Pêr,
li Mêrdînê ez çûm temaşeya lîstikeke şanoyê; li Şaneşîn Performansê.
Bêguman lîstik bi kurdî bû…
Lîstika Alfonso Paso ya bi navê “Sera Pîra” lê ne rasterast ji zimanê nivîskêr, ji zimanê tirkî wergerîyaye kurdî
anku ji îspanyolî wergerîyaye tirkî û kurdên me yên “duzimanî” jî ji tirkî wergerandîye kurdî.
Axir…
jixwe ji duzimanîya kurdên me, duzimanîyê piçekî tesîra xwe, biborin (ji bo derhêner xwe aciz neke) bandora xwe li lîstikê jî kiribû; di hin cîyan de giranîya xwe dabûn tirkî.
Bêguman, wek her car û wek hûn dizanin henek û sixêfên bi tirkî bêtir bala temaşevanan kişandin û kenîyan.
Ê mixabin, ji ber ku jîyana me serobinî hev bûye û êdî di jîyana xwe ya rojane de bêtir em tirkî bi kar tînin, tirkî jî ji kurdî bêtir kêfa me tîne.
Û ev jî tiştekî asayî anku normal e.
Meriv bi kîjan zimanî bifikire, piştî demekê meriv ê bi mentiqa wî zimanî bikene, bigirî, hêrs bibe, aciz bibe, kêf bikr, şa bibe û lotikan biavêje.
Li gorî şert û mercên xwe lîstik ne xerab bû, lê ne zêde baş bû jî.
Naxwazim li ser performansa lîstikvanan zêde hûr bibim, lewra hemû ne profesyonel bûn. Ji bo wê xwebawerî û wêrekîya wan a li ser dikê ya li hemberî temaşevanan spasîya wan dikim; ew bi serê xwe cîyê kêfxweşî û serbilindîyê ye.
Kes di zikê dêya xwe de hîn nabe, hêdî hêdî bi xebat û ceribandinê ew tecrûbe çêdibe.
Nizanim, belkî jî lîstik bi zimanê xwe yê hur û resen xweştir, bitehmtir be, lê werger, na na, wergera wergerê ew tehmsarkî kirîye; mîna xwarineke xav…
Heger derfet hebe û kurd bikin karê xwe, nivîsandina mijar û mesele û lîstikên weha bi aqlê min divê ne zor û zehmet be, lê wek min got, nan di kurdî de tune ye û mixabin, vî zemanî her kes xwe li nên digire.
Piştî lîstikê, li derve, li ser nigan ez û derhêner û lîstikvanên lîstikê jî di heqê lîstikê de piçekî peyivîn.
Li ser performans û zimanê lîstikê min hin kritîk û rexne kirin.
-Hin şaşîyên rêzimanî…
-Bikaranîna hin gotin û sixêfên tirkî…
Lê wek her beşa kurdî, di beşa şanoyê de jî tehamula me ji rexneyan re tune ye, mixabin.
“Ji sîrê pêştir bi wan de nare.” ji qewla pêşîyan. Peyv zû li wan dikeve û wê kêlîyê dest bi parastinê dikin.
Ez dibêjim, “Ma hewce bû we tirkî jî li ser vê sifreyê danîya? Ma tenê bi kurdî têra me nedikir?”
Derhêner dibêje, “Ev tercîh e û jixwe li malê, li derve, li kuçe û sikakan her kes weha dipeyive. Êdî meriv nikare bi carekê tirkî û kurdî ji hev bişo, bi hev re ne, bi hev re dijîn.”
Ez dibêjim, “Li gorî rêzimana kurdî li hin cîyan şaşî hebûn. Wek nimûne: hewce nake ji bo kesekî hûn “hûn/we” bi kar bînin.”
Dibêje, “Li ser vê mijarê lihevkirinek tune ye, loma ev qalib bi me maqûltir hat.”
Ez dibêjim, “Ji bo kurdî kurdan azad bike, divê kurdî ji tirkî bê şuştin.”
Dibêje, “Sîyaset ne karê me ye; em karê hunerê dikin.”
Îja heyran!
Heger şaşîyek serdest be, tu nikarî wê şaşîyê wek mînak/nimûne raxî pêş çavan û bi wê şaşîyê hewl bidî şaşîya xwe bipeyitînî anku biparêzî. Şaşî şaş e û hewce ye meriv li dijî wê derkeve, neparêze.
Tirkî bûye vîrus û civak bi şewbê ketîye. Ji dêvla em hewl bidin bi dermanekî vê şewbê tedawî bikin, em hewl didin civakê bi şewbê bikujin.
Axir…
Huner huner e, lê her weha ji bo neteweyên bindest huner tenê ne huner e, sîyaset e jî.
Û heqê hunermendên neteweyên bindest tune ye, xwe bi serdestên xwe şêrîn bikin.
Haa!..
Kengî hûn jî wek xelk û alemê bûn serdest, wê çaxê hûn azad in; hûn hez dikin bi zimanê neteweya xwe bipeyivin, bikenin, bigirîn, hûn hez dikin bi zimanê mar û marmarok û gumgumokan bipeyivin, bikenin, bigirîn.
Gotina Dawî
Ez ê wek nivîskar û hunermendekî vê neteweya bindest her û her bindestîya we li nav çavê we bixim, hûn jî wek nivîskar û hunermendên neteweya bindest her û her dikarin xwelîyê li serê xwe bikin.
Ez jî azad im, hûn jî, lê ji bîr nekin, heger li gorî mentiqa we em binerin, Azad bi xwe jî ne azad e.
Û hûn sax!..