22 Kasım 2021 Pazartesi

hema wilo

Helbestvanî jî barekî giran e ha; tew ku li derdora te yên mê pir bin, nivîsandina helbestan rîskeke mezin e; ilhez jî helbestên evînî!..
Te ev helbest li ser kê nivîsand?
Te ev helbest li ser min nivîsand?
Çi ket bîra te te ev helbest nivîsand?
Û nizanim çi û nizanim nizanim ne çi!..
Hela hela!
Yaw ma mestereya helbestekê ilhêz hewce ye rast qewimîbe?
Belkî wextê li derve ez dimeşim, pinpinîkek li dora serê min dihere û tê, difire û bala min dikişîne ser xwe; ez jî li wê firîna wê ya nazenîn û kubar dihilkumim û ew hezar û yek rengên li ser baskên wê barkirî berê min dide xeyalan û fantezî diwelidin, hêdî hêdî, yek bi yek bi haweyekî romantîk!..
Îja te li ser min nivîsand?
Te li ser kê nivîsand?
Çi ket bîra te... 
Û nizanim çi û nizanim ne çi!
Quzilqurt ket bîra min û ew quzilqurt li ber çavên min bû zirquzek û min ev helbest li ser nivîsand.
La hewle wela!

Redaktorê min Îkoyê serhedî awiran di min de difirîne û bi haweyekî serhedkî mirûzê xwe tirşotalî dike, dibêje, Devliken, xuya ye tu 'berê û berî' tevlihev dikî.
Ez kenîyam, lê wek wî min jî mirûzê xwe tirşotahlî nekir; min got, "Xortê serhedî! Îkoyê ji Îkram zaye! Ne ku ez tevlihev dikim, ez bi klavyeya kurdî dinivîsînim û "î-ê" di bin çengê hev de xwe li hev diboqînin, loma carinan bi şaşî tilîya min dihere wan li bin guhê hev dixe; î dibe ê, ê jî dibe î"
Got, "Himm, bibore, Devliken!"
Min got, "Ez te şermezar û qûna te jî dax dikim!" lê ne ji wî re, xwe bi xwe, di ber xwe de anku di dilê xwe de min got.

Dost û hevalbenda kurdan xatûna kubar, nazenîn û xwedan ûjdan Danielle Miterran 22ê Berfanbara 2011an wek îroj serî danî û mir.
Wek rehmetîya Miterrandê me pir dost û hevalên baş ên rojavayî ji xwe û doza xwe re kirin heval û hevalbend û hevrê, lê mixabin, ji ber rişma kurdan di destê zîhnîyeteke teres de bû, me ew vîzyona wan nexist bin xizmeta berjewendîyên kurdîtîyê; heger zîhnîyet pak û paqij bûya, bi lobîyeke xurt meriv dikarîbû ew zanîn û vîzyon veguherta xizmeteke netewî.