4 Aralık 2024 Çarşamba

gotinên depresîf

bextewarîyê li ber sîya bextnemayîyê pal daye
û ûjdan bi kirasê bêhlaqî yê transparan digere
di bin berçavka camstûr a gemarokî de çav xwe distirînin ji tirsa lêmikurhatina tavê
min go her kes her kesî dixapîne vî zemanî dayika zemên 
peyv hevokê hevok paragrafê paragraf pasajê pasaj metnê metn jî min û te
û ez û tu jî li ser devê bîreke qebhetpêdehatî sekinîne evînê dikişînin bi dewlê
benê dewlê jî ji mûyê spîyên serê xwedê
hoo xwedayê vê alemê û alema dinê 
ma min ji te re negotibû heger tu xwe neşoyî spî yê têkevin wî serê te yê êdî em hew tê de hiltên

Na na..
Heger hûn bixirpişin ser gotinên vê metnê û tecawizî namûsa van gotinan bikin, bi îhtimaleke xurt ev gotin ê gon bixwin û ji we re zimanekî entîke biwelidîne,
lê…
erê, lê ez di nav metnên hin nivîs-kar-ên xwelîser de li “z”ya zimên dihilkumim ku rebena “z”yê ketîye pey tîpên xwe yên her yekê berê xwe daye derekê û bi derekê ve pengizîye, ji xezeba qelemên bi nexweşîya kataraktê êdî kêm dibînin.
Ji bîr nekin!
Kîrê zimên jî heye û nivîskar bi kîrê zimên dizê, lewra bi qasî ziman bixwaze, hûn aktîf an pasîf in.

Hin hevalan got ka tu nehatî fuara kitêban a Amedê?
Xwezî bi qasî Receb Dildar ew enerjîya min hebûya, lê mixabin tune ye û ez herim di ber Receb de reş û şîn bibim, kirasê xwe biçirînim jî, ji wê enerjîya xwe tenê kulmekê jî ne dide min, ne jî difiroşe min.
Helal be ji wî û îmana wî û wê sebr û enerjîya wî re. 
Ji tu fuaran namîne û mîna memûrekî postexaneyê ji sibehê heya êvarî li ber standa xwe rûdine li ser her kitêbê îmzeya xwe diavêje, çi kitêbên wî çi ne kitêbên wî…
Ji kerema xwe re,
her kî di ber standa Receb re derbas bû, teqez bila wêneyekî pê re bigire û li ser hesabên xwe yên medyaya sosyal belav bike.
Li entelektuelên xwe miqate bin!
Û ez!..
Ne ser rûpelên kitêbên xwe, ez îmzeya xwe diavêjim ser dilê xwendevanên xwe.
Îja heger wî dilî kurdî û kurdîtî li xwe bar kiribe,
axir!..

Gotina Dawî
Ziman netehenînin!
Heger were û ziman bitehene, xwelî yê jî bi dest we nekeve!..