Mîna zarokekî nuh ziman vebûye, ez ê jî hema çi hat ser zimanê min, bi we re par ve bikim;
lê ez ê hewl bidim kesî neêşînim.
Heger carinan gotinên heram anku bi cenabet ji zimanê min bizên, ji kerema xwe re li min negirin.
Ziman!
Ziman nêr e, ne mê ye, loma jî ji dêvla ez bibêjim "ji ziman bizê" ez bibêjim "ji ziman bipeke" yan jî "ji ziman zêde bibe" baştir, xweştir, qenctir e.
Baş baş e, xweş xweş e, qenc qenc e, lê her sê bi hev re qudret e û ev qudret jî zû bi zû bi destê kesî nakeve.
Heger meriv ewladê dê û bavekî kurd be, baş e.
Heger meriv mîna dê û bavê xwe kurd be û kurdî be, xweş e.
Heger meriv li dê û bavê xwe zêde bike, qenc e.
Û teva van xusûsîyetan meriv rast û durist û xwedan sekn û helwest be, ev jî qudret e.
Çendî qudret peyveke têr û dagirtî be jî, wek nav ne li mêr tê, ne jî li jinê...
Jinekê got,
"Hêvîya min ji Xwedê ew e, li ser rûyê erdê mêr ê nemînin."
Min got,
"Erê, bila li ser rûyê erdê mêr nemînin û tu û yên wek te jî bi tilîyan bi xwe xweş bînin!"
Vê pêla dawî dîsa hin kundir hewl didin kurdan kategorîze bikin.
Kurdên dîndar...
Kurdên sosyalîst...
Kurdên kemalîst...
Kurdên demokrat...
Kurdên hov...
Lê belasebeb qûnê li xwe neqetînin, kurd kurd in, dawîya mayî me eleqedar dike, ne we!
Tirkîzimanî, narsîzmeke fahş li xwedîyê bar dike; dihêle xwedîyê xwe bi quretîyeke beradayî bihetikîne, bêyî ku hayê wî jê çêke...
Û pirê kurdên tirkîziman, bi xweşzanîna bi tirkî qerf û tinazên xwe bi tirkan dikin, lê hay ji wan tune ye ku tirk bi vê xizmeta koleyên xwe şad û bextewar in.
Û dîsa û...
Kes bi qasî kurdên tirkîziman ne bi kompleks e; dema li kurdekî hur û resen dihilkumin, ziravê wan di nav gûyê wan de bi çavgirtînkê li piçeke wêrekîyê digere!..
Lê wêrekî xelat e, ji mêrxasên hur û resen re, birako!
Hûn ne mecbûr in ji bêeslan re qala feraseta xwedaneslan bikin.
Bila kurd xwe bi xwe, xwe bizanibin, hewce nake ji bo tirk ji wan fêhm bikin, xwe di ber wan de reş û şîn bikin.
Û hûn bi zimanê tirkî ji tirkan re çêr û xeberan bidin jî, ew ê xwe ji we aciz nekin,
lewra rezîlî piştî mirina zimên bi xwe ye!..
Heger meriv li koka wan binere, kes nizane bê ji kê zêde bûne;
ji kurdan zêde bûne, ji rûman zêde bûne, ji ermenan zêde bûne, ji laz û gurcî û eceman zêde bûne, îro ro ne xem e ji bo wan.
Kes li doh û pêr napirse bê kî ji kê çêbûye, kî ji kê zêde bûye, ya girîng îroj e
û îroj li ser vê axa em û ew li ser dijîn, ne kurd hene, ne rûm hene, ne ermen hene, ne jî laz û gurcî û ecem hene,
tenê tirk hene û tirkî heye!
Gotina Dawî
Jîyan kulmek bîranîn e; lê heta ji we tê, hewl bidin bila bîranînên we jîyanê bixemilînin.