Bi dilê xwe ofîsek çêkir û hundirê wê li gorî zewqa xwe xemiland.
Pismamê wî Cibo li xwe diheyire û ji mecbûrî ji bo karekî bidê, dihere xwe lê diqewimîne,
Loqo li ser qoltixa xwe ya çermîn xwe qup û qure dike, dibêje, "Meaşê te yek û nehsed, ji heyştê şev heta heyştê sibehê tu yê bixebitî. Xew tune ye û heta tu mecbûr nemînî nigê te yê bi hundir nebe; çi havîn, çi zivistan...
Cibo dibêje, "Were li malê, li ber derîyê min, ji heyştê şev heta heyştê sibehê nobetê bigire, ez ê du hezaran bidim te û serê sibehê jî tasek şorbe jî li ser..."
Ne şer bi tirkan re dibe, ne jî meş...
Piştî ew qas sal em çûn û hatin, dîsa em hatin li sifirê sekinîn.
"Kurd Sorunû"
Deng ji kurdan dernakeve; li ser ekranên televizyonan, tirk gazinan dikin, dibêjin, "Kurd çi dixwazin?"
Erê weleh, kurd çi dixwazin!
Erdo dibêje min "kurd sorunû" çareser kiriye.
Kemo dibêje ez ê bi HDPyê re "kurd sorunû" çareser bikim.
Sezo dibêje muxatab Îmrali ye.
Û Selo jî dibêje dev ji gotin motinên pûç û beradayî berdin, cîyê çareserîyê TBMM ye.
Û li pêyasê dolar difire, kes nikare baskokirî bike.
Kîloya pîvazan jî bi ser pênc wereqeyan ketîye.
were sêva were sêva were sêva
sêvê gundê me erzan e were sêva