Rojekê ji derhênerê swêdî yê qerase Îngmar Bergman dipirsin, “Rewş ne tu rewş e, her ku diçe xerabtir dibe. Meriv çawa dikare vê rewşê ber bi başîyê ve biguhere, yan jî çi dikare vê rewşê biguhere?”
“Fedî” dibêje, Bergman, “tenê fedî dikare însên ji vê rewşa nahletbûyî rizgar bike.”
Belê…
Berê, fedî hebû. Dema yekî bêhemdê xwe xerabîyek bikira anku yek biêşanda, dilê yekî bihişta, fedî dikir û dû re dema li xwe hayîl dibû, pir li ber xwe diket, ji bo xwe bida efûkirin, diçû lêborîn dixwest.
Lêborîn, ji ferhenga ehlêq derketîye.
Ji qewla ciwamêrekî, fedî panjehra kubrê ye. Li pêşîya derew, guneh, qebhet, bêbextî, bêfesalî, û bêehlaqîyê bend û dîwarek e, ji esaletê.
Belê…
Fedî bikin ku ew fedî bikare ehlaqê we binixwimîne!
Axir…
Hêja Netirk ku “ne”ya li pêşîya paşnavê wê, wê bêtir dike tirk, li ser medyaya sosyal vîdeoyeke kin belav kirîye û di wê vîdeoyê de bang kurdan dike, dibêje, “Kurdino, heger di jîyana we de tirkek hebe, zû rabin ser xwe, telefonî wî bikin û jê re bibêjin, ‘Bijî Kurdistan!’ û berdewam bikin, “Hûn azadî û serxwebûna Kurdistanê dixwazin, an naxwazin?’ Heger ji we re got, ‘Na’ wê gavê wî blok bikin û têkilîya xwe jê qut bikin.”
Ez ê kin lê xim û qut bibirim anku ez ê zêde dirêj nakim, Hêjaya NEtirk.
Ka here ewil serxwebûn û azadîya Kurdistanê bi wê zîhnîyeta ku kalkê te Ahmet Turk di nav de ye, bide qebûlkirin,
dû re, bi soz em ê jî şîret û pêşnîyara te bikin guhar û têxin guhê xwe û em ê rabin hemû tirkan ji jîyana xwe derxin, teva Hêja Netirk û Ahmet Turk.
Îja heyran…
heger fedî tune be, çi bê hesabê rebenê zimên, rebenê zimên jî wê dike, mixabin; mîna xwedîyê xwe rep û bel dipengize!
Axir, erê weleh axir…
Gotina Dawî
Vî zemanî fedî ji ber populîzmê qul bi qul direve!..