21 Ocak 2022 Cuma

xwexapandin tav û qûn

Berê, di nav kurdan de parsek tune bûn; li bajarên kurdan tenê qereçîyan pars dikir, loma jî ew kultur û adet dûrî me bû, lê îro ro bi saya serên ne xwedîyên bedenên xwe, em hînî parsekîyê jî bûn.
Xwelîya çar perçeyan li perçeyekî û xwelîya wî perçeyî jî li serê we be!

Heger piçika aqil di serê Reîs de hebe, ji bo ji desthilatîyê nekeve, ji dêvla serê xwe ew qasî bi Evdila Başqan û Selo Başqan re diêşîne û mîna mişk û pisîk wan bera ber hev dide, curm û bac û wergîyên li ser alkolê betal bike û buhayê alkolê nêvî nêvî daxe, bi telaqên bêfitû, di hilbijartinan de, bi ferqeke mezin ew ê bi ser keve û mîna şev li muxalefeta teres û qeşmer bigere, ew ê şevoquzî bibin; xwelihevboqandin ê jî bi destê wan nekeve.
Birêz Reîs, ez hawenta anku belasebeb napeyivim; vê tahlîla min a civakî, ji bo tu li ber bikevî, vê tahlîla min a sosyolojîk bike guhar û têxe guhê xwe.
Haa!
Heger tu bibêjî guhar qebhet e, eyb e û ji bo me xeta sor e, xaltîka Emîne jî dikare ji dêvla te guharê xwe yê zêr û pirlanta ji guhê xwe derxe û vê pêşnîyarê bike guhar û têxe guhê xwe. Û piştî tu bi ser ketî û li ser text rûniştî, xaltîka Emîne dikare guharan biguhere, ji nû ve guharê xwe yê zêr û pirlanta têxe guhê xwe.
Û vê qencîya min jî ji bîr neke, haa!
Ya ez ji te re dikim, bav ji ewladan re nake, bizanibe, serok Reîs!

Erê, kêm zêde ego bi me her kesî re heye; lê hin kes hene, bi taybetî jî yên xwendine, lê xwendinê tesîr li nefsa wan nekiriye, egoya wan wahş e, dînozor û zîya ye; mîna wan her du marên li ser milên Dehaq, devên wan vekirî, her dixwazin!
Temîya min li we, bawerîya xwe bi kesên werê neynin û pişta xwe nedin wan; ne bextê wan heye, ne ûjdanê wan heye, ne jî xêr û bereket ji qelema wan diniqute!

Nîyhandin anku seks, mîna nan û avê ye; ji şuştina firaxan, ji çêkirina xwarinê û ji paqijkirina hundirê malê pêştir e.
Bi qasî jin serê xwe bi çêkirina xwarinê û bi paqijkirina malê re diêşînin, serê xwe piçekî bi felsefeya nîyhandinê re biêşînin, ne ji sedî sed be jî, ji sedî heftê mêr ê zêde çavê xwe li tolazîyên derve negerînin.
Ev, yek ji sedemên herî girîng e.
Bêguman, ev tahlîl û tespît ji bo mêran e jî...
Nîyhandin anku seks:
Zanîn û xwezanîn û hevzanîn jê re hewce ye...
Heger meriv bi çavekî hunerî û estetîk lê nenere û bi fantezîyên rengîn wê nexemilîne, piştî demekê, her du alî jî li ber çavên hev dibin mîna du marên reş!

Gotina Dawî
Xwexapandin, mîna meriv bi kirasekî transparan xwe binixumîne û ji xêndî meriv her kes meriv bibîne...
Xwe nexapînin!
Tav li jor e û qûn nikare jê bireve!..