ê heyran…
hin nivîskar jî hene, nabe tenê ji bo xatirê bi kurdî dinivîsînin meriv çavên xwe ji wan re bigire,
lewra nivîsandina wan a bi kurdî, ji fêdeyê bêtir zirarê dide kurdî;
mentiq bi tirkî…
hevok seqet…
peyv xav û sar…
daçek beravêtî…
û bêvîzyonîyeke beloq!..
Na na.
Ji kerema xwe re nenivîsînin û zirarê nedin zimên, bila mineta we li serê çîya û latan be!
Ji ber ku,
hûn bi dilê xwe nanivîsînin, hûn bi mejîyê xwe yê çêkirî anku yê protez dinivîsînin
ku ew mejî jî tenê xizmetê ji berjewendîyên we yên şexsî re û ji ego û kopmleksên we yên nekedîbûyî re xizmetê dike.
Hewce nake nav bi nav nav bidim, lewra ew jî bi xwe dizanin ez qal û behsa kê dikim, hûn jî dizanin.
Ne yek û ne dudu ne, kerîyek e û bê şivan!..
Axir…
Di rewşa nîvdewletîyê de şerê ji bo text, bi min bêbextî ye li milet;
lewra milet, ne ji bo ego û berjewendîyên we yên beradayî û çavnebar we dişînin ser wî textî, ji bo li ser wî textî hûn vî miletî ji nav tevlihevî û kaosan derxin û her weha wan azad û serbixwe û bextewar bikin;
yanî berxê xalê xwe, ne ji bo fantezîyên we…
Ji roja ku kurd ji ereban cîhê bûne, başûr bi tevayî xwe Kurdistan hîs nekirîye û bêhna azadî û serxwebûnê jê nefûrîyaye.
Ji wê rojê heya îroj tenê bi şerê text ê barzanîyan û talabanîyan derbas bûye.
Ma qey hûn têr naxwin!
De îja min bizanîya ev mal û milk û serwet ê rojekê têkeve xizmeta serxwebûnê, bawerîya we hebe, min ê li tu derê dengê xwe nekira û heya ji min bihata jî min ew biparastana,
lê ne nîşaneyek heye, ne jî işaretek heye ku meriv bibêje teqtîk û stratejî ye.
Axir…
Xwezî derfet hebûya, ji bo demekê meriv bikarîya kadroyeke rêvebir ji Israîlê bianîya û erk û wezîfeya serxwebûnê bisparta vê kadroyê. Piştî wê kadroyê ev nîvdewlet bikira tamdewlet û sîstemeke xurt jê re çêkira jî, ji bo ev sîstem dîsa bi destê nezan û oportunîst û berjewendperestan têk neçûya, endamên wê kadroyê bi destê xwe û bi rêbazên perwerdeyîya xwe ji kurdan kadroyeke rêvebir perwerde bikirana û dû re ew sîstem teslîmî kadroya kurdan a perwerdebûyî bikirana û xatir ji me bixwestana, biçûna û me jî rehmet li dê û bavê wan bianîya…
Îja ne mumkun e, lewra em xwe ji her kesî zanatir û jîrtir û baqiltir dibînin.
Gotina Dawî
Ka aqil!