15 Aralık 2024 Pazar

kurdistan dinale

Di mirûzê vî tahjîyî de rehm tune ye, lê jixwe muxatabê kurdan ne ev e, Amerîka û Israîl in!
Ez qala El Golanî dikim.
El Golanî efendî, heger ji destê te bê, tu yê xwîna kurdan vezwî û erda Kurdistanê bi xwînê av bidî, lê baş e ku rişma te di destê xwedîyên te de ye û xwedîyên te jî şirîkên me ne.

Mazlûm Evdî jî dest bi edebîyata yekîtîya niştimanî kirîye.
Kuro, de huş be lo!
Heya tu bibojî, “Serok Apo” sembola me ye, kes ê ji gotin motinên te yên vîkîvala bawer neke.
Madem Apo sembol e, herin bi Enqereyê re yekîtîyê çêkin!!!
Li Enqerê bi mît û îtê re li ser nebûna kurdan lê ji bo hebûna misak-i milîyê bi haweyekî stratejîk aqil dide dewletê, îja serok Apo ji bo kurdan sembol e.
Weleh heyran, 
sembola we jî ji bo min û yên wek min tenê sembola hêvîşikestî, qudûmşikestî, xwebawerîşikestî û xeyalşikestîyê ye, 
Merheba serok Apo!

Hin heval jî li ser gotinên megalomanîk û romantîk bangewazî û daxuyanîyan belav dikin, li hesabên xwe yên medyaya civakî.
“Yekîtî!”
Jixwe kurd yek in, lê yên nekurd bi zorê nabin kurd!, wîî!
Dev ji xwe jî, dev ji me jî berdin.
Yekîtî çawa çêdibe, hûn dizanin?
Bi sekn û helwesteke kurdî û bi armanca Kurdistaneke azad û serbixwe!
Her kî bibêje kurd û kurdî û Kurdistan, jixwe bivê nevê dikeve nav wê yekîtîyê.
Îja bi çîrok û çîrçîrok û çîvanokên êdîî zarok jî hew li ber di xew re diherin, xwe jî, me jî nexapînin.

Hîn jî hêvîya xwe ji Selahattîn Demîrtaş nebirîye, hin hevalan.
Li ser twîtterê hevalekî gazin kiribû, gotibû, “Heger îro hebûya Selahadînekî din, li ser textê Şamê kurd ê rûniştana.
Min jî got,
“Yek heye, lê ew jî hebûna misak-i milîyê di ser her tiştî re digire û dparêze, mixabin.”

Heyran, ji kerema xwe re piçekî giran û zilam bin. Jixwe bi salan kultura dîktatorî û pûtperestîyê mala me xera kir; ne bes e hûn jî radibin wê kulturê berdewam dikin.
Kêlîyeke berê li ser medyaya sosyal ez li dîmenekê rast hatim. Lawê Nêçîrvan Barzanî yê huvdehsalî bi jeepeke luks ku ez nizanim bê ka buhayê wê çi ye, hat li ber mekanekê sekinî û pêşmergeyekî wek fîtekî ku bi îhtimaleke xurt bi temenê xwe ne kêmî Nêçîrvan bû jî derîyê wî vekir û piştmêrîya wî kir
Erê, wî biparêzin, piştmêrîyê bikin, lê ne bi vê xezebê, loo!

Gotina Dawî
Û Kurdistan dinale bi çar alîyan ve!..