31 Aralık 2024 Salı

neteweperestî û çend xalên din

Yan tu kurd î yan tu ne kurd in, loma jî dev ji têgeh mêgehên pûç û vala berde.
Îja kurdên neteweperest!
Nizanim kurdên sosyalîst û muhefezekar û dîndar…
Kurdo!
Baqil be, baqil!
Ji çar hêlan ve axa te, welatê te, dê, jin, xwişk û namûsa te dagir kirine, hovên har û barbar.
Di rewşeke wek rewşa îro de tu ne neteweperest bî tu yê çi gû bî?
Rabe ser xwe, kurdîtîyê li xwe bar bike û têkeve pey heyfa Kurdistanê anku heyfa namûsa xwe!
Dû re…
Tu hez dikî li ser enîya xwe neteweperest binivîsîne, tu hez dikî li ser sifreya xwe hemû ol û îdeolojî û neteweyan bihewîne, tu hez dikî bîst û çar seetan sicadeya te li erdê nimêj bike, tu hez dikî jî hemû sicadeyan bişewitîne û li ber agirê wê xwe germ bike û şerabê vexwe.

Gotina Dawî
Serê salê binê salê, Xwedê qûna serokê we bide tavê ku hûn bibînin bi çi qûn li ser e!..

30 Aralık 2024 Pazartesi

neteweperestî

Dev ji demagojî memagojîyê berdin.
Bibêjin, “Ez kurd im û hew.”
Wekî din hewce nake hûn kiras mirasên netweperestî, lîberalî, demokratî û çepgirî li xwe bikin.
Neteweperestîya me kurdan, heqperestî ye,
lewra…
di rewşeke wek rewşa îro de, hin demagogên xwelîser, hewl didin xweperestî anku kurdperestîya me bi neteweperestîyeke teng û erzan bermeqlûb bikin û me li ber çavê xelk û alemê wek kesên paşverû nîşan bidin.
Bi kin û kurdîya kurmancî…
ew bi xwe di pencereya neteweperestîyeke teng û erzan de li jîyanê dinerin. 
Bêguman… 
ez bi xwe jî neteweperest im û her weha di rewşeke wek rewşa îro ku kurd tê de ne, heger meriv ne neteweperest be, divê meriv bi şik û guman li karekter û kesayeta xwe binere;
lewra vî zemanî…
neteweperestî, xîretkêşî bi xwe ye, neteweperestî, karekterparêzî bi xwe ye, neteweperestî, xwedansekn û xwedanhelwest û xwedanprensîbî bi xwe ye.
Loma jî…
bi demagojî memagojîyên demagogên pûşt û bêvîzyon nexapin.
Û neteweperestîya ku hewl didin bi me ve bizeliqînin jî, ji binhişîya wan a faşîstî dizê.

Gotina Dawî
Ew faşîst in em heqperest!..

29 Aralık 2024 Pazar

paradîgma û peredîgma

Paradîgmaya nuh!
Anku…
Xwelîserîdîgma!
Dewletê weha xwest û ferman da…
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
ev metn ji destê dewletê derketîye û çûye ser maseya qudretlî Ocalan û qudretlî Ocalan jî werê ferman da/dide/daye/dê bide.
Bi min peyva “qudretlî” li pêşîya navê Apo xweş rûnedinişt, loma jî qudretlî Ocalan seksîtir e û min jî qudretlî Ocalan tercîh kir.
Û hûn mirîdino!
Pardon…
Hûn kurdino! 
Ji pey şivanê xwe, 
dîsa pardon…
Ji pey serokê xwe venegerin. 
Qudreta kesî têrê nake ku rabe qudreta serokê we bipîve; lewra serokê we pir biqudret e; 
ji Muhamed jî, ji Îsa jî, ji Mûsa jî biqudrettir e.
Axir…
ew qudretlî Ocalan e ku Sirrîyê pirê caran ji parlamentoya tirkan re reîztîyê dike, mîna zarokekî nûsinetkirî radibe xwe kar dike û berê xwe dide Îmralîyê.
Û…
Jixwe tirk û kurd bira ne û yên di navbera wan de haşimkêşîyê dikin jî beko ne, ewan in.

Gotina Dawî
Paradîgmaya nuh ê ji hinekan re bibe peredîgma!..

Gotina Herî Dawî
Di sîyaset, edebîyat, huner û felsefeyê de metafor pir biqudret in;
loma jî Sirrî jî, Perwîn jî metafor in.
Sirrî biratîya tirk û kurdan, Perwîn jî biratîya ereb û kurdan sembolîze dike.
Û qudretlî Ocalan… 
bi vê metaforê, stratejîya ku dixwazin li Sûrîyeyê bimeşînin nîşan dide. 

Gotina Metaforîk
Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî.

ji hevdîtina îmralîyên çend dîyalogên bişîfre

Derî vebû.
Evdila himbêza xwe vekiribû, di bin simbêlan de dikenîya.
Sirrî û Perwînê derbasî hundir bûn. Ku çav li Evdila ketin, ew jî bi ken û bişirîn ber bi Evdila ve bi lez meşîyan.
Evdila bûbû wek fîtekî, xuya bû li Îmralîyê baş lê miqate bûn û xwarin û vexwarina wî ne kêmî xwarin û vexwarina Reîz bû; stu lê stûr, pişt navpişt lê felişî bû. Ji qelewbûna dev û rû çav biçûktir xuya dikirin.
Sirrî û Perwîn bi hev re xwe li himbêza Evdila qewimandin, Evdila her du jî di nav dest û zend û lepên xwe de guvaştin, nefes li wan çikand.

SIRÎ:
-Birêz serok, te nefes li min çikand. Ji kerema xwe re te hebekî sist bikira.

PERWÎN:
-Erê bi Xwedê. Wek ku piçekî ez jî tengijîm. Te piçekî sist bikira ji kerema xwe re, birêz serokê min.

Evdila destên xwe li wan sist kir û bi şêwazeke şoreşgerane dor bi dor bi destê her duyan girt, kil kir û cîyê rûniştinê nîşanî wan da. Bi hev re li dora maseyê li ser kursîyên xwe rûniştin.
Evdila li hêla derî nerî, li ber derî serbazek sekinîbû.

EVDILA:
-Atîlla, hela ji zarokan re bibêje bila li hêla mitbexê ji me re tirşikekê çêkin.

SERBAZ:
-Ser seran ezbenî!

Serbaz bi lez derbasî hêla din bû û Evdila dîsa zîvirî ser Sirrî û Perwînê.

EVDILA:
-Ji nuha heya du mehan ez ê derkevim; erê, jixwe ez ne girtî me, lê êdî ez ê xwe kifş bikim; wext e. 

Sirrî li Perwînê nerî. Dû re Perwîn fitilî ser Evdila û bi haweyekî şaşmayî lê nerî.

PERWÎN:
-Tew me digot qey tu di bin tecrîtê de yî!

EVDILA:
-Teqtîk teqtîk!

SIRRÎ:
-Ka çi emrê te heye, birêz serok?

EVDILA:
-Ka bila tirşika me çêbibe, em tirşika xwe bixwin, dû re em ê bipeyivin.

PERWÎN:
-Bi xêr ku tu derketî, ji nuha pê ve ez ê ji te re tirşikê çêkim.

SIRRÎ:
-Bi telaqên bêfitû, tirşikekê çêdike, mirî ji gorê radibin, birêz serok.

EVDILA:
-Kuro Sirrî, tu jî têra xwe tirşikçî yî, haa!

SIRRÎ:
-Na birêz serok, ez nagihêjim şekala te. Pispor tu yî, hoste tu jî, gurme tu yî.

PERWÎN:
-Birêz serok, ez ji çêkirina kutilk û hûr û rêvî û ser û pê re jî jêhatî me, haa!

EVDILA:
-Bi xêr ku me mesele safî kir, em ê li gobeka Amedê restorana gelan vekin û te jî li wir bikin seraşbaz.

Fitilî ser Sirrî û bû hakehaka her duyan kenîyan. Hîn kenê wan nesekinîbû, serbas bi destûr derbasî hundir bû.

SERBAZ:
:Birêz û sayin, tirşika we amade ye.

EVDILA:
-Pîvaz jî li ber e?

SERBAZ:
-Erê birêz û sayin. Li ber tirşikê du pîvaz jî hene, her yek ne kêmî serê Sirrî ye.

Û rabûn ser xwe, derketin derbasî hêla mitbexê bûn. Li ser sifreyê rûniştin û dest bi xwarinê kirin. Evdila destê xwe yê çepê kir kulmik û mîna çakûçekî bi ser pîvazê de anî xwarê. Zîlika pîvazê pengizî nav çavê Sirrî. Sirrî ew zîlik ji nav çavê xwe rahiştê û bê mahdê xwe avêt devê xwe, çût û daqurtand. Evdila kenîya.

EVDILA:
-Weleh Sirrî, xesûya te ji te hez dike. Zîlik bi destê kesî nakeve, haa!

PERWÎN:
-Birêz serok, weleh ez jî ji zîlikê hez dikim.

Û serê xwe bera ver xwe da, kenîya. Evdila pîvaza din jî ber bi xwe ve kaş kir, kulmika xwe li wê jî xist. Pîvaz bû du felqe. Evdila ji nava wê rahişt zîlikê û da destê Perwînê.

EVDILA:
-Jîyan bê çi nabe?

Sirrî û Perwînê li hev nerîn , piçekî fikirîn, dû re bi haweyekî ez nizanim devê xwe xwaromaro kirin û ziq li Evdila nerîn.

EVDILA:
-Jîyan bêyî sê tiştan nabe! Çi ne ew tişt, hûn dizanin?

Ewil fitilî ser Sirrî, li Sirrî nerî, lê deng ji Sirrî derneket. Dû re fitilî ser Perwînê, Perwînê bi tirşika ber xwe ketibû, tirşik dixwar.

EVDILA:
-Bê serok, bê îsot û bê pîvaz jîyan nabe!

SIRRÎ-PERWÎN (bi hev re):
-Bê serok jîyan nabe!
-Bê îsot jîyan nabe!
-Bê pîvaz jîyan nabe!
 
Piştî tirşika xwe xwarin û binê mesefê alastin,, serbaz rabû kolonya li destên wan kir û peçete îkramî wan kir.
Dû re bi hev re derbasî hêla din bûn. Li dora maseyê li ser kursîyên xwe rûniştin. Evdila ji serbaz kaxiz û qelemekê xwest. Serbaz kaxiz û qelemê anîn danîn ber wî û du sê gavan paş ve vekişîya.
Evdila bi dizî li ser kaxizê tiştekî nivîsand û pêça û xist kefa destê Perwînê. Perwînê jî bi dizî ew kaxiz xist bêrîka xwe. 
Evdila rabû ser xwe, Sirrî û Perwînê jî rabûn, dor bi dor bi destên her duyan girt, xatir ji hev xwest û Sirri û Perwînê di bin çavdêrîya serbêz de derketin derve.
Piştî ji Îmralîyê vegerîyan, di vapûrê de Sirrî niqurçî Perwînê.

SIRRÎ:
-Ka keçê, hela lê binere bê birêz serok çi nivîsandîye di wê pûsûlayê de.

Perwîn destê xwe avêt bêrîka xwe, ew kaxiz ji bêrîka xwe derxist, vekir û bi deng xwend:

-Tirşik tenê ne tirşik e!..


27 Aralık 2024 Cuma

dîn we ji îmanê derdixe

Heger îroj rabin em bibêjin êdî kurd dijminê me ne, hemû dewletên îslamî yê bi me re bibin dost.”

Benjamîn Netenyahu

De îja…
Ku piçika mejî di serê kurdan hebe, ew ê îşev ne sibê terka dînî misilmanan bikin;
jixwe min kirîye!.
Lê belê…
ji bo biryareke weha qûneke mezin divê.
Haa!
Qûnmezin pir in, lê ji bênamûsî ye mezinbûna wê qûnê!
Yanî…
ji kurdan re serekek, rêberek anku rêvebirîyeke ne dîndar divê.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
mejîyê ku li ber ayetên quranê kemilî be, ji ronîyê vediciniqe.
Axir…

-Quz û qizwan di kevçî de min qizwan xwar quz ma di cî de.
-Quz û qizwan di kevçî de min qizwan xwar quz ma di cî de.
-Quz û qizwan di kevçî de min qizwan xwar quz ma di cî de.

Axir, her kî li ser hev sê caran zûka vê zûgotinekê rast bibêje, ez ê quzekî lastîkî bi kargoyê jê re bişînim.

Gotina Dawî
Wê şaşikê ji serê xwe deynin bila tav bidê!..

26 Aralık 2024 Perşembe

îşev naxwazim li ser tiştekî binivîsînim

Îşev ez qet bi xwe re nabînim li ser tiştekî binivîsînim; 
jixwe ev pêlek e naxwînim jî…
Xwedê bi xêrê bigerîne, lê ji Xwedê jî bawer nakim!
Xwedê di nav destê dîndaran de tenê xof e û ji xofa wî jî çi hest û hîsên pîroz hebin, me hemû li xwe qedexe kirine.
Çavên me birçî…
Zimanê me birçî…
Kîr û quzê me birçî…
Û mejî jî têra xwe têr e, lewra ji ber kompleksê li xwe danîne li xwe mikur bê.
Axir…
Min go dil tune ye îşev li ser tiştekî binivîsînim, lê hin ciwanik û ciwamêr jî heya nenivîsînin xwe sûcdar û deyndar hîs dikin.
De îja…
xwezî ew nivîsên wan ên ku tenê xwelîserî û belengazî jê difûre, bi kêrî tiştekî jî bihatana!
Nivîs nebe, hin kes nabe, lê nivîs bi xwe jî carinan ji hin kesan re dibêje, NABE!
Îja ka ew aqil ku xwelîyê li serê xwedîyê xwe bike!

Gotina Dawî
Li min negirin, lê îşev naxwazim neheqîyê li nivîsê bikim,
lewra nivîs dengê bext e!..

25 Aralık 2024 Çarşamba

lotikên nakokîyane

Bi qasî ez dizanim û di bîra min de maye, Apo, di têbinî anku notên Îmralîyê de li dijî têkçûyîna desthilatîya Esad derdiket/derketîye, lê dema Esad ketîye tengasîyê û alîkarî ji Mazlûm Evdî xwestîye, Mazlûm Evdî piştgirîya Esad nekirîye.
Divê em çi ji vê senaryoyê derxin anku fêhm bikin?
1-Ev yek serdestîya Amerîkayê kifş û eşkere dike.
2-Bera jî Amerîka ji zîhnîyeta apoyî aciz e û hewl dide wê zîhnîyetê têk bibe/bikuje.
3-Mazlûm Evdî li Amerîkayê guhdarî dike û li gorî stratejîya Amerîka dîyar dike tev digere.
4-Amerîka jî, Mazlûm Evdî jî tê gihîştîne bê kurd çi qasî nexweş in û bi haweyekî mirîdane girêdayî Apo ne, loma jî heya wê nexweşîyê tedawî bikin her du alî jî bi rê û rêbazeke baqilane ji xwe re eyarê Apo bi kar tînin.
5-Êdî pir zelal e Apo endezyarê projeya mîsak-i milîyê ye, Mazlûm Evdî jî li ser navê projeya Amerîkayê tev digere.
6-Tirk bi rêya DEMîyan hewl didin senaryoyê biguherin, lê Erdogan bi nav hemû plan û programên wan de dimîze û qûna wan dide tavê.

Gotina Dawî
Li Sûrîyeyê kaos û tevlihevî li xêr û fêdeya kurdan e.

24 Aralık 2024 Salı

panjehr

Ecêba ecêban,
hîn jî yên diajon ser mirinê, bi slogana “Bijî Serok Apo!” dimirin/tên kuştin/dikujin!!!
Na na…
Ji bo dîndaran Xwedê çi be, ji bo mejîsistên xwelîser jî Apo ew e û hûn sax!
Û navê vî tiştî jî, SERKETIN e!
Lê ka îja wî mejîyî bi çi diçêrînin, nizanim!
Xwedîyê sloganê bi xwe jî, bi salan e di himbêza dewletê de li ser pûçkirina kurdîtîyê teorîyan çêdike.
Ka aqil!
Bi slogana “Kurdistaneke azad û serbixwe” zarokên kurdan kişandin çîyê.
Ew zarok…
Bi dehhezaran hatin kuştin!
Bi dehhezaran di hefs û zindanan de bi êşkenceyên hovane bûn nîv însan!
Bi hezaran gund hatin şewitandin/valakirin û bi dehezaran kes ji gundên xwe derketin, li bajar û metropolan belav bûn; xêr ji emrê xwe nedîtin!
Sal bi sal ziman qels bû, di nav kurdan de bikaranîna kurdî kêm bû.
Zîhnîyeteke nekurd li nav kurdan belav bû, ne em wek xwe man, ne jî bi tevayî em şibîyan dagirkerên xwe.
Û qonaxa em hatine lê sekinîne, tevger û hereketa ku zarokên kurdan bi slogana “Kurdistaneke azad û serbixwe” xapandin, îro ro navê Kurdistanê li ser zimanê kurdan qedexe kirîye.
Erê weleh…
Bijî Serok Apo!

Gotina Dawî
Ji vê jehrê re panjehrek divê.

23 Aralık 2024 Pazartesi

tifaq mifaq

Yekîtî! Yekîtî! Yekîtî!
Mesele pir basît anku hêsan e, kaka gîyan!
Di rewşeke wek rewşa îroj de,
ku her kes kurd be, jixwe hewce namîne rojev bi tifaqeke sembolîk û ne jidil şolî bibe.
Haa!
Dibe hin qafkerên mejîsist hîn jî tê negîhiştibin bê kurdîtî çi ye.
Wê çaxê, ka em ta bi derzîyê ve kin!..
Li ser bingeheke kurdî azadî û serxwebûn û rizgarîya Kurdistanê ye, kurdîtî.
We got erê?
Himm!
Dû re…
Ku Kurdistan azad û serbixwe û rizgar bû, 
kî çi gûyî dixwe, 
kî dihere ser çi dîn û mezhebî, 
kî bi kîjan îdeolojîyê li dinyayê dinere, bi kêfa xwe ye;
haa!..
hez dike, dikare bibe pûşt û qehp û qûnek û qûnde jî, 
lê berî her tiştî…
ji me belengazên bê dewlet re, dewletek divê;
Kurdistanek divê!

Ka meseleya Mem Ararat çi ye, ne çi ye, nizanim, lê jixwe em dizanin bê ev zîhnîyeta teres ku tirkan ew li serê me kirîye bele, bi çi xezebê ji kurdan û kurdîtîyê aciz e;
lewra…
ev zîhnîyet, hewl dide her kesî veguherîne xwe û bi wê xweya xwe ya derewîn bi çend kurtêl û hestîyên dewleta dijmeriv xwe konformîst hîs bike ku ew konfor bi xwe jî konforeke erzan û xapînok e.
Îja heyran…
divê Mem û yên wek Mem ji ber vê zîhnîyetê nebêje çîz û bi paş ve gav navêje.
Na, heger…
çavên xwe bitirsînin, textê wan ê bi ser serê wan de hilweşe û ferqa wan ê ji wan kurtêlxwir û hestîkojan nemîne;
loma jî…
divê hesabê wan nekin û bi sekn û helwesta xwe ji wan re bibêjin:
“Nigê we digihêje ku, deynin wir!” û hew!
Îja…
ji vê helwestê re jî qûn hewce ye,
heger bi we re hebe ew qûn, kes ê nikaribe di ser kîrê we re baz bide!
Lê kîr jî divê kîr be, haa!
Erê, ez dizanim şêwaza min seksîst û nêrane ye û li dijî felsefeya feminîstan e, lê ez çiçikên feminîstan bixwim, bila ji ber vî zimanê min ê rût û rep li min negirin.
Axir…
Berî ku mijar bibe feminîzm, ez herim bimîzim, lê berî ez bimîzim jî, divê ez vêya bibêjim.
Ez ji jinên xwe jin hiştîye anku jintîya xwe parastîye, hez dikim;
ne ji mêrên feodal hez dikim, ne jî ji jinên feodal (feminîst)
Axira axir…

Gotina Dawî
Kurdistan welatê kurdî ye.

22 Aralık 2024 Pazar

projeya mezin a rojhilata navîn

Kurdino!
Ji bo Xwedê, anuha kes tiştekî ji we naxwaze, tenê bi gotin û tevgerên beradayî kaosê çênekin, bes e;
lewra…
jixwe bi salan e ji ber vê rewşa kaotîk yeka me nebûye dudu.
Ya din jî…
carinan şaş û metel dimînim!
Çima?
Heyran!
Madem dilê Amerîkayê heye dewleteke kurdî ava bike, çima bêvila van xwelîserên apoyî naxe qûna wan û wê herêmê ji wê zîhnîyetê paqij nake?
Êdî kifş û eşkere ye zîhnîyeta apoyî li dijî dewletbûna kurdan e û ev jî ne bi kêrî Amerîka û Israîlê tê, ne jî bi kêrî kurdan;
lewra…
ev zîhnîyet, ji labaratuara tirk û ereb û farizan derketîye û tenê li gorî berjewendîyên tirk û ereb û farizan tev digere.
Ê wê çaxê…
ev çi sosret û hetiketî ye?
Ma qey ew hêz û qaweta amerîkî û israîlîyan tune ye ku vê zîhnîyetê têk bibin?

Gotina Dawî
Ji tirk û ereb û farizan bêtir, ev zîhnîyeta apoyî li dijî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e.

21 Aralık 2024 Cumartesi

şêx maşûq

Şêx Maşûq şaşika xwe li ser serê xwe ediland, kirasê misilmanî ji xwe danî, kirasê kurdî li xwe kir û derket rêwîtîya kurdistanî.
Rebeno lê nerî bi çepgirî û bi rastgirî û bi derew û xwexapandina konformîstî kurd nabin kurd û tifaqek çênabe, di rê û rêwîtîya azadî û serxwebûna Kurdistanê de, rabû xwe kar kir û wek çawa di wext de Muhamed xwe li ser serê qewmekî pîs û genî kir pêxember û ji wî qewmî împaratorîyek ava kir, ew ê jî kirasê xwe yê kurdîslamî li xwe bike û kurdan li ser tifaqeke kurdistanî li hev bîne, 
lê heger derdê kurdan bira jî kurdbûn be, haa!
Ka em ê guhdarî bikin û bi hev re bişopînin bê qudreta Şêx Maşûq ê têrê bike ku kurdan bike kurd?

Gotina Dawî
Bi şertê Şêx Maşûq Amerîkayê li ber çavên kurdan neke marekî reş!..

20 Aralık 2024 Cuma

gotin gotin e heger xwedî xwedî be

Dema we bi hinekan re şer kir anku pevçinî, tu carî peyva dawî nekin; peyva ku hûn ê nikaribin bînin cî!!! 
Dû re ku…
ew peyv nayê cî, xwedîyê xwe dike hîç û pîç,
loma jî…
qedrê gotinê bizanin.

Gotin, 
çek e, heger rişma zimên hebe û li fermandarê xwe anku li mejî guhdarî bike.
Erê, guh bidin dil jî, lê tu carî bi dewla dil nerin avê, 
lewra…
dil meriv dike bilbilekî bikul.

Kulên xwe di qulên hestan de veşartî nehêlin, lewra…
her kul qulekê vedike li ser dil
û dilê biqul jî motîvasyonê xera dike û nahêle meriv li ser xwe biedile.

Biedile li ser xwe û li pêşîya xwe binere her tim,
yan na…
heger tu asê bimînî di kemîna zemên de, zeman ê li ser zimanan te bike kulmek nifir.

Nifir! Nifir! Nifir!
Dibêjin, li xwedîyê xwe vedigere her tim, lê hay ji xwedî nifiran tune ye ku ji ber kirina nifiran di vî halî de diqirqile.

Min got:
-Seadetê, ka şîva te çi ye?
Got:
-Ma bi Xwedê, hema malhazirî…
Min got:
-Malhazirîya te çi bû gidî?
Got:
-Weleh hema ez rabûm min hinek sînga mirîşkê û hinek dilê berx ji zarokan re raqelandin û danîn ber wan.
Min got:
-Tu jî gewî bûye haa! Şîva te her şev her şev goşt e.
Kenîya…
Got:
-Lo lawo, êdî kûçik jî ku xwarina wî ne goşt be, ne direyê ne jî dihere kesî, li devê derî vedikeve mîna teresekî.

Gotina Dawî
Ruhê gotinê heye…

19 Aralık 2024 Perşembe

hema wilo ji qewla ciwanikekê

“Kîrê reben di bin karakter û kesayetên pûç û beradayî de dinale!”
                                               Fexrîyê Gunekî

Erê weleh, dinale!..
Ji ber bêkêrî û xwelîserîya bêkêr û xwelîseran, rebenê kîr jî mîna sêwîyekî stuxwar e êdî.
Êdî kîr jî mîna min bê dewlet e.
Û ez stuxwar, kîr stuxwar!
Heger wek berê pişta min xurt bûya, min ê bi avika xwe ji we re sînorek çêkira, lê ne ez yê berê me, ne jî rebenê kir, mixabin.

-Hoo xalo!
-Kerem bike, berxê xalo!
-Ma qe tu ji xalojna min têr nabî. Êdî hew çavê me bi te dibe, ezxulam! Agir bi herêmê ketîye, ma tu nabêjî çi?
-Hahew! Agirê mezin di quzê xalojna te de ye, hey te xwelî li serê xalo kiro! Ka bise ez ewil avekê li vî agirî kim, dû re ji bo herêmê Xweda mezin e, lo!

18 Aralık 2024 Çarşamba

çîroka zayîna qantirê


Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokrat (HSD) Mazlûm Evdî ji bo avekê li metirsîyên Tirkîyeyê bike, teklîf û pêşnîyareke din ragîhand:
Evdî dibêje, “Di bin çavdêrîya Amerîkayê de em dikarin li ser herêmeke ji çek û eskeran hatîye paqijkirin jî li hev bikin.”
Axir, ez ê jî bibêjim,
“Madem qûna we ne ew qûn e û hûn bi vê xezebê noqê ji tirkan vala dikin, rûnin li mala xwe û bila belasebeb xwîna zarên xelkê nerije, Evdîyê ji ometa Evdo!”
Ya din jî…
ji bîr neke, Evdîyê ji ometa Evdo!
Tenê metirsîyeke tirkan heye, ew jî ev e:
Kurdbûna kurdan ku veguhere xurtbûna kurdan, Tirkîye pê digire, 
lewra bakur ji dest wan dihere û jixwe ku bakur ji dest wan here, herêmên din ê jî wek xwe nemînin.
Îja…
Ka aqil!

Ax û eman!..
Lê belê ev “Ax û Eman” naşibe strana Ciwan Haco.
Bi “Ax û Eman”a  Ciwan Haco meriv xwe di himbêza yarê de dicivîne ser hev da ku yarê bi maç û ramûsanan li ber dilê meriv bigere, 
lê belê…
bi vê “Ax û Eman”ê em li çongên xwe xin û kirasê xwe û “yê” dêya xwe jî biçirînin, ew ê fêde neke.
Nuha hûn xwe bi xwe dibêjin, “Hey min di te nîyho! Ka bê çi qewimîye û ev “Ax û Eman” çi ye, ji me re jî bibêje, dû re tu dikarî bi rave û şîroveyên xwe bikutî mejîyê me!”
Rast e!
Erê, rastî çendî tehl be jî, rast e.
Axir…
“Tirk hewl didin bi rêya Apo û DEMê kirasekî nuh ji kurdan re bibirin, bidirûn û li wan kin, lê qumaşê/perçeyê wî kirasî ne bikalîte ye, hay jê hebin!”
De wa ye min got, hûn jî li serê kîrê xwe ango li pişta quzê xwe binivîsînin.

Li ser twîtterê ez li vê gotina pêşîyên latînîyan rast hatim.
Gotin weha ye:
“Critica vana amor occultus est.”
Wateya wê:
“Rexneya bêbingeh an jî pûç û vala, nîşaneya dilbijandineke veşartî ye.”
Rast e.
Gelek caran ez dibînim hin xwelîser jî, ji ber ziman û şêwaza min ya hişk û tûj û erotîk li paş min paşgotinîyan dikin.
Ez jî pir ecêb im, haa! Ku bû paşgotinî jixwe li paş meriv tê kirin.
La hewle wela! 
Biborin!
Carinan mejî li min jî bloke dibe.
Êê normal e, heyran.
Meriv rabe ker û golikan li cem hev girê bide, ma qey ji hev naelimin teorîya kuantûmê!
Axir…

Gotina Dawî
Ka îja qantir ê berê bizê yan bêvila me yê berê bişewite, nizanim!

17 Aralık 2024 Salı

şeveke keskeyî

Tenê wê spîboz bû, mîna berfa şoppêneketî ya li qotê çîyayê Agirîyê…
Porê xelekxelekî yê di ava zêr de dakirî bi ser çavên keskeyî de xwe berdabû.
Li ser wê bedena wê ya wê kêlîyê hemû dîn û pêxember û kitêbên pîroz li ber çavê meriv dikirin zirhîçek, binkirasekî sor ê transparan nefes li meriv diçikand;
serê memikên wê yên ku mîna mewîjên ji mahserên omerîyan stewîyabûn, di bin wî binkirasê sor ê transparan de diqîrîya.
Navê mû û pirçê li ser wî tenê nazik î fedîyok xuya nedibû;
spîboz, şahîk û bi qasî comerdîya kurdan comerd ku çavan ji fedîya dinyayê jî bi xwe re nedixeyidîn berê xwe jê biguherin;
jixwe gunehkarî bû berîguhertina ji wê pîrozbayîyê.
Li ser wê bedena spî, por zer, çav kesk û çendî lêvên sor ên bigoşt di nav lêvên min de ji soranî ketibûn jî, ew binkirasê sor ê transparan ambîyansa wê şevê temam dikir;
Kurdistan!
Erê, wê şevê di himbêza Kurdistana xwe de, min kurdîbûna xwe pîrozwer dikir, bi Kurdistana xwe şa dibûm.
Li ser qenepê rûniştibûm, tenê derpîyê min ê kin li min bû. 
Min dît hêdî hêdî ber bi min ve hat, mîna werdekekê, lê ew şilfîtazî bû. 
Berî ew bigihêje cem min, bêhna wê ya efsûnî ku gaveke berê di serşokê de bi sabûna kurmancî ew ten nermijandibû, firnikên pozê min ji qudûm de xistin; 
arezûyeke ku êdî hew tê kedîkirin bi mejî ve rapelikî. Çavên min bi cizbê ketin, nefes li min çikîya dema bi aweyekî beqikî hat li ser sînga min pal da; erê min û wê navê vê pozisyonê kiribû beqikî…
Kêlîyekê ez ji hiş xwe ve çûm, çav li min qulipîn, sersem bûm bi wê behna wê ya arezû û şehwet jê difûrîya.
Çavên wê girtî, gepa wê ya rastê li texma dilê min mexel hat. 
Kêlîyekê, li ber senfonîya dilê min ku tenê wê dibihîst, xwe hîç tev neda.
Dû re…
mîna şêrek li birçîbûna xwe hayil bibe û bi wê xezala ser sînga xwe bihise, li min jî wer hat.
Ewil min destên xwe li nav pişta wê gerandin, bi nermî; ew tenê wê yê hevrişimî di nav lepên min de xwe li şermî datanî. 
Hêdî hêdî dilê wê jî tev li senfonîya dilê min bû, êdî diavêtin ber hev. Û bi wê senfonîyê hest bi xwe hisîyan, govenda arezûyê gerîya.
Bi haweyekî nazenîn gepa xwe ji ser sînga min rakir û bêyî ku çavên xwe veke, mîna şopgerek şopê bigerîne, lêvên xwe li lêvên min gerandin. Ku lêvên wê gîhaştin lêvên min, ji nişka ve ew kîrê min yê heya kêlîyeke berê jî xwe li delalî danîbû, mîna mar bi tîna tavê re xwe ji qulê bikişîne, hêdî hêdî lê bi awayekî qure berjor hilkişîya. 
Ku gîhaşt nav lêvikên quzê wê, bi ricifandineke berz bedena wê lerizî û lêvên xwe li lêvên min şidandin; 
geh zimanê min reqisî di hundirê devê wê de, geh jî zimanê wê reqisî di hundurê devê min de, me hevdu hartir kir.
Û hilkişîya ser Hz. Rep û Reb werîsek avêt ezmanê heyştan, xwe bi jêr ve bi ser ezmanê heftan ve daliqand, kil bû û hey kil bû li ber senfonîya axûwax û nalînan.
Devê xwe hêdî hêdî bi kubarî ber bi guhê min ê rastê ve bir, ku lêvên wê gîhaştin guhê min, pêleke erojen seranserê bedena min dîl girt, borînî bi dilê min ket di bin qefesa wê sîngê de, mîna erdhejekê di bin wê de li hev qulipîm.
Got:
-Tu Rebê min î û ez ê jî Rebê te bileqînim, îşev!..
Dû re nermika guhê min xist nav lêvên xwe û mêt. Çav li min jî, li xwe jî qulipandin. Êdî rişma arezûyê ji destê mejî derketibû û em ber bi cizbeke îlahî ve bi çargavî dibezîyan. 
Xwêdana ji nav çiçikên wê diza, diherikî ser navik û binnavikê û ji wir jî xwe li nav berzikê digirt, lê ji ber ku navê ta, mû û pirçê bi bedenê ve tune bû, mîna hinguvê li ser qeymêx biherike, ji wir jî diherikî, diçû xwe li dora gilikê digirt, gilik şil û bel dikir.
Ku min ew ji ser xwe avêt, bi hêla rastê ve qulipand, ez lê fitilîm; jixwe êdî li ser piştê bû. Berî ku ez çîpên wê ji hevdu bidim alî, wê xwe amade kiribû jî. 
Kêlîyekê, mîna birçîyekî hov tenê min ji xwe re li wî quzê xweşik û bedew nerî ku te yê sûnd bixwara heya wê rojê tu kesî qêmîşî wî nekirîye li hêla wî binere, lihevhatî, dorneqişî, zepitî, spîyekî boz û lêvên rengxwedayî…
Û ez qurisîm ser…
Min bêhn û nefes li wê jî, bêhn û nefes li xwe jî çikand û hew min dî serê bêvila min li ser gilikê, bi ricifandineke têrşehwet qîrînî û barînî pê ket, mîna mirîşkeke serjêkirî di nav lepên min de perpitî!..
Min serê xwe ji nav çîpên wê rakir û bi jora wê ve rapelikîm, heya min xwe gîhand lêvan, bi lêv û zimanê xwe, min her dera wê maçî kir, mêt, alast û av da. 
Min lêvên xwe li dora guhê wê yê rastê gerandin û bi nermî maçî kir.
Min got:
-Tu Kurdistana min î û li ser bedena te ez li xwe vedigerim, dibim kurd!
Ji qiraxa çavê wê yê çepê niqutek hêsir niqutî dora gepa wê, berî xwe bigihîne ser bahlîfa ber serê wê, li ser gepa wê belav bû. 
Min zimanê xwe li ser gerand û maçî kir, bi nazenînî. 
Li ser rûyê wê bişrîneke nîvxemgîn za û bi dengekî nerm î bergerokî got:
-Ji bo vê bextewarîyê heq bikim, min çi kir, ya Rebî!



ast û mast

Heger mejî ji civakekê xeyidî be, ew civak di nav bêmentiqîyê de vedigevize.”
                         Gotineke pêşîyên mejîsistan

Erê, berê jî bêaqilî û mejisistî hebû, lê ne bi vê xezebê.
Jixwe piştî min fêhm kir xwendina bi sedan kitêb bi qasî sloganekê ne bitesîr e, ez rabûm çûm, min hemû kitêbên xwe avêtin binê tenûrekê. Min got qet nebe bila bi kêrî teşteke nan bê.

Bala min lê ye hîn jî hin xwelîser xayîn û qehremanan tevlihev dikin. 
Haa!
Ne problema min e kê kî kirîye xayîn an jî qehreman, lê kêfa min ji bêmejîtîyê re nayê.
Nuha Barzanî li ser text e, serektîya Kurdistanê dike, Apo jî li Îmralîyê bi mît û îtê re li ser stratejîyan dixebite ku ew ê çawa rişma kurdan têxe destê tirkan, lê mixabin vê zîhnîyeta ku bi manîpulasyonan mejîyê civakê bloke kirîye, Barzanî dibe xayîn, Apo jî qehreman!
Ka aqil!
Axir…

Mazlûm Evdî ji bo HDSyê dibêje, ne hêzeke kurdî ye, ev hêzeke giştî ye, tevayîya Sûrîyeyê temsîl dike.
De were kirasê xwe neçirîne!
Lê ez jî vêya meraq dikim:
Gelo ji xêndî kurdan ji çend miletan û çi qas şervanên wan heye?
Hey bêdewletên belengaz!
Hey hurmeta we ji we re tune ye, qet nebe bila hurmeta we ji ked û xwîna wan keç û xortan re hebe!

Gotina Dawî
Civakek, bi qasî vîzyona rewşenbîr û entelektuelên xwe qels an xurt e.

15 Aralık 2024 Pazar

kurdistan dinale

Di mirûzê vî tahjîyî de rehm tune ye, lê jixwe muxatabê kurdan ne ev e, Amerîka û Israîl in!
Ez qala El Golanî dikim.
El Golanî efendî, heger ji destê te bê, tu yê xwîna kurdan vezwî û erda Kurdistanê bi xwînê av bidî, lê baş e ku rişma te di destê xwedîyên te de ye û xwedîyên te jî şirîkên me ne.

Mazlûm Evdî jî dest bi edebîyata yekîtîya niştimanî kirîye.
Kuro, de huş be lo!
Heya tu bibojî, “Serok Apo” sembola me ye, kes ê ji gotin motinên te yên vîkîvala bawer neke.
Madem Apo sembol e, herin bi Enqereyê re yekîtîyê çêkin!!!
Li Enqerê bi mît û îtê re li ser nebûna kurdan lê ji bo hebûna misak-i milîyê bi haweyekî stratejîk aqil dide dewletê, îja serok Apo ji bo kurdan sembol e.
Weleh heyran, 
sembola we jî ji bo min û yên wek min tenê sembola hêvîşikestî, qudûmşikestî, xwebawerîşikestî û xeyalşikestîyê ye, 
Merheba serok Apo!

Hin heval jî li ser gotinên megalomanîk û romantîk bangewazî û daxuyanîyan belav dikin, li hesabên xwe yên medyaya civakî.
“Yekîtî!”
Jixwe kurd yek in, lê yên nekurd bi zorê nabin kurd!, wîî!
Dev ji xwe jî, dev ji me jî berdin.
Yekîtî çawa çêdibe, hûn dizanin?
Bi sekn û helwesteke kurdî û bi armanca Kurdistaneke azad û serbixwe!
Her kî bibêje kurd û kurdî û Kurdistan, jixwe bivê nevê dikeve nav wê yekîtîyê.
Îja bi çîrok û çîrçîrok û çîvanokên êdîî zarok jî hew li ber di xew re diherin, xwe jî, me jî nexapînin.

Hîn jî hêvîya xwe ji Selahattîn Demîrtaş nebirîye, hin hevalan.
Li ser twîtterê hevalekî gazin kiribû, gotibû, “Heger îro hebûya Selahadînekî din, li ser textê Şamê kurd ê rûniştana.
Min jî got,
“Yek heye, lê ew jî hebûna misak-i milîyê di ser her tiştî re digire û dparêze, mixabin.”

Heyran, ji kerema xwe re piçekî giran û zilam bin. Jixwe bi salan kultura dîktatorî û pûtperestîyê mala me xera kir; ne bes e hûn jî radibin wê kulturê berdewam dikin.
Kêlîyeke berê li ser medyaya sosyal ez li dîmenekê rast hatim. Lawê Nêçîrvan Barzanî yê huvdehsalî bi jeepeke luks ku ez nizanim bê ka buhayê wê çi ye, hat li ber mekanekê sekinî û pêşmergeyekî wek fîtekî ku bi îhtimaleke xurt bi temenê xwe ne kêmî Nêçîrvan bû jî derîyê wî vekir û piştmêrîya wî kir
Erê, wî biparêzin, piştmêrîyê bikin, lê ne bi vê xezebê, loo!

Gotina Dawî
Û Kurdistan dinale bi çar alîyan ve!..

14 Aralık 2024 Cumartesi

roj ê here an nere ava

Bi min…
çendî hin dost/heval reşbîn bin jî, ew ê rewşa rojava hêdî hêdî bibe wek rewşa başûr.
Ku bawerîya we bi kurdan neyê jî, bila bi Amerîka û Israîlê bê!..

Hûn bi ya min dikin…
zêde serê xwe bi ford û gef û quretîyên Erdogan neêşînin; jixwe derdê Erdogan tu carî nebûye Tirkîye, her ji bo berjewendîyên xwe tev gerîyaye, loma jî guhên xwe ji ford û gef û quretîyên Erdogan re bigirin, lê bila çavên we vekirîbin, lewra vî zemanî meriv nizane bê kî yê têkeve gora kê!

Û dîsa bi min…
proje jî ev e:
Erdogan în!
Tirkîye out!
Û slogan jî:
Hêdî hêdî bijî Kurdistan!

Gotina Dawî
Bila Mît û Îtê tirkan zêde xwe qure nekin, bi qasî Amerîka rişma wan sist bike, dikarin bireyên û xwe rakişînin!

şerê rojava û hewara quzê lily philpsê

Heya em pîyon bin, kes ê hesabê me neke,
lê baş e ku Amerîka û Israîl ê jî hesabê pîyonan nekin!..
Zîhnîyeta ku bakur hilweşand, nikare rojava biparêze,
loma jî hewce ye ewil rebenên amerîkî û israîlîyan bi vê zîhnîyetê re şer bikin û têk bibin.
Zîhnîyeta ku hîn û hîn pesnê Apo dide, ji xêr û fêdeyê bêtir zirar û xisar e ji kurdan re.
Îja ka kê bi kê re çi bazar kirîye û di vê bazarê de kurd dikirin/difiroşin an tên firotin, zeman ê dîyar bike, bi zimanan.
Û ziman ji zemên re dibêje li kok û axa xwe vegerîne bêaqil û bêhişan!

Şeytan denklema Xwedê têk dibe. Bi saya serê wî em û ên din (pez) ji hev vediqetin, lê yên serdest jî pez in vî zemanî, mixabin.
Ez ê ji yên nepez bipirsim, lewra karê pez tenê çêra zik e û dawîya çêra zik jî nayê jixwe, heya stu digihêje kêrê!
Û kêr jî di destê misilmanan de ye!..
Off!!!
Dîsa serî li min bû tara bêjingê.
Li rojava, 
li hemû dezge û sazîyên fermî ew ê alaya nuh a Sûrîyeyê li ba bikeve.
Berê du stêrk bûn, nuha stêrkeke din jî lê zêde kirin, lê bi hêvîya stêrk ji ber çavên me nerin.
Himm!
Wextê ez aqilê xwe diavêjim binê miqilka mentiqê û pijînî bi wî aqilî dikeve, di serê min de ew rewşa leylanî piçekî zelaltir dibe 
anku mîna tabloyeke wênesaza jîr Çîdem Baranê, bi haweyekî sublîmînal peyamek di serê min de gon dixwe û piştî ew peyam avis dibe û dizê jî, nexşeyeke sînorên wê hêdî hêdî kifş dibin, li xwe mikur tê.
Bi min,
dibe ku ez şaş bim jî, lê…
El Colanî anku El Golanî jî mîna Mazlûm Kobanî zilamê Amerîkayê ye û hêdî hêdî temelê projeyê tê avêtin.
Axir…
hin proje jî pir balkêş in!!!
Li ser meseleyê:
jineke agirpêketî ya onlyfans Lily Philips bi projeyeke balkêş bal kişandîye ser xwe.
Di rojekê de qut û gulover tam sed mêr bera ser xwe daye anku kîrê sed mêrî xistîye xwe û belika guhê wê jî xwê nedaye, negotîye ayy serê min!
De îja…
ne eyb û ne fedî em mêr jî radibin qayîşê bi jinan re dikişînin û xwe ji wan bihêztir nîşan didin.
Tew! Mala bavê min mala mêran e, çadira bavê Lalo tîştîşî bûye, qetîyaye!
De bi telaqên bêfitû ez bi xwe hewl bidim projeyeke weha çêkim, di rojekê de ne sed jin, piştî ku kîrê min ji quzê şeşan derkeve, êdî hew li ser xwe diedile û mîna xîlika elokan ew ê her daliqîyayî bimîne heya şeş seetan.
Û min go dîsa axir…

Gotina Dawî
Mesele kûr e, dahwe giran e, lê ev şer ne şerê zarokan e.

11 Aralık 2024 Çarşamba

aqilê protez û apoyê we

Kurd ji axê çêbûne, lê hûn ji kurdan zêde bûne û nuha jî hûn hewl didin kîrê hûn jê zêde bûne di ber de jêkin.
Her kî li dijî hebûna afirînerê xwe tev bigere anku derkeve, ew ê bi xwe tune bibe; wek Iraqê, wek Sûrîyeyê. 
Û ew ê berdewam be, dor ê bê Îran û Tirkîyeyê jî.

Apo li ser koka me kurdan rûnişt, kerên me di kwîrên me re derxistin; ax jehrdadayî kir, ne ziman ma, ne jî nirx, lê hîn jî hin xwelîser xwelîya wî belav dikin.
Amerîka ji wan re dibêje baqil bin!
Israîl ji wan re dibêje baqil bin!
Ewrûpa ji wan re dibêje baqil bin!
Lê…
Ew terka Apoyê xwe nakin û bi serê wî sûnd dixwin.
Ez ê bibêjim Xwedê aqilekî bide van xwelîseran, lê van xwelîseran aqil di serê Xwedê de jî nehişt, mixabin.
Ev 25 sal in Apo di nav destê dagirkerên we de ye û tenê li gorî stratejîya dagirkerên we geh xwe nîşan dide, geh xwe vedişêre, lê dîsa jî hûn terka wî aqilê protez nakin.
Axir…

Gotina Dawî
Jan bi serê tirkan keve!
Jan bi serê ereban keve!
Jan bi serê farizan keve!
Gel mel, biratî miratî, derew e, li berjewendîyên neteweya xwe hûr û konsantre bibin.
Pêşîyên me gotîye, “Bira bira ye, bazar xuya ye.”
Bi kin û kurdîya kurmancî,
baqil bin an na hûn ê hîn gelek carên din li wê bazarê bên firotin, heger hûn terka biratîyan gel melan nekin.

10 Aralık 2024 Salı

kurd û sûrîye û rojev

Ev serê çend rojan e min cilka bênamûsîyê ji ser serê xwe daye alî û ji hêlekê ve dixwînim, ji hêlekê ve jî dinivîsînim, lê mixabin rewş û rojev mîna romana ku min dest pê kirîye ne romantîk e. 
Û bi qasî ez derfetê dibînim û serê xwe ji xwendin û nivîsandinê radikim heya ji min tê, hewl didim rojevê jî bişopînim anku taqîb bikim.
Lê mîrata rojevê jî mîna jina qûnde ye, her seetekê bi kîrê hinekan avis e, lê kîr kîrê kê ye, ne dîyar e.
Ez dizanim nuha hûn jî mîna min xwe bi xwe dibêjin, ma ev jî gotin e, xwedîyê kîr kifş û eşkere ye.
Erê, rast e. Kifş û eşkere ye, lê li ser axa vê herêma qehp û qûnde kîrên çêkirî jî li bin guhên hev dikevin û mixabin êdî em hew dizanin bê ka kîjan kîr ê Xwedê ye, kîjan kîr jî yên evd û xulaman in,
lewra ji yekî derdikeve dikeve yekî!..
Axir…
li pişt vî şerê ku kes nizane bê destê kê di bêrîka kê de ye, her weha dîplomasîyek jî heye, lê di vê dîplomasîyê de em bi aqilê xwe tev digerin an aqlê me ji kîsê xelkê ye anku aqilekî protez serdest e, ew jî ne dîyar e.
Lê jixwe…
ji roja roj de ye kurd mirîdên aqilekî protez in û ew aqil berê wan bide ku, berê wan li wir e.
Ya din jî, di serê min de çend pirsên repkirî xwe li min û we diboqînin!..
-HTŞ, çawa ji nişka ve bû xwedîyê Sûrîyeyê?
-Çawa û çima hikûmeta Esad ji nişka ve têk çû û Esad berê xwe da Rûsyayê?
-Di vê projeyê de para Rûsyayê çi ye anku li ser çi li hev kirin?
-Çi qewimî?
-Amerîka û Israîl li dijî HTŞyê ne yan bi HTŞyê re hereket dikin û tev digerin?
-Li vir, kurd xwedan roleke çawa ne?
-Amerîka û Israîla ku halanan di kurdan de hildidin, ji bo kurdan çi fikirîne yan jî çi difikirin?
-Di vê projeyê de kurd ê tenê esker anku pîyon bin an ew ê jî şirîkên vê projeyê bin?
-Erê, di projwyê de navê Kurdistana mezin derbas dibe, lê perçeyekî Kurdistana mezin jî di nav sînorên Tirkîyeyê de ye û Amerîka û Israîl jî çavên xwe ji Tirkîyeyê re digirin. Ev çi nakokî ye?
Heger Amerîka, Israîl û Tirkîyeyê li hev kiribin, naxwe Kurdistana mezin ê çawa ji vê projeyê derkeve? 
-Yan jî Kurdistan ê qop be gelo?
-Di vê projeyê de Tirkîye pragmatîk tev digere û li li ser berjewendîyên xwe bi Amerîka û Israîlê re li hev kirîye yan Amerîka û Israîlê hêdî hêdî wê ber bi feqê ve dikişîne?
-Anku hayê Tirkîyeyê qonax bi qonax ji vê projeyê heye, lê hewl dide bi zirareke biçûk bifilite?
-Û çima navê kurdan hîn jî HSD ye?

Gotina Dawî
Bi qasî ez dişopînim, gelek sîyasetvan û rewşenbîr û rojnamevanên me, kîrê xwe û masîyan ji hev nas nakin.

Gotina Herî Dawî
Wek her car ez dîsa bibêjim, heger kurd û tirk û ereb û fariz bitifaq li dijî Kurdistanê bin jî, Amerîka yê ji bo berjewendîyên xwe û silametîya Israîlê Kurdistan ava bike.
Û li rojavayê Kurdistanê şer e, lê başûr jî dîplomasîyekê dimeşîne çendî bi dîzî û veşartî be jî…

5 Aralık 2024 Perşembe

reqsa kurmancîyê

Peyveke pir xweş heye: 
“Ez ji xwarin ketime.”
Di wateya “îştaha min tune ye” de anku di şûna “ev demek e mahdê min nare xwarinê” tê bikaranîn.
Ka ez jî peyveke din lê zêde bikim:
“Ez ji xwendin ketime.”
Mixabin, demeke dûr û dirêj e naxwînim, nikarim bixwînim, nikarim li xwendinê germ û konsantre bibim. Ev serê sê mehan e hûn bidin ser hev encex min şeş kitêb xwendibin.
Sedem çi ye?
Ê de qey sedemeke xwe heye ji qewla serhedîyan.
Xwedê bi xêrê bigerîne, lê xêr jî di tiştekî de nemaye êdî, mixabin.
Axir…

Ez li xwe fitilîm, çi bibînim! Çavên min çûn li paş guhên min sekinîn. 
Şok! Şok! Şok! 
Zikê wê li ber devê wê bû; heger îşev neza, ew ê sibê teqez biza; ku neza jî jixwe êdî ew sêlek nedisekinî, hew di malzarokê de hildihat.
Min got:
-Keçê, tu kengî zewicî? Tu kengî avis bûyî? Ma ne tu anarşîst bûyî! Tu nediketî bin hukmê mêr û te zarok marok çênedikir!
Kenîya…
Got:
-Ma tu di guhê gê de yî! Ez di meha heyştan de me.
Min got:
-Pîroz be û çavê te ronî be, lê heger rojekê tu jî wî xwelîserê mêrê xwe aciz bûyî, hayê min jê çêke.
Dîsa kenîya…
Got:
-Çima xwelîser? Ma ez ew qasî xerab û ne xweşik im? 
Min got:
-Na keçê, na. Tu qeymaxê bin hinguv î, ji hesûdî min wer got.
Vê carê nekenîya. Dûr û kûr çû, xwe bera binê bîra bîranînan da. Ez jî piçekî leylanî bûm, li dora bîrê çûm hatim, lê neşemitîm.
Got:
-Temam. Soz heger rojekê ez ji wî xwelîserî aciz bûm, ez ê hayê te jê çêkim.
Vê carê jî ez kenîyam, lê bi rengekî veşartî…
Bijî hedonîzm!
Anku…
Bijî qehpikîzm!
Çi jin çi mêr, divê meriv li pey daxwaza dilê xwe bide lotikan.
Haa!
Divê hûn afarozbûna ji civakê bidin ber çavê xwe.
Min go ji kesên ruhê wan qehpik hez bikin, ne ji yên karektera wan qehpik!

Gotina Dawî
Min got, “Xwarzê, serdestên edebîyata kurdî bindest in!”

4 Aralık 2024 Çarşamba

gotinên depresîf

bextewarîyê li ber sîya bextnemayîyê pal daye
û ûjdan bi kirasê bêhlaqî yê transparan digere
di bin berçavka camstûr a gemarokî de çav xwe distirînin ji tirsa lêmikurhatina tavê
min go her kes her kesî dixapîne vî zemanî dayika zemên 
peyv hevokê hevok paragrafê paragraf pasajê pasaj metnê metn jî min û te
û ez û tu jî li ser devê bîreke qebhetpêdehatî sekinîne evînê dikişînin bi dewlê
benê dewlê jî ji mûyê spîyên serê xwedê
hoo xwedayê vê alemê û alema dinê 
ma min ji te re negotibû heger tu xwe neşoyî spî yê têkevin wî serê te yê êdî em hew tê de hiltên

Na na..
Heger hûn bixirpişin ser gotinên vê metnê û tecawizî namûsa van gotinan bikin, bi îhtimaleke xurt ev gotin ê gon bixwin û ji we re zimanekî entîke biwelidîne,
lê…
erê, lê ez di nav metnên hin nivîs-kar-ên xwelîser de li “z”ya zimên dihilkumim ku rebena “z”yê ketîye pey tîpên xwe yên her yekê berê xwe daye derekê û bi derekê ve pengizîye, ji xezeba qelemên bi nexweşîya kataraktê êdî kêm dibînin.
Ji bîr nekin!
Kîrê zimên jî heye û nivîskar bi kîrê zimên dizê, lewra bi qasî ziman bixwaze, hûn aktîf an pasîf in.

Hin hevalan got ka tu nehatî fuara kitêban a Amedê?
Xwezî bi qasî Receb Dildar ew enerjîya min hebûya, lê mixabin tune ye û ez herim di ber Receb de reş û şîn bibim, kirasê xwe biçirînim jî, ji wê enerjîya xwe tenê kulmekê jî ne dide min, ne jî difiroşe min.
Helal be ji wî û îmana wî û wê sebr û enerjîya wî re. 
Ji tu fuaran namîne û mîna memûrekî postexaneyê ji sibehê heya êvarî li ber standa xwe rûdine li ser her kitêbê îmzeya xwe diavêje, çi kitêbên wî çi ne kitêbên wî…
Ji kerema xwe re,
her kî di ber standa Receb re derbas bû, teqez bila wêneyekî pê re bigire û li ser hesabên xwe yên medyaya sosyal belav bike.
Li entelektuelên xwe miqate bin!
Û ez!..
Ne ser rûpelên kitêbên xwe, ez îmzeya xwe diavêjim ser dilê xwendevanên xwe.
Îja heger wî dilî kurdî û kurdîtî li xwe bar kiribe,
axir!..

Gotina Dawî
Ziman netehenînin!
Heger were û ziman bitehene, xwelî yê jî bi dest we nekeve!..

15 Kasım 2024 Cuma

kurdî dêya kurdan e

Heya dînên amedîyan jî gêj û sersem û tiroviro bûne. 
Min carekê gotibû, dubare bikim; li Kurdistanê, tenê dîn wek xwe dimînin û asîmile nabin, 
lê mixabin…
li Amedê ker dikeve ca dînan, dîn jî pê digirin û “baqil” dibin.
Di kongreya Amedsporê de Sakizcî Memo derket ser dikê û ji amedîyên xîyarxwarî re peyivî.
Erê, belkî qala benîşt menîşt nekir, lê ciwamêr li gorî ruhê eşmeyê tev gerîya û ji amedîyan re qala felsefeya aştî û biratîyê kir. Ji amedîyan re qala felsefeya biratîya gelan kir.
Dema min li Sakizcî Memo guhdarî kir, bi min wer hat Sakizcî Memo nuh ji Îmralîyê vegerîyaye; bêhna apê me Evdela ji şêwaza wî difûrîya.
Axir…
Hew dînên me mabûn, bi saya amedîyên rolêgerîyayî ew jî çem û çem çûn û pê girtin!

Got,
“Devliken, min şanonameyek nivîsandîye, şanogereke jin hewce ye. Gelo heval mevalên nas hene tu pêşnîyar bikî?
Ez fikirîm, fikirîm, dûr û kûr çûm…
Min got,
“Seyda, çendhebek hebûn, lê ew jî, hin ji wan mêr kir, ji hunerê dûr ket, hin ji wan jî li kuçe û sikakên Beyogluyê xwelîyê li serê xwe dikin.”
Devê xwe bir û anî, dikira tiştek bigota, lê min bergîya zimanê wî girt û lê zêde kir,
“Jina ku ji bo kîrekî fermî terka hunerê bike, di avika wî kîrî de bifetise û hew!”
Got,
“Erê weleh Devliken, rewşa hunermendan ne tu rewş e.”
Min got,
Bi qurbana hunerê bin ku huner ji wê hunermendîya xwe ya teres ya bêvîzyon re kirine mertal.”
Axir…

Gotina Dawî
Kurdî dêya kurdan e, lê kurd bavê xwe nas nakin, mixabin!

13 Kasım 2024 Çarşamba

ziman û binhişîya me

Sîmon Silêmanî, hevalekî me ye û em jê hez dikin. Li Ewrûpayê jî, ji bo kurdîtîyê li gorî hêz û qawet û derfeta xwe hewl dide tiştinan bike û dike jî…
Sîmon Silêmanî li ser twîtterê bi tirkî twîtteke weha belav kirîye:
“Îroj, di sazîyeke fermî de ez bûm wergerê/tercûmanê jineke efrînî. Di nava axaftina xwe de got, ‘Tirkan, heya kêçên mirîşkên me jî dizîn’”
Bêguman Sîmon ev hevoka trajîkomîk anku dilêş bi zimanê jina kurd anku bi kurdî nivîsandîye.
Û berdewam dike:
“Qirika min girêk girêkî bû, dilê min êşîya. Min nekarî wergerînim.
Eê…
Tirkan her tiştê me ji me dizî, lê ya herî girîng, tirkan zimanê me jî ji me dizî û zimanê xwe li dewsa zimanê me hişt;
êdî gilî, girî û gazinên me jî bi zimanê wan e.

Gotina Dawî
Mixabin, qirika min jî girêk girêkî dibe dema ez qîrîn û gilî û girî û gazinên me bi zimanê dagirkerên xwe dibihîzim.
Heyf!

12 Kasım 2024 Salı

çarînek

min tu kirî guhar
û bi dilê xwe ve kir
jixwe perîşan e rebenê guh
bi zingînîya te

11 Kasım 2024 Pazartesi

jîndar ax-daxuyanî

Ev ê ku hûn wî “îfşa” anku kifş dikin û hûn gefan lê dixwin, tenê bi zimanê xwe ezîyetê/êşkencê bi we dike, 
lê ew ên li welatê we kevir li ser kevir nehiştine, ew ên li welatê we bi hezaran keç û lawên we kuştine, 
ew ên li welatê we bi hezaran keç û lawên we di êşkencexaneyan de kirine nîv însan û derûnîya wan têk birine, 
ew ên li welatê we bi hezaran gundên we şewitandine û li pêş çavên we dest avêtine keç û jinên we anku tecawizî keç û jinên we kirine, 
ew ên li welatê we zimanê we qedexe kirîye, dest dane ser nirx û hêjayîyên we,
ew ên li welatê we bi xwîna we li ser laşên we dûrişmeyên nijadperestî nivîsandine,
ew ên li welatê we li ser hemû kuçe, sikak, kolan, qad, sazî, dezge, mizgeft û dibistanan navên bav û kalên xwe yên xwînmij kolane…
wek hûn vî kurdî îfşa/kifş dikin û gefan lê dixwin, 
heger we teresî û xwelîserîya xwe îfşa/kifş kiribûya û we enerjî û mêranîya xwe li wan bêbavên hov ên dagirker xerc kiribûya, 
îro li welatê we, li ser kuçe, sikak, kolan, qad, sazî, dezge, mizgeft û dibistanên we, ne bi zimanê wan hovan, ew ê bi zimanê we navên bav û kalên we hatibûya nivîsandin.

Gotina Dawî
Hûn dijminê qewmê xwe ne!

10 Kasım 2024 Pazar

kurdî û xewa mirarokî

Gelek kesên şiva şivantîyê ji serê wan zêde ye, bi qelemê radibin xwe li ser serê vê civaka ketî û belengaz dikin gurxenêq!
Û gurxenêq jî kûçik e, mixabin!
De îja were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Di hevokekê de bi dehan şaşî dikin, heya rebena wê hevokê pişta xwe rast dike û li ser xwe diedile, panzdeh hevokên din di gazî û hewara wê de tê, bi wê xwebawerî û wêrekîya xwe ya cahilane û teres destê xwe li sînga xwe dixin û gotinên ji xwe mezintir dikin;
edebîyat, xeyal, fantezî, tevnsazî, afirînerî û quzê kerê û nizanim nav nigên kîjan togê!..
Îja ez çi bikim!
Hûn di nav civakekê de ne, ew civak nikare rast û derewan ji hevdu derxe, mixabin.
Û di wê jîyana xwe ya derewîn û xapînok de, ji we qehremantir kes tune ye,
lewra…
hûn bibêjin çi, peyv peyva we ye.
Axir…
De qey kurdî yê kurdan ji wê xewa mirarokî ya bindestî jê difûre, şîyar bike,
rojekê, erê rojekê…

Gotina Dawî
Heger kurdî azad bibe, gelek nivîskar ê bibin hefsî û ew ê fedî bikin derkevin derve.
Heger xîret hebe…

şikestin

Zeman seleha şervanekî jê distîne, lê nekare wî şervanî ji şer sar bike.” gorbihuştê Aristoteles gotîye.
Xebera wî ye.
Li ser meseleyê: Mêrek tu carî ji mêranî nakeve. Erê dibe kîr hew lê rep bibe û rabe, lê ew daxwaz û arezûya nêçîrê tu carî ji dilê wî dernakeve.
Loma jî ez dibêjim,
dil pîr nabe, dil dibetile!..

Ez ê bibêjim mixabin, lê ne ji bo xwe, ji bo we kesên tirkîyeyîparêzan…
Erê, mixabin projeya tirkîyeyîparêzan wek ku bi ser neket;
vê gavê-ne vêga-, werê xuya ye.
Amedspora ku tirkîyeyîparêzan bi dil û can destek û piştgirî didanê, şikestin li ser şikestinê dixwe û her hefte pileyeke din paş ve dihere anku berjêr dadikeve.
Bi hêvîya li ser xwe needile!
Ji qewla pêşîyan,
“jixwe rez ne tu rez bû, terezê jî lê xist!”
Rewşa me bakurîyan jî jixwe ne tu rewş e, di ser halê me re hewl didin bi rêya Amedsporê piçekî din me di nav tirkî û tirkîyetîyê de bimehînin.
Alî Fikrî Işik dibêje, “Tifaqa ku sîyasî û sîyaset nekarîçêkira, Amedspor çêdike.
Tifaqeke çawa, rêzdar anku birêz Alî Fikrî Işik?
Tifaqa ku ew ê bi tirkî çêbibe, ez di wê tifaqê nim!
Ji bo sînorê vegotina min berfirehtir bibe,
ez bikutim wê tifaqê!
Axir…

Gotina Dawî
Zeman Xweda ye!..

6 Kasım 2024 Çarşamba

qolincên azadîyê

Ev rojhilata nêzîk/navîn ku di nav nigên dîndarên psîkopat de lewitîye, bi reng û rêbazên medenî, maqûl û demokrat paqij û çareser nedibû;
loma jî…
ji psîkopatan re psîkopat divê…
Tu bi xêr hatî, rêzdar Trump!
Tu bi xêr hatî, rebê psîkopatan!
Êdî em dikarin pişta xwe bidin bahlîfa xwe, nigên xwe biavêjin ser hev û bi her vexwarina qurta vîskîyê re qedeha xwe ber bi jor ve bilind bikin û bibêjin:
-Bijî hosteyê xerakirinê! 
-Silav ji qolincên azadîyê re! 
-Tu bi xêr bêyî serxwebûna derengmayî!

“hemû sererêk girtî ne
hemû şîpir pawankirî ne
tu şîpek nû nîne; tev çendbara berî xwe ne”
Qîyamet, tenê ji bo însên tune ye, her weha qîyamet li zimanan jî radibe.
Û roja ku ev ziman bibe serdest, êdî ji vî zimanî re qîyamet ne dûr e, mixabin!
Haa!
Ez vê jî bibêjim, berî ku ji mijarekê derbasî mijarekê bibim; jixwe êdî hûn min baş nas dikin, sekin li min tune ye :) 
Erê, ne hîperaktîf im belkî, lê di fikirîn û afirandin û sazkirina fantezî û xeyalan de repoaktîf im :)
Axir…
Nivîskarên ku di nava rojê de herî pir bi kîjan zimanî dipeyivin anku têkilî, eleqe û pêwendîyên wan bi kîjan zimanî ne, ji kerema xwe re bila bi wî zimanî jî nivîs-kar-îyê bikin,
lewra…
ziman dilewite û xwe jî me jî nelewitînin.
Heyf e!

Gotina Dawî
Got,
“Devliken, 4-5 zaravayên me hebûn, 4-5ekî din jî li wan zêde kirin.
-Perwînkî
-Kawakî
-Emerkî
-Dîlawerkî
Min got,
“Ev şoreşek e!”
Kenîya…
Got,
“Ka îja şoreş e, şorbe ye, nizanim.”

fedî

Rojekê ji derhênerê swêdî yê qerase Îngmar Bergman dipirsin, “Rewş ne tu rewş e, her ku diçe xerabtir dibe. Meriv çawa dikare vê rewşê ber bi başîyê ve biguhere, yan jî çi dikare vê rewşê biguhere?”
“Fedî” dibêje, Bergman, “tenê fedî dikare însên ji vê rewşa nahletbûyî rizgar bike.”
Belê…
Berê, fedî hebû. Dema yekî bêhemdê xwe xerabîyek bikira anku yek biêşanda, dilê yekî bihişta, fedî dikir û dû re dema li xwe hayîl dibû, pir li ber xwe diket, ji bo xwe bida efûkirin, diçû lêborîn dixwest.
Lêborîn, ji ferhenga ehlêq derketîye.
Ji qewla ciwamêrekî, fedî panjehra kubrê ye. Li pêşîya derew, guneh, qebhet, bêbextî, bêfesalî, û bêehlaqîyê bend û dîwarek e, ji esaletê.
Belê…
Fedî bikin ku ew fedî bikare ehlaqê we binixwimîne!
Axir…
Hêja Netirk ku “ne”ya li pêşîya paşnavê wê, wê bêtir dike tirk, li ser medyaya sosyal vîdeoyeke kin belav kirîye û di wê vîdeoyê de bang kurdan dike, dibêje, “Kurdino, heger di jîyana we de tirkek hebe, zû rabin ser xwe, telefonî wî bikin û jê re bibêjin, ‘Bijî Kurdistan!’ û berdewam bikin, “Hûn azadî û serxwebûna Kurdistanê dixwazin, an naxwazin?’ Heger ji we re got, ‘Na’ wê gavê wî blok bikin û têkilîya xwe jê qut bikin.”
Ez ê kin lê xim û qut bibirim anku ez ê zêde dirêj nakim, Hêjaya NEtirk.
Ka here ewil serxwebûn û azadîya Kurdistanê bi wê zîhnîyeta ku kalkê te Ahmet Turk di nav de ye, bide qebûlkirin, 
dû re, bi soz em ê jî şîret û pêşnîyara te bikin guhar û têxin guhê xwe û em ê rabin hemû tirkan ji jîyana xwe derxin, teva Hêja Netirk û Ahmet Turk.
Îja heyran…
heger fedî tune be, çi bê hesabê rebenê zimên, rebenê zimên jî wê dike, mixabin; mîna xwedîyê xwe rep û bel dipengize!
Axir, erê weleh axir…

Gotina Dawî
Vî zemanî fedî ji ber populîzmê qul bi qul direve!..

5 Kasım 2024 Salı

govenda peyvê

Yên piştî bîstsalîya xwe hînî kurdî bûne, bila tenê bixwînin û guhdarî bikin; nivîskarî naşibe quretîyên qahweyan, 
loma jî…
heger hurmeta we yê ji me re tune be jî, ne xem e, bila hurmeta we ji vî zimanî û edebîyata vî zimanî re hebe!
Îja heyran…
em ji bêhurmetan re qala hurmetê dikin.
Tew!
Û hin nivîskarên me jî hene, newêrin serê xwe ji bin dawa jinên xwe derxin, radibin qala şoreş û reform û medenîyetê dikin;
jina ku hayê wê ji bin dawa wê tune ye bê çi di bin wê dawê de veşartî ye!
Axir…
“Kanîya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan!” digot, digirîya û li xwe dixist, jinebîyekê li bin konê şwînê…
De îja hew Xwedê dizane bê xwedîyê simbêlê dûvberan li kanîya Alîya çi tofanî ji pîrê re çêkirîye ku pîre dike nake nikare ji bîr bike, wê roja xweş û reş.

Gotina Dawî
Roja ku ne kurd bi kurdî, roja ku kurdî bi kurdan xwe qure bike, azadî nêzîk e.
Îja hêvî dikim, ew roj li me nebe roja qîyametê…

Gotina Herî Dawî
Min serma girtîye û kîrê min xwe ji gunê min xeyidandîye; mejî jî newêre here xwe li nav wan biqelibîne û wan li hev bîne;
lê…
ez dizanim çi yê bikare wan li hev bîne, lê xwedîya wî tiştî jî ji êvara Xwedê de ye xwe li ser kêlekê avêtîye, paşîya qûna xwe daye min û pixepixa wê ye raketîye.
Axir…
emrê min ji Xwedê re!

2 Kasım 2024 Cumartesi

alî çeven û çend kulm xwelî

Li ser vê axa ku di navbera misak-i milî û Kurdistanê de mîna dergûşê bi vir de û wê de diheje, şerê tirk û kurdkokenlîyan e, lê jixwe di eslê xwe de tirk bi xwe jî, arnavûtkokenlî, çerkezkokenlî, romkokenlî, ermenîkokenlî, gurcîkokenlî, erebkokenlî, lazkokenlî ne.
De îja…
di vî şerê kaotîk ê her du alî jî tenê ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û konfora xwe şer dikin/serê hev dixwin, heger kurdên hur û resen dûrî wan bisekinin û tenê ji bo kurdî û kurdîbûnê hewl bidin/tê bikoşin/cehd bikin/ber xwe bidin anku xwe kurd bihêlin, xwîna her du alîyan dikare kurdan şîn û şên bike.
Aqil, Xweda ye!
Biden pey aqilê xwe…

Min pasaja jor bi peyva aqil birî, lê ez ê dîsa bi aqil dest bi pasaja jêr bikim.
Belê, ka aqil!
Ev serê du sê rojan e kurdkokenlîyekî bi navê Alî Çeven rojev serobinî hev kirîye!
Sedem çi ye?
Ji ber ku Alî Çeven derketîyê hemberî kamerayan û li çavê raya giştî nerîye, bi tirkî gotîye, “Ez ne tirk im, ez kurd im!”
Yanî çi?
Ma em mecbûr in ji tirkan re bi zimanê tirkî bibêjin, “Ez ne tirk im, ez kurd im?”
Ma hewce ye yan jî ma ew nizanin em kurd in?
Min piçekî li vî xortî guhdarî jî kir, bi zorê zimanê wî bi kurdî digere, dîyar û kifş e xweş asîmle bûye. 
Îja heger ne proje be…
Heyrana çavê te, qurbana serê te!
Ji dêvla tu yê bi haweyekî populîst derkevî hemberî kamerayan û bi tirkî ji me re bibêjî, “Ez ne tirk im, ez kurd im” te hêdî hedî xwe hînî kurdî bikira û ji bo nirx û hêjayîyên kurdî tu bixebitîyayî, ne çêtir bû?
Û hûn kurdên dinyanedîtî!
Ev pesn û halan û lîrelîra we ji bo çi ye?
Ma Alî Çeven romanek nivîsand û ew roman hêjayî xelata nobelê hat dîtin?
Ma Alî Çeven stranek çêkir û strana wî qulipî neh deh zimanan?
Ma Alî Çeven dest bi çalakîyeke civakî kir û bala xelk û alemê kişand ser bêdewletîya kurdan?
Ma Alî Çeven rabû, çû alaya azadî û serxwebûnê li ser dilê Amedê çikand, me nedît?
Ka ji kerema xwe re pêş de werin û bibêjin. Alî Çeven çi xwelî li serê xwe kir, çi xwelî li serê we kir, çi xwelî li serê me kir?
Ji bilî gotina, “Ez ne tirk im, ez kurd im!” a bi tirkî…
Hey bêaqilino!
Me tirkî li xwe qedexe kirîye, lê bi qasî Alî Çeven em bala we nakişînin.
Axir…

Gotina Dawî
Erê erê, “Ben tirk degîlîm, ben kurdum!”

Gotina Herî Dawî
Aqil, Xweda ye, lê em bera pey pexemberên sexte didin, mixabin.

1 Kasım 2024 Cuma

kultura qehremanîyê

Fexrîya Adsay:
“Pir balkêş e, Chomsky di kitêbek xwe ya sala 1999an de (Fateful Triangle) gotiye ku Israîlê, bi çep û rastê xwe, piştgirî daye wehşeta Sedam a li dijî kurdan!
Vê jî bêjim, Chomsky bi agahiyên şaş ên nivîsên xwe navdar e, ti carî şaşiyên xwe qebûl nekirine an serast nekirine.”
Ez:
“Loma di nav mirîdên bêhiş de ew qasî tê hezkirin…”
Alî Kut:
“Hêjaye ku meriv lê bikole! Desinformasyon û manipulasyonek bêhawe heye! Chomsky ronakbîrekî xwedî prensîb û bi ûjdan e!”
Ez:
“Lê ku meriv li tiştinan baş nekole û xwe lê biqewimîne jî ne tu hawe ye. Pirê bîyanî yên hayê wan ji meseleya kurd û Kurdistanê heye jî, bi bawerîya min wer dikin.
Li ser meselê: Pirê çepgirên bîyanî (tirk jî di nav de) apocîyan, çi legal çi îlegal wek parêzvanên kurd û Kurdistanê dinirxînin.”
Axir…

Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullahan got:
-Seyda, wê rojê min Braderê me yê hunermend di xewna xwe de dît. Kirasekî spî li xwe kiribû. Ji hecê hatibû…
Ez kenîyam…
Min got:
-De baş e. Siheta wî xweş be. Di talîya temenê xwe de, ji bo hêla din meriv wezîfeya xwe ya dawîn bîne cî, pir baş e. Û jixwe seyda Brader li vê hêlê têra xwe li dora horîyên bêbask çû û hat, berî mirinekê çû hecê, li dora kevirê tobê zîvirî û xwe li çend hecacên qûnmezin jî boqand, li hêla din jî ew ê di himbêza heftê û du horîyên bibask de jî bide lotikan. Ma jê çêtir çi heye!
Û min berdewam kir:
-Ka hela ji kerema xwe re, îşev, berî raketinê, te xwe helal bikira û tu biçûyayî li ser hêla xwe ya çepê raketayî, bê te di xewna xwe de ez jî li hecê, li dora kevirê tobê bi kirasê spî nedidîtim!
Ka îja Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullahan û şerefa xwe!..

Em çi zû qehremanan çêdikin.
Dû re,
dema bi xwe de dirîn jî, em radibin li xwe dixin û kirasê xwe diçirînin!..

Do bi şev xew li min herimî, ez aciz bûm û ez rabûm min berê xwe da odeyeke Xê anku twîtterê.
Ya star û bêlome be!
Kurdên me qebeqeba wan e li ser dîn û felsefeyê qirikê li hev diqetînin,
lê bi tirkî, mixabin!..

Gotina Dawî
Heyran, ne kesî li ser serê xwe bikin qehreman, ne jî hûn qehremanîyan bikin, tenê metirsin, bes e!


31 Ekim 2024 Perşembe

heger xîret hebe

Hin nivîskar, ji ber ku tenê bi kurdî ye berhemên wan, ji bo xatirê kurdîyê em çavên xwe ji wan re digirin, l
ê heyran…
hin nivîskar jî hene, nabe tenê ji bo xatirê bi kurdî dinivîsînin meriv çavên xwe ji wan re bigire, 
lewra nivîsandina wan a bi kurdî, ji fêdeyê bêtir zirarê dide kurdî; 
mentiq bi tirkî…
hevok seqet…
peyv xav û sar…
daçek beravêtî…
û bêvîzyonîyeke beloq!..
Na na. 
Ji kerema xwe re nenivîsînin û zirarê nedin zimên, bila mineta we li serê çîya û latan be!
Ji ber ku,
hûn bi dilê xwe nanivîsînin, hûn bi mejîyê xwe yê çêkirî anku yê protez dinivîsînin 
ku ew mejî jî tenê xizmetê ji berjewendîyên we yên şexsî re û ji ego û kopmleksên we yên nekedîbûyî re xizmetê dike.
Hewce nake nav bi nav nav bidim, lewra ew jî bi xwe dizanin ez qal û behsa kê dikim, hûn jî dizanin.
Ne yek û ne dudu ne, kerîyek e û bê şivan!..
Axir…

Di rewşa nîvdewletîyê de şerê ji bo text, bi min bêbextî ye li milet; 
lewra milet, ne ji bo ego û berjewendîyên we yên beradayî û çavnebar we dişînin ser wî textî, ji bo li ser wî textî hûn vî miletî ji nav tevlihevî û kaosan derxin û her weha wan azad û serbixwe û bextewar bikin;
yanî berxê xalê xwe, ne ji bo fantezîyên we…
Ji roja ku kurd ji ereban cîhê bûne, başûr bi tevayî xwe Kurdistan hîs nekirîye û bêhna azadî û serxwebûnê jê nefûrîyaye. 
Ji wê rojê heya îroj tenê bi şerê text ê barzanîyan û talabanîyan derbas bûye.
Ma qey hûn têr naxwin!
De îja min bizanîya ev mal û milk û serwet ê rojekê têkeve xizmeta serxwebûnê, bawerîya we hebe, min ê li tu derê dengê xwe nekira û heya ji min bihata jî min ew biparastana,
lê ne nîşaneyek heye, ne jî işaretek heye ku meriv bibêje teqtîk û stratejî ye.
Axir…
Xwezî derfet hebûya, ji bo demekê meriv bikarîya kadroyeke rêvebir ji Israîlê bianîya û erk û wezîfeya serxwebûnê bisparta vê kadroyê. Piştî wê kadroyê ev nîvdewlet bikira tamdewlet û sîstemeke xurt jê re çêkira jî, ji bo ev sîstem dîsa bi destê nezan û oportunîst û berjewendperestan têk neçûya, endamên wê kadroyê bi destê xwe û bi rêbazên perwerdeyîya xwe ji kurdan kadroyeke rêvebir perwerde bikirana û dû re ew sîstem teslîmî kadroya kurdan a perwerdebûyî bikirana û xatir ji me bixwestana, biçûna û me jî rehmet li dê û bavê wan bianîya…
Îja ne mumkun e, lewra em xwe ji her kesî zanatir û jîrtir û baqiltir dibînin.

Gotina Dawî
Ka aqil!

30 Ekim 2024 Çarşamba

rojev disincire

-Haa xalo?
-Dîsa xêr e, çi qewimîye, kuro? 
-Xalo, doh bi şev heya destê sibehê, min xwe bi wir de qeliband, min xwe bi wê de qeliband, min kir û nekir xew neket çavên min. Li ber sewta meleyê sibehê ez di xew re çûme, lê meleyê me jî mele ye haa! Bi serê xalojna min, nerbûna sewta wî ne kêmî ya rehmetîyê Miradê Kinê ye, azan nade malneketo, dilorîne, dilorîne!..
-Ez kîrê te di jina mele kim! Dev ji çîrçîrokan berde! Ka bibêje bê çima xew li te herimîye, hey qurmiçîyo!
-Ev tu ji min re nabêjî, dewlet sibê serok berde, ew çi wezîfeyê bide wî?
-Ez dibêjim ew ê tobe bike hew bi sî û starê sîyasetê dikeve.
-Nakeve serê min!
-Ê heyra, yan ew ê here ji xwe re li gundê bav û kalên xwe xanîyekî ava bike û dest bi xwedîkirina pez û dewêr bike yan jî ew ê bi rêya qaçax xwe li behra Egeyê biqewimîne, derbasî hêla Yewnanîstanê bibe û ji wir jî here li welatekî Ewrûpayê îrtîca bike!
-Ma Xwedê ji te razî! Jixwe emrê rebeno bi pez û dewaran re bihurî; nakeve serê min dîsa wê şaşîyê bike.
-Ê weleh wê çaxê nizanim.
-Weleh bîska din min dît li qahweyê dipeyivîn, digotin tew belkî eskerî ji Îmralîyê derkevin û wir qompîle ji serok re bihêlin.
-Êê wekî din?
-Çi wekî din?
-Kuro ew ê çi wezîfeyê bidinê, wezîfe! Ma ne te qala wezîfeya wî dikir!
-Ma ew ê çi wezîfeyê bidinê, Xwedê ji te razî! Ma ji futbolê pê ve ji çi fêhm dike? Qey ew ê tîma Şanliurfasporê bidin wî û ji nuha şûn de ew ê jî hewl bide Şanliurfasporê derxe superl lîgê.
-Kuro law, nuha tîma herî populer Amedspor e û jixwe ew jî projeyeke dewletê ye. Ji bo xwelîya ji ber xwelîserîya kurdan maye jî li serê wan bike, dewlet pir li ser disekine. Îja çima ne Amedspor, dikin Şanliurfasporê bidin wî?
-Na, nabe.
-Çima?
-Ê nabe wîî! Serok ji Şanliurfayê ye, nabe Amedsporê bidin wîî. Û jixwe Amedspor heqê Selo başqan e.
-Îja me pê girt!

29 Ekim 2024 Salı

nefs û karekter

Bihevrejîyîna kurd û tirkan dişibe meseleya girêdana li cem hev a ker û golikan.
Bi taybetî jî xwendeyên kurd (çi nivîskar çi hunermend çi sîyasetvan) di binhişîya wan de tenê berjewendî heye, loma jî mîna margîse/bûkalemon ji kirasekî dikevin kirasekî; şinekî, şelafî û durûtî…
Ne sekneke xurt heye, ne helwesteke eşkere heye, ne jî karekter.
Ku prensîbên meriv tune bin, karekter jî ji meriv dixeyide.
Û îro ro ne xema kesî ye karekter heye tune ye, mixabin.

Bêkarekterî ketîye nav xwîna me û mixabin ev zîhnîyet êdî di civakê de serdest e, lê ji deh nivîsarên min heft jê li ser karekterê ye.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Mixabin…
lê hêdî hêdî ji nivîsandinê sar dibim, sar dibim, lewra karê ez dikim jî ehmeqî ye; ji bêkarekteran re qala karekterê dikim û pesnê wê didim.
Ka aqil!

Gotina Dawî
Nefs karekterê dike parsek û êdî em jî têra xwe xwedî parsek in!..

kurd kokenlî

Kê gazin kir, divê hûn gazinan nekin, lewra rewşa hûn tê de û rewşa hûn acizîyan jê dikin, heman rewş e; mêrik ji we re dibêje, “Kurd kokenlî” hûn radibin xwe li erdê dixin û dest bi gilî û gazinan dikin.
La hewle wela!..
Hûn li dijî sînorên mîsak-i milîyê dernakevin!
Bi qasî wan hûn jî alaya wan diparêzin û xwe perçeyekî wê alayê dibînin!
Hûn ji konfora parlamentoya wan acizîyan nakin, berevacî hûn dikarin bîst û çar seetan ji ser qoltixên wê parlamentoyê ranebin û ji bo pêşeroja dewletê xwe bêxew bihêlin!
We zimanê xwe avêtîye, ji bîr kirîye, hûn bi zimanê wan dijîn!
Hûn ji wan bêtir hewl didin vê dewletê demokratîze bikin û heya ji bo demokratîzekirina vê dewletê zarokên kurdan dişînin ser mirinê! (Zarokên hur û resen kurd, ne kurd kokenlî)
Îja çima hûn ji me re dibêjin, “Kurd kokenlî?”
Hûn kurd kokenlî ne, ma hûn çi ne?
Axir!..

Gotina Dawî
Meraq nekin, heger dehsalekî din jî werê dewam bike, kok û koken ê jî bi we re nemîne.

28 Ekim 2024 Pazartesi

şerpezebûn

Yên wextekî ji kurdî diçêrîyan û ji xwe re nav û derdor çêdikirin, îro dîsa li refê xwe vegerîyane û qebeqeba wan e bi tirkî dipeyivin/dinivîsînin, mixabin.
Jixwe bikaranîna kurdî ji bo van karekterên fisgenî tenê pire ye; piştî digihêjin qonaxa xwe, dîsa li xwe vedigerin, li wê xweya xwe ya bêxw(ê)!
Axir…
Hewce ye meriv enerjîya xwe li xwelîserên wek we xerc neke, lê hingî yên wek we pir in û serdest in, êdî hebûna we dibe sedema têkçûyîna enerjîya me, mixabin.
Hêvîya min ji wê enerjîyê (xweda anku tanri jî dibe) heye ku rojekê berî rojekê kurdî xwe ji we rizgar bike û êdî ez û yên wek min hew bi sî û stara we bikevin.

Gotina Dawî
Vî zemanî, tenê kurdî dihêle meriv kurdan ji serdestên wan cîhê bike, lê kurdî jî roj bi roj bi mentiqa tirkî dilewite û xwedîyên xwe dihetikîne.

26 Ekim 2024 Cumartesi

kurmê darê

Heyran, bi nod resûlulahî, ji qewla erbanîyan, hûn bi qasî min ne humanîst anku merivhez in.
Bi sed milyon quranî, hûn bi qasî min ne demokrat û lîberal û wekhevîparêz û azadîxwaz in.
Bi serê hezar û yek şêx û mele û seydayî, hûn bi qasî min ne enternasyonalîst û gerdûnî ne, 
lê îro ro…
ev jî ji ber xwelîserî, ehmeqî, nezanî, belengazî û bêkarekterîya we ye ku ez mecbûr dimînim dev li dilê xwe bikim û kirasê neteweperestîyê li xwe kim.
Di esasê xwe de, bi zîhnîyet û kesayet û tevger û nerîn û jîyîn, bi qasî misqalekê ez ê ne neteweperest bûma, heger wek van zalimên em dorpêç kirîye, em jî xwedan dewlet bûna û wek alemê zimanê me jî serdest bûya;
erê, yeqînîya we ji wî tiştê hûn pê bawer in min ê tenê li kêfa kîrê xwe binerîya û heya ji min bihata, ez ê bi huner û edebîyatê daketama, 
lê heyran, 
nahêlin, nahêlin, nahêlin, wîîî!
Ez jî dikarim wek we bi haweyekî romantîk li jîn û jîyanê binerim û tev bigerim;
ez jî dikarim çav û guh li xwe bigirim û cilika bênamûsîyê bikişînim serê xwe;
ez jî dikarim, ne xwe ji dêrê bikim, ne jî xwe ji mizgeftê bikim û li pey konfora xwe, mîna teresekî ji her kesî re xweş bikim,
lê nabe, nabe, nabe!
Heger ez an ez û yên wek xwe jî wek we bikin, di nava deh salan de li bakurê welêt ne kurdî dimîne ne jî nirx û hêjayîyên kurdî yên kurdan dikin kurd dimînin, 
loma jî…
ez di dexl û bextê we de me, hey ji qûna we nayê, balo bar li me girantir nekin û li pêşîya rêya me nebin kelem û keleş û asteng.
Û hûn xwendeyên nexwende yên bi kirasê margîseyî/bukalemûnî quretîyên zanayî/entelektuelî dikin, 
hûn margîse anku bukalemûn in, lê êdî ez/em jî bûne nêçîrvanê margîseyan, hay ji xwe hebin.
Û hûn xwe dixapînin naxapînin, hûn bi kêfa xwe ne, lê ji pêxîla vî miletî bikevin, bikevin, bikevin, êdî!
Bîst û çar seetan li ser medyaya sosyal hûn ê bi zimanê serdestên xwe xwelîyê li serê xwe bikin, lê dema qûna we didin tavê jî, hûn hewl didin çivan bidin xwe.

Gotina Dawî
Ji xwelîserîya we, em xweperest in!..

25 Ekim 2024 Cuma

tenêtî

tenê me, 
tikîtenê,
lê xwe dixwim şûna te
û ez û xwe vedixwin,
vê şevê…
heger tu jî bikarî xwe bikî ez,
naxwe ji nuha şûn de,
tenê şev ê hebin,
ne tu, ne jî ez…
noş ji beravêtina şevê re,
noş!

23 Ekim 2024 Çarşamba

rojev disincire

-Haa xaloo!
-Ka pêş de were, ka! Wer xuya ye te dîsa tişt miştin bihîstîye!..
-Hahew! Apê me Dewlet agir bi herîyê xistîye, îja te tişt miştin bihîstîye!
-Kuro, hey serkundir! Roja ku apê wan ket nav lepên wan, jixwe apê wan ji wan re gotibû, “Ji bo her xizmet û wezîfeyê ez hazir û amade me” îja we xêr e wek we tiştekî nuh bihîstibe, hokehoka we ye! 
-Serî li min bû tara bêjingê, xalo. Ez hew dizanim bê ev apê wan apê kê ye? 
-Hema bi wî serê te yê ku li te zîz û gêj bûye, ji xêndî me apê her kesî ye, tenê ne apê me ye. Ji kê re xerab bikeve, li wir e û qîrîn û hewar e mîna bilbil e.
-Erê, bi serê xalojna min, ji xelkê re bilbil e.
-Bilbil û hew!
-Bilbil e, lê bilbilê kê ye? 
-Di salên heyştêyî de, ji bo doza Kurdistanê têk bibe, li dijî tevger û hereket û rêxistinên kurd derket û hat organîzekirin.
Di salên nodî de, ji bo kurdan ji mêrxasîyê bixe, hewl da, xebitî, bi zaneyî tirs û xofa dewletê bera hundirê kurdan da, kurdên ku diajotin ser êgir, hişt ji sîya xwe bitirsin.
Di salên du hezaran de, bi amûr û alavên teknolojîk û bi rê û rêbazên asîmilasyonîst û her weha bi sîyasetek dijkurdî, kurd ji kurdî û kurdîtîyê dûr xistin.
Û nuha jî hewl dide termê tirko yê li ber sekratê ye, bi kurdan tedawî bike, lê Amerîka/Îngiltere/Israîl ne zarok in. Êdî emelîyat û operasyonê dest pê kirîye. Ji Iraqê dest pê kirin, li Sûrîyeyê berdewam e û hêdî hêdî ber bi Tirkîye û Îranê ve tên. Îja ev hemle û hewtehewta Dewlet Bahçelî yê nikaribe pêşîyê li vê emelîyat û operasyonê bigire, lewra ew ê zikê van dewletan biqelêşin û vê zarokê bînin dinyayê.
-De îja bi serê xalojna min, tew min digot apê wan zilamê projeya mezin e.
-Na kuro. Îja zilamê projeya mezin! Ji bo projeyên mezin zilamên mezin divê, lê ew qûn ne qûna apê wan e têkeve bin barekî giran.
-Wey wey wey! Bi serê nod resûlulahî, tu alim û pisporê sîyasetê yî û hew! Li Kurdistanê vê tehlîl û analîzê tenê çar kes dikarin bikin, lê ew jî mirine.
-Hela dev ji tehlîl û analîz menalîzan berde. Ka te ehlîyet çi kir?
-Min ehlîyet stend, lê hîn min biryar nedaye ez ê çi bajom.
-Wehh!
-Erê weleh!
-De hema were li ser kîrê xalê xwe siwar bê û bajo, te berê wî da ku, ez ê nebêjim na loo!

18 Ekim 2024 Cuma

yilmaz guney û zazaîzm

Heger di wext de Yilmaz Guney negotibûya, “Dêya min kurd, bavê min zaza ye” îro çeqilmastên mîna Mahsûn Kirmizigul û hin çeqildewên mîna wî yê jî negota, “Ez zaza me, ne kurd im!”
Îja heyran,
dema we kesek derxist pêş û da pey wî, hewce ye xwe nas kiribe.
Û kesekî xwe nas nekiribe, nikare we bi we bide naskirin.
Loma jî,
mîna gûyê kûçikê kurdkokenlîyên zimantirk û zimanereb û zimanfariz li ser stuyê hev siwar nedibûn.
Axir…

Gotina Dawî
Divê kesayet bibe kefîl, 
ji zimên re!..

16 Ekim 2024 Çarşamba

gotinên ne heram

Huner seleheke xurt e, lê bi destê me nakeve, mixabin.
Bi gotineke dinê;
di navbera huner û hunermend de pere heye,
vî zemanî
û pere jî li cem bêkesayetan e.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Ker ker e, lê ji dêvla ceh meyir li ber e.
Ker! 
Ceh! 
Meyir!
Himm!
Serê we tevlihev bû, ne wisa?
De îja hûn bikin karê xwe û hewl bidin serê xwe ji nav vê tevlihevîyê derxin.
De ha, de!
Ez qûna mêran bibînim!
Jixwe qûn bi mêran nakeve, qûn li ser jinan xweş rûdine.
Û ya jinê dike jin jî piştî qûnê çiçik e.
Çiçik!
Memik!
Pêsîr!
Guhan!
Erê, guhan bêtir ji bo pez û sewal û tariş û dewaran tê gotin, lê pirê caran dema meriv ji yekî anku ji yekê hêrs û aciz dibe, meriv xwe lê dadigire û dibêje: “Min di guhanê maka te nîyho! Anku min di guhanê te nîyhê!”
Lê çi guhan, çi çiçik, ya li meriv rep dike ew qûna bel a gulover e.
Bijî serhildana memikan!
Bijî azadîya çiçikan!
Bijî serxwebûna pêsîran!
Û bijî leqeleqa gunikan!

Gotina Dawî
Mirina kerê ji ceh û kayê!..

14 Ekim 2024 Pazartesi

sera pîra

Huner çekeke xurt e, lê heger meriv baş bi kar neyne anku meriv baş bi zimanê wê nizanibe, ew çek dikare bi meriv de jî biteqe.
Pêr, 
li Mêrdînê ez çûm temaşeya lîstikeke şanoyê; li Şaneşîn Performansê.
Bêguman lîstik bi kurdî bû…
Lîstika Alfonso Paso ya bi navê “Sera Pîra” lê ne rasterast ji zimanê nivîskêr, ji zimanê tirkî wergerîyaye kurdî 
anku ji îspanyolî wergerîyaye tirkî û kurdên me yên “duzimanî” jî ji tirkî wergerandîye kurdî.
Axir…
jixwe ji duzimanîya kurdên me, duzimanîyê piçekî tesîra xwe, biborin (ji bo derhêner xwe aciz neke) bandora xwe li lîstikê jî kiribû; di hin cîyan de giranîya xwe dabûn tirkî.
Bêguman, wek her car û wek hûn dizanin henek û sixêfên bi tirkî bêtir bala temaşevanan kişandin û kenîyan.
Ê mixabin, ji ber ku jîyana me serobinî hev bûye û êdî di jîyana xwe ya rojane de bêtir em tirkî bi kar tînin, tirkî jî ji kurdî bêtir kêfa me tîne.
Û ev jî tiştekî asayî anku normal e.
Meriv bi kîjan zimanî bifikire, piştî demekê meriv ê bi mentiqa wî zimanî bikene, bigirî, hêrs bibe, aciz bibe, kêf bikr, şa bibe û lotikan biavêje.
Li gorî şert û mercên xwe lîstik ne xerab bû, lê ne zêde baş bû jî.
Naxwazim li ser performansa lîstikvanan zêde hûr bibim, lewra hemû ne profesyonel bûn. Ji bo wê xwebawerî û wêrekîya wan a li ser dikê ya li hemberî temaşevanan spasîya wan dikim; ew bi serê xwe cîyê kêfxweşî û serbilindîyê ye.
Kes di zikê dêya xwe de hîn nabe, hêdî hêdî bi xebat û ceribandinê ew tecrûbe çêdibe.
Nizanim, belkî jî lîstik bi zimanê xwe yê hur û resen xweştir, bitehmtir be, lê werger, na na, wergera wergerê ew tehmsarkî kirîye; mîna xwarineke xav…
Heger derfet hebe û kurd bikin karê xwe, nivîsandina mijar û mesele û lîstikên weha bi aqlê min divê ne zor û zehmet be, lê wek min got, nan di kurdî de tune ye û mixabin, vî zemanî her kes xwe li nên digire.
Piştî lîstikê, li derve, li ser nigan ez û derhêner û lîstikvanên lîstikê jî di heqê lîstikê de piçekî peyivîn. 
Li ser performans û zimanê lîstikê min hin kritîk û rexne kirin.
-Hin şaşîyên rêzimanî…
-Bikaranîna hin gotin û sixêfên tirkî…
Lê wek her beşa kurdî, di beşa şanoyê de jî tehamula me ji rexneyan re tune ye, mixabin.
“Ji sîrê pêştir bi wan de nare.” ji qewla pêşîyan. Peyv zû li wan dikeve û wê kêlîyê dest bi parastinê dikin.
Ez dibêjim, “Ma hewce bû we tirkî jî li ser vê sifreyê danîya? Ma tenê bi kurdî têra me nedikir?”
Derhêner dibêje, “Ev tercîh e û jixwe li malê, li derve, li kuçe û sikakan her kes weha dipeyive. Êdî meriv nikare bi carekê tirkî û kurdî ji hev bişo, bi hev re ne, bi hev re dijîn.”
Ez dibêjim, “Li gorî rêzimana kurdî li hin cîyan şaşî hebûn. Wek nimûne: hewce nake ji bo kesekî hûn “hûn/we” bi kar bînin.” 
Dibêje, “Li ser vê mijarê lihevkirinek tune ye, loma ev qalib bi me maqûltir hat.”
Ez dibêjim, “Ji bo kurdî kurdan azad bike, divê kurdî ji tirkî bê şuştin.”
Dibêje, “Sîyaset ne karê me ye; em karê hunerê dikin.”
Îja heyran!
Heger şaşîyek serdest be, tu nikarî wê şaşîyê wek mînak/nimûne raxî pêş çavan û bi wê şaşîyê hewl bidî şaşîya xwe bipeyitînî anku biparêzî. Şaşî şaş e û hewce ye meriv li dijî wê derkeve, neparêze.
Tirkî bûye vîrus û civak bi şewbê ketîye. Ji dêvla em hewl bidin bi dermanekî vê şewbê tedawî bikin, em hewl didin civakê bi şewbê bikujin.
Axir…
Huner huner e, lê her weha ji bo neteweyên bindest huner tenê ne huner e, sîyaset e jî. 
Û heqê hunermendên neteweyên bindest tune ye, xwe bi serdestên xwe şêrîn bikin.
Haa!..
Kengî hûn jî wek xelk û alemê bûn serdest, wê çaxê hûn azad in; hûn hez dikin bi zimanê neteweya xwe bipeyivin, bikenin, bigirîn, hûn hez dikin bi zimanê mar û marmarok û gumgumokan bipeyivin, bikenin, bigirîn.

Gotina Dawî
Ez ê wek nivîskar û hunermendekî vê neteweya bindest her û her bindestîya we li nav çavê we bixim, hûn jî wek nivîskar û hunermendên neteweya bindest her û her dikarin xwelîyê li serê xwe bikin.
Ez jî azad im, hûn jî, lê ji bîr nekin, heger li gorî mentiqa we em binerin, Azad bi xwe jî ne azad e.
Û hûn sax!..