20 Aralık 2024 Cuma

gotin gotin e heger xwedî xwedî be

Dema we bi hinekan re şer kir anku pevçinî, tu carî peyva dawî nekin; peyva ku hûn ê nikaribin bînin cî!!! 
Dû re ku…
ew peyv nayê cî, xwedîyê xwe dike hîç û pîç,
loma jî…
qedrê gotinê bizanin.

Gotin, 
çek e, heger rişma zimên hebe û li fermandarê xwe anku li mejî guhdarî bike.
Erê, guh bidin dil jî, lê tu carî bi dewla dil nerin avê, 
lewra…
dil meriv dike bilbilekî bikul.

Kulên xwe di qulên hestan de veşartî nehêlin, lewra…
her kul qulekê vedike li ser dil
û dilê biqul jî motîvasyonê xera dike û nahêle meriv li ser xwe biedile.

Biedile li ser xwe û li pêşîya xwe binere her tim,
yan na…
heger tu asê bimînî di kemîna zemên de, zeman ê li ser zimanan te bike kulmek nifir.

Nifir! Nifir! Nifir!
Dibêjin, li xwedîyê xwe vedigere her tim, lê hay ji xwedî nifiran tune ye ku ji ber kirina nifiran di vî halî de diqirqile.

Min got:
-Seadetê, ka şîva te çi ye?
Got:
-Ma bi Xwedê, hema malhazirî…
Min got:
-Malhazirîya te çi bû gidî?
Got:
-Weleh hema ez rabûm min hinek sînga mirîşkê û hinek dilê berx ji zarokan re raqelandin û danîn ber wan.
Min got:
-Tu jî gewî bûye haa! Şîva te her şev her şev goşt e.
Kenîya…
Got:
-Lo lawo, êdî kûçik jî ku xwarina wî ne goşt be, ne direyê ne jî dihere kesî, li devê derî vedikeve mîna teresekî.

Gotina Dawî
Ruhê gotinê heye…