatine, em ê qedehek araqa we vexwin û derbasî hotelê bibin."
Wî zemanî ez jî hîn derbasî telefonên androîd anku yên biaqil nebûme; telefoneke min a kevn heye; ew ên tenê meriv dide ber guhê xwe û dipeyive.
Min jî telefona xwe ji bêrîka xwe derxist û danî ser maseyê.
Weleh heyran ez kesekî bê kompleks im û ji tiştik miştikên werê fedî nakim; jixwe çima însan fedî dikin, ez wê jî tê nagihêjim.
Hew min dît Berdan devê xwe xist guhê min, got, "Kuro, wê telefonê ji ser maseyê rake û têxe bêrîka xwe, te em hetikandin!"
Min got, "Weleh berxê min, tu dihetikî nahetîkî nizanim, lê ne xema gunê min e; malê min ev e û ji ber malê xwe fedî nakim. Nayê hesabê te, ji min re telefoneke wek a xwe bikire û qedîya."
Got, "Law, rahêje wê telefonê, têxe bêrîka xwe, soz ku em vegerîyan Stenbolê, ez ê yekê ji te re bikirim."
Min hêdîka destê xwe dirêjî telefonka xwe kir, ew xist bêrîka xwe û ez di bin simbêlan de kenîyam.
Weleh Berdan ciwamêr derket. Em çawa vegerîyan Stenbolê, di hundirê hefteyekê de telefoneke wek qîzekê ji min re kirî û wek dîyarî da min.
Axir, ji qewla yên berê, gel zeman, gît zeman telefona min kevn bû.
Du hefte berê Berdan şand pey min, ez çûm malê cem wî; li ser hin projeyan em bi hev şêwirîn.
Civat gerîya, me xwar, vexwar û ji nişka ve zirînî, bibore zingînî bi telefona min ket.
Min destê xwe avêt telefona xwe, ez wê ji bêrîka xwe derxim, hew min dît şarja wê xelas bûye.
Min got, "Berdan, weleh êdî ev telefon jî zira wê hatîye; wextê wê yê guhertine nehat?"
Ewil Berdan li ber neket; min berdewam kir, "Min got ma nayê bîra te herî dawîn çar sal berê te ev telefon ji min re kirîbû? Ji bo xwe tu ji şeş mehan carekê telefona xwe diguherî, qet nebe ji çar salan carekê jî ya min biguhere."
Kenîya û got, "Temam, li ser çavan!"
Ciwamêr wek her car dîsa soza xwe anî cî û telefoneke Iphone ji min re şand.
Ez jî rabûm, li ser whatsapê min jê re peyamek spasîyê şand:
"Wey Xweda te ji ser serê surgucîyan kêm neke! Wey Reb her tim pişta te xurt, terikê te rep bike!"
Piştî peyam xwend, bersiv nivîsand:
"Min bizanîbûya tu yê van duayan bikî, min ê ji xêndî telefonê komputerek jî ji te re bişanda, cinetîyo!"
🤪🤪🤪