Bi sed milyon quranî, hûn bi qasî min ne demokrat û lîberal û wekhevîparêz û azadîxwaz in.
Bi serê hezar û yek şêx û mele û seydayî, hûn bi qasî min ne enternasyonalîst û gerdûnî ne,
lê îro ro…
ev jî ji ber xwelîserî, ehmeqî, nezanî, belengazî û bêkarekterîya we ye ku ez mecbûr dimînim dev li dilê xwe bikim û kirasê neteweperestîyê li xwe kim.
Di esasê xwe de, bi zîhnîyet û kesayet û tevger û nerîn û jîyîn, bi qasî misqalekê ez ê ne neteweperest bûma, heger wek van zalimên em dorpêç kirîye, em jî xwedan dewlet bûna û wek alemê zimanê me jî serdest bûya;
erê, yeqînîya we ji wî tiştê hûn pê bawer in min ê tenê li kêfa kîrê xwe binerîya û heya ji min bihata, ez ê bi huner û edebîyatê daketama,
lê heyran,
nahêlin, nahêlin, nahêlin, wîîî!
Ez jî dikarim wek we bi haweyekî romantîk li jîn û jîyanê binerim û tev bigerim;
ez jî dikarim çav û guh li xwe bigirim û cilika bênamûsîyê bikişînim serê xwe;
ez jî dikarim, ne xwe ji dêrê bikim, ne jî xwe ji mizgeftê bikim û li pey konfora xwe, mîna teresekî ji her kesî re xweş bikim,
lê nabe, nabe, nabe!
Heger ez an ez û yên wek xwe jî wek we bikin, di nava deh salan de li bakurê welêt ne kurdî dimîne ne jî nirx û hêjayîyên kurdî yên kurdan dikin kurd dimînin,
loma jî…
ez di dexl û bextê we de me, hey ji qûna we nayê, balo bar li me girantir nekin û li pêşîya rêya me nebin kelem û keleş û asteng.
Û hûn xwendeyên nexwende yên bi kirasê margîseyî/bukalemûnî quretîyên zanayî/entelektuelî dikin,
hûn margîse anku bukalemûn in, lê êdî ez/em jî bûne nêçîrvanê margîseyan, hay ji xwe hebin.
Û hûn xwe dixapînin naxapînin, hûn bi kêfa xwe ne, lê ji pêxîla vî miletî bikevin, bikevin, bikevin, êdî!
Bîst û çar seetan li ser medyaya sosyal hûn ê bi zimanê serdestên xwe xwelîyê li serê xwe bikin, lê dema qûna we didin tavê jî, hûn hewl didin çivan bidin xwe.
Gotina Dawî
Ji xwelîserîya we, em xweperest in!..