2 Kasım 2021 Salı

aqil taca zêrîn e

Meriv çi kir, hewce ye meriv ji dil bike; heger dil neke û meriv çi bike, mîna pîneyekê li ser meriv beloq disekine.
Ji ber ku xwebûn mîna kirasekî transparan e; xweya tu dixwazî bibî ew jî, xweya tu bi xwe jî di bin wî kirasê transparan de dibiriqînin...
Li ser medyaya sosyal, bi taybetî jî li ser twitterê, 
Gundî hewl dide bajarî tev bigere!..
Kevneşopperest hewl dide modern tev bigere!..
Dîndar hewl dide xweşbîn, bi tolerans û medenî tev bigere!..
Nezan (bi saya googleyê) hewl dide zana tev bigere!..
Nexwende (bi saya jiberkirina navên çend nivîskar û kitêban) hewl dide xwende tev bigere!..
Qalibperest hewl dide anarşîst tev bigere!..
Xwenezan hewl dide dîn û cuda tev bigere!..
Lê tenê mirîd (xwe bi ava zemzem û kewserê bişo jî) mirîd e û naguhere!

Endezyarê projeya entegrasyonîst Selo başqan, li dijî Erdogan û Bahçelî piştgirî û destekê dide Kiliçdaroglu û Akşenerê.
Ji wî heye bi çûyîna Erdogan, Meral ê Tirkîyeyê ji bo kurdan bike bihuşt.
Lê hişê wî, wî nabe li "hafiz"a Ahmet Guneştekîn naqewimîne bê ew pêşengeh ji bîranînên Meralê jî mişt û tije ye...
Ka aqil!

Aqil taca zêrîn e, xwe li serê her kesî danîne!
Tenê di van çelsalên dawîn de kurd û tirkan bi dehhezaran ji hevdu kuştine; di her maleke kurd de êşa şervanekî, di her maleke tirk de êşa eskerekî...
Ez yên bi destê dewletê bi haweyekî veşartî (faîlî meçûl) hatine kuştin jî nabêjim.
Bi vî gir û rikî û bi van birînên nayên kewandin hûn çi qasî hewl bidin jî, hûn ê nikaribin kurd û tirkan bi hev bibahnînin; ne bira, cîrantîya wan ê jî ne tu cîrantî be.
Zû bi zû kes êşa xwişk û birayê xwe, êşa mêr û bavê xwe ji bîr nake.
Loma jî,
dev ji vê biratîya qeşmerane berdin!
Kes bi kesî re nabe bira.

Nakokî!
Ez fêhm nakim bê kurdên me yên xwende-zana-nivîskar-rewşenbîr-hunermend-sîyasetvan ên li dijî tirkî û tirkîtîyê kirasê xwe diçirînin, çima terka zimanê tirkî nakin û hîn jî xwelîya tirkî li serê xwe dikin û xewn û xeyal û fantezî û fikrên xwe bi tirkî dibêjin, dinivîsînin, par ve dikin, belav dikin?

Gotina Dawî
Hewce ye namûs bibe kîrek û têkeve poz, belkî wê çaxê poz ji xîretê avis bibe û namûs bizê!