5 Aralık 2024 Perşembe

reqsa kurmancîyê

Peyveke pir xweş heye: 
“Ez ji xwarin ketime.”
Di wateya “îştaha min tune ye” de anku di şûna “ev demek e mahdê min nare xwarinê” tê bikaranîn.
Ka ez jî peyveke din lê zêde bikim:
“Ez ji xwendin ketime.”
Mixabin, demeke dûr û dirêj e naxwînim, nikarim bixwînim, nikarim li xwendinê germ û konsantre bibim. Ev serê sê mehan e hûn bidin ser hev encex min şeş kitêb xwendibin.
Sedem çi ye?
Ê de qey sedemeke xwe heye ji qewla serhedîyan.
Xwedê bi xêrê bigerîne, lê xêr jî di tiştekî de nemaye êdî, mixabin.
Axir…

Ez li xwe fitilîm, çi bibînim! Çavên min çûn li paş guhên min sekinîn. 
Şok! Şok! Şok! 
Zikê wê li ber devê wê bû; heger îşev neza, ew ê sibê teqez biza; ku neza jî jixwe êdî ew sêlek nedisekinî, hew di malzarokê de hildihat.
Min got:
-Keçê, tu kengî zewicî? Tu kengî avis bûyî? Ma ne tu anarşîst bûyî! Tu nediketî bin hukmê mêr û te zarok marok çênedikir!
Kenîya…
Got:
-Ma tu di guhê gê de yî! Ez di meha heyştan de me.
Min got:
-Pîroz be û çavê te ronî be, lê heger rojekê tu jî wî xwelîserê mêrê xwe aciz bûyî, hayê min jê çêke.
Dîsa kenîya…
Got:
-Çima xwelîser? Ma ez ew qasî xerab û ne xweşik im? 
Min got:
-Na keçê, na. Tu qeymaxê bin hinguv î, ji hesûdî min wer got.
Vê carê nekenîya. Dûr û kûr çû, xwe bera binê bîra bîranînan da. Ez jî piçekî leylanî bûm, li dora bîrê çûm hatim, lê neşemitîm.
Got:
-Temam. Soz heger rojekê ez ji wî xwelîserî aciz bûm, ez ê hayê te jê çêkim.
Vê carê jî ez kenîyam, lê bi rengekî veşartî…
Bijî hedonîzm!
Anku…
Bijî qehpikîzm!
Çi jin çi mêr, divê meriv li pey daxwaza dilê xwe bide lotikan.
Haa!
Divê hûn afarozbûna ji civakê bidin ber çavê xwe.
Min go ji kesên ruhê wan qehpik hez bikin, ne ji yên karektera wan qehpik!

Gotina Dawî
Min got, “Xwarzê, serdestên edebîyata kurdî bindest in!”