29 Aralık 2024 Pazar

ji hevdîtina îmralîyên çend dîyalogên bişîfre

Derî vebû.
Evdila himbêza xwe vekiribû, di bin simbêlan de dikenîya.
Sirrî û Perwînê derbasî hundir bûn. Ku çav li Evdila ketin, ew jî bi ken û bişirîn ber bi Evdila ve bi lez meşîyan.
Evdila bûbû wek fîtekî, xuya bû li Îmralîyê baş lê miqate bûn û xwarin û vexwarina wî ne kêmî xwarin û vexwarina Reîz bû; stu lê stûr, pişt navpişt lê felişî bû. Ji qelewbûna dev û rû çav biçûktir xuya dikirin.
Sirrî û Perwîn bi hev re xwe li himbêza Evdila qewimandin, Evdila her du jî di nav dest û zend û lepên xwe de guvaştin, nefes li wan çikand.

SIRÎ:
-Birêz serok, te nefes li min çikand. Ji kerema xwe re te hebekî sist bikira.

PERWÎN:
-Erê bi Xwedê. Wek ku piçekî ez jî tengijîm. Te piçekî sist bikira ji kerema xwe re, birêz serokê min.

Evdila destên xwe li wan sist kir û bi şêwazeke şoreşgerane dor bi dor bi destê her duyan girt, kil kir û cîyê rûniştinê nîşanî wan da. Bi hev re li dora maseyê li ser kursîyên xwe rûniştin.
Evdila li hêla derî nerî, li ber derî serbazek sekinîbû.

EVDILA:
-Atîlla, hela ji zarokan re bibêje bila li hêla mitbexê ji me re tirşikekê çêkin.

SERBAZ:
-Ser seran ezbenî!

Serbaz bi lez derbasî hêla din bû û Evdila dîsa zîvirî ser Sirrî û Perwînê.

EVDILA:
-Ji nuha heya du mehan ez ê derkevim; erê, jixwe ez ne girtî me, lê êdî ez ê xwe kifş bikim; wext e. 

Sirrî li Perwînê nerî. Dû re Perwîn fitilî ser Evdila û bi haweyekî şaşmayî lê nerî.

PERWÎN:
-Tew me digot qey tu di bin tecrîtê de yî!

EVDILA:
-Teqtîk teqtîk!

SIRRÎ:
-Ka çi emrê te heye, birêz serok?

EVDILA:
-Ka bila tirşika me çêbibe, em tirşika xwe bixwin, dû re em ê bipeyivin.

PERWÎN:
-Bi xêr ku tu derketî, ji nuha pê ve ez ê ji te re tirşikê çêkim.

SIRRÎ:
-Bi telaqên bêfitû, tirşikekê çêdike, mirî ji gorê radibin, birêz serok.

EVDILA:
-Kuro Sirrî, tu jî têra xwe tirşikçî yî, haa!

SIRRÎ:
-Na birêz serok, ez nagihêjim şekala te. Pispor tu yî, hoste tu jî, gurme tu yî.

PERWÎN:
-Birêz serok, ez ji çêkirina kutilk û hûr û rêvî û ser û pê re jî jêhatî me, haa!

EVDILA:
-Bi xêr ku me mesele safî kir, em ê li gobeka Amedê restorana gelan vekin û te jî li wir bikin seraşbaz.

Fitilî ser Sirrî û bû hakehaka her duyan kenîyan. Hîn kenê wan nesekinîbû, serbas bi destûr derbasî hundir bû.

SERBAZ:
:Birêz û sayin, tirşika we amade ye.

EVDILA:
-Pîvaz jî li ber e?

SERBAZ:
-Erê birêz û sayin. Li ber tirşikê du pîvaz jî hene, her yek ne kêmî serê Sirrî ye.

Û rabûn ser xwe, derketin derbasî hêla mitbexê bûn. Li ser sifreyê rûniştin û dest bi xwarinê kirin. Evdila destê xwe yê çepê kir kulmik û mîna çakûçekî bi ser pîvazê de anî xwarê. Zîlika pîvazê pengizî nav çavê Sirrî. Sirrî ew zîlik ji nav çavê xwe rahiştê û bê mahdê xwe avêt devê xwe, çût û daqurtand. Evdila kenîya.

EVDILA:
-Weleh Sirrî, xesûya te ji te hez dike. Zîlik bi destê kesî nakeve, haa!

PERWÎN:
-Birêz serok, weleh ez jî ji zîlikê hez dikim.

Û serê xwe bera ver xwe da, kenîya. Evdila pîvaza din jî ber bi xwe ve kaş kir, kulmika xwe li wê jî xist. Pîvaz bû du felqe. Evdila ji nava wê rahişt zîlikê û da destê Perwînê.

EVDILA:
-Jîyan bê çi nabe?

Sirrî û Perwînê li hev nerîn , piçekî fikirîn, dû re bi haweyekî ez nizanim devê xwe xwaromaro kirin û ziq li Evdila nerîn.

EVDILA:
-Jîyan bêyî sê tiştan nabe! Çi ne ew tişt, hûn dizanin?

Ewil fitilî ser Sirrî, li Sirrî nerî, lê deng ji Sirrî derneket. Dû re fitilî ser Perwînê, Perwînê bi tirşika ber xwe ketibû, tirşik dixwar.

EVDILA:
-Bê serok, bê îsot û bê pîvaz jîyan nabe!

SIRRÎ-PERWÎN (bi hev re):
-Bê serok jîyan nabe!
-Bê îsot jîyan nabe!
-Bê pîvaz jîyan nabe!
 
Piştî tirşika xwe xwarin û binê mesefê alastin,, serbaz rabû kolonya li destên wan kir û peçete îkramî wan kir.
Dû re bi hev re derbasî hêla din bûn. Li dora maseyê li ser kursîyên xwe rûniştin. Evdila ji serbaz kaxiz û qelemekê xwest. Serbaz kaxiz û qelemê anîn danîn ber wî û du sê gavan paş ve vekişîya.
Evdila bi dizî li ser kaxizê tiştekî nivîsand û pêça û xist kefa destê Perwînê. Perwînê jî bi dizî ew kaxiz xist bêrîka xwe. 
Evdila rabû ser xwe, Sirrî û Perwînê jî rabûn, dor bi dor bi destên her duyan girt, xatir ji hev xwest û Sirri û Perwînê di bin çavdêrîya serbêz de derketin derve.
Piştî ji Îmralîyê vegerîyan, di vapûrê de Sirrî niqurçî Perwînê.

SIRRÎ:
-Ka keçê, hela lê binere bê birêz serok çi nivîsandîye di wê pûsûlayê de.

Perwîn destê xwe avêt bêrîka xwe, ew kaxiz ji bêrîka xwe derxist, vekir û bi deng xwend:

-Tirşik tenê ne tirşik e!..