19 Kasım 2021 Cuma

em û ew

Misir
Sal 1957, radyoya Qahîreyê dest bi weşana kurdî dike.
Reîscumhûrê Misrê Cemal Abdul Nasir e.
Konsolosê tirk wê şevê heta destê sibehê xew nakeve çavan; mîna gêrîk li ser canê wî bigerin, xwe bi vir de û wê de dizîvirîne...
Serê sibehê radibe ser xwe, xwe hazir dike û bêyî taştê bixwe berî dide qesra Reîsîcumhûr.
Reîsîcumhûr Cemal Abdul Nasir bi qastî bi qasî seetekê wî li ber derî disekinîne.
Piştî derbasî huzûra Reîsîcumhûr dibe, dest bi gilî û gazinan dike.
Reîsîcumhûr di bin simbêlan de dikene û lê guhdarî dike. 
Piştî gilî û gazinên wî bi dawî dibin, Reîsîcumhûr bi tinazî dibêje:
"Çima hûn xwe ji radyoya kurdî aciz dikin, ez difikirim nafikirim, ber bi aqilê min ve nare; nizanim ji bo çi ye ev acizîya we; lewra li gorî te û serekên dewleta te ji min re gotîye li Tirkîyeyê kurd tune ne; ew tirkên çîyayî ne. Ê madem li gorî fikir û nerîna we mesele ev e, wê çaxê tu problem tune ye, ma ne?"
Û bi destê xwe derî rê dayîyê, gotîye, "De here, bimîne di xweşîyê de!.."
Wextê meriv ehmeq be û bi ser de jî ker û nezan be, para meriv tenê rezîlî û hetiketî ye.

Hunermendê ereb Omar Suleyman hat girtin, lê hat berdan jî.
Sedem:
Carinan di nav kurdan de xuya dibe û carinan jî stranên kurdî distirê.
Heqê navê gû ji nû ve bê nirxandin û di ferhengê de ji dêvla gû tirk bê nivîsandin.

Dizîya ji dizîyê!
Îja ev çawa ye?
Êê!
Pêşîyan belasebeb negotîye, "Meriv ker û golikan li cem hev girê bide, ji hev dielimin tir û fisan."
Meseleya me jî eynî ev e, mixabin.
Bi rojan lome û gazin, lome û gazin, lê axir tavê da qûnê û her tişt kifş bû.
Nuha xwe bi xwe hûn dibêjin ev xwedêjênerazî qala çi dike!
Weleh Xweda ji min ne razî ye, yan ez ji Xweda ne razî me, ev mjara gotûbêj û nîqaşeke din e, lê hêdî hêdî ez vegerim ser meseleya xwe ya her ku dihere kezebê li we reş dike û dihêle min li ber çavê we reş bike.
Wek hûn dizanin çend roj berê wêneyek û wênesazek ket rojeva me.
Xwedêgiravî wênesazekî tirk berhemeke wênesazê me teqlîd kiriye, dizîye û dewleta vî ciwamêrê tirk jî ev berhem hêjayî xelatê dîtiye.
Du sê rojan bi kevir û gomeyan, bi lome û gazinan tiştek ji vî xwedêjêstendê tirk re nehiştin û wênesazê me (Hakan Yaşar) jî kirin qehremanê netewî; tenê ez neçûm pêşangeha wî û pê re wêne negirt.
Dû re...
Çi bû hûn dizanin?
Wêneyê ku bi rojan di rojevê de nîqaş û pevçûn li ser qewimîn, ne yê wênesazê tirk derket, ne jî yê wênesazê kurd derket; wêne di eslê xwe de fotografek e û ev fotograf ji alî wênesazê fransî Pierre Gonnord ve hatîye girtin. 
Yanî diz ji diz aciz e, xwedîyê mal ji her duyan.
Piştî sed salên din ev gotin ê jî bibe yek ji gotinên pêşîyan...

Were em li hev helal bikin, lê berî wê, ka kerem bikin em vê çîrokê bînin bîra xwe-hev:
Rojekê marek bi zarokekî ve dide.
Bavê zarok dide pey mar, berî mar xwe rade qulê, radihêje kevirekî û kevir diavêjê, lê kevir ne li serê mar, dihere li terîya mar dikeve; terîyê jê dike. 
Bavê zarok li devê qulê rûdine û hewl dide bi bergerînê mar bixapîne; dibêje, "Birayê mar, ka were ji qulê derkeve, em li hev bên!"
Mar ne xeşim û kawik e, dibêje, "Na birayo, na. Em nikarin li hev bên. Heta êşa kezebê bi te re be û birîna terîyê bi min re be, em ê nikaribin li hev bên!.."
Îja heyran!
Heta ji axa me û ji lepên we xwîna me bifûre, em ê nikaribin li we helal bikin.

Gotina Dawî
Xweda bike em nebin cîran jî...