Şehem li ber televizyonê rûniştibû, li bernameya Seda Sayanê temaşe dikir.
Huso got:
-Ha yadê!
Şehemê hîç di eynê xwe de neanî; çav li ekrana televizyonê, tenê got:
-Çi?
-Îja çi! Ne wextê Seda Sayan û temaşekirina li bernameya Seda Sayanê ye; ker di qaçika wê ne! Rabe ser xwe, rabe! Wa ye festîvalê dest pê kir. Zû bilezîne, rahêje telefona xwe, têkeve malpera www.sinemayakurdi.netê û dengê xwe (reya xwe) bide fîlmê min.
Şehemê rahişt telefona xwe, lê nizanîbû ew ê çawa têkeve malperê; got:
-Qesifîyo! Hela were min têxe vê pêderîtê! Meriv çawa dikevê? Meriv çawa dengê xwe dide? Yê nizanibe ew ê bibêje qey ez pîlota teyaran im!
Huso hat di ber wê de rûnişt, telefona wê ji destê wê girt, ket malperê, fîlmê xwe vekir û da destê wê; got:
-Piştî te lê temaşe kir, li jêr vebijarka dengdanê heye. Temam?
-Temam temam! Tam di cîyê herî biheyecan de te pê de rît, te nehişt ez tahmekê ji bernameya xwe bikim. Min nedît bê xaltîka lawik ji xesûya lawik re çi got!
Çavên Şehemê li fîlmê Huso, guhên wê li Seda Sayan... Piştî fîlm diqede, bê hemd tilîya wê dihere ser fîlmekî din, dest bi temaşekirina wî fîlmî jî dike. Wextê ew fîlm xelas dibe, bi şaşî ji dêvla deng bide fîlmê Huso, radibe deng dide fîlmê diduyan yê lê temaşe kir û bêyî ku li hêla Huso binere, telefonê dirêjî wî kir.
Huso li ekrana telefonê nerî, çi bibîne, Şehemê ji dêvla fîlmê wî, deng daye fîlmekî din. Bi hêrs telefon li erdê xist û bi ser Şehemê de kir qarewar; got:
-Ez di zîlika quzê Seda Sayanê de bimîzim! Ji dêvla te deng bida fîlmê min, tu çûyî, te deng daye fîlmê xelkê!
-Off! De ez ji çi zanim lo! Tu yê bibêjî qey dêya min sînemager û teyatro bû! Tişt nabe! Yê nizanibe, ew ê bibêje qey ew ê rutbe û medalya bi te ve kin...
-Keçê, xelat tam 500 euro ye. Min ê bi wî 500 euroyî porê xwe biçanda...
-Te got 500 euro!
-Erê, 500 euro!
Şehem rabû ser xwe û wek bayê bezê xwe li derîyê derve qewimand. Ji serê taxê pê ket, heta binê taxê, mal bi mal li derîyê hemû cîranan xist û ji bo deng bidin fîlmê Huso, daxwaz û lava kir ji wan.
Piştî dawîya serlêdana hemû cîranan hat, Şehemê bi bêhnçikînekê li malê vegerîya. Fitilî ser Huso, got:
-Cîranan hemûyan deng da fîlmê te û ew ê jî ji nas û dost û hevalên xwe re bibêjin, ji bo deng li dengên te zêde bibe...
Huso di bin simbêlan de kir xirexir mîna kûçikê hestî di ber de mabe; got:
-Bi soz heger ez xelatê bistînim, ez ê ji te re du kîlo hine bikirim. Na na, ji nuha pê ve hineya serê te li min...
-Ka bise ez li ser whatsappê jî belav bikim! Dengek dengek e wîî!
Mixabin, rewşa me kurdan ev e.
Li ser navê hunerê, radibin bi qeşmerîyan qerf û henek û tinazên xwe bi aqilê xelkê dikin.
Festîvala Fîlman!
Me jî got qey çalakîyeke cidî û maqûl e; me nizanîbû, li ser navê populîzmê ew jî ketine pey reklam û danasîna xwe.
Law erê, reklam û danasîna xwe bikin, lê keda xelkê jî nekujin!
We li ser navê festîvala fîlman ji xelkê fîlm xwest. Xelk jî rabû, baş xerab bi qasî derfet û qaweta xwe fîlmek kişand û dû re ew fîlm ji wan re şand, lê ji dêvla lijneya jurîyê (Kesên ji sînemayê fêhm dikin) ji nav wan fîlman fîlmên herî serketî hilbijêrin, lijneya jurîyê rabû erk û wezîfeya xwe spart xaltîka Zeyno, meta Neyo, pîra Edê, xalê Bekir, mamê Evdo, Eledînê gavan, Sebrîyê mastfiroş, Evdîyê qeraş, Semîrê sobecî, Bedrîyê muxtar, Xelefê qesab û nizanim filankes û nizanim bêvankes û wan jî him deng dan, him jî wek jurî ew ê bibin xwedîyê biryarê û hewl bidin fîlmên herî serketî bên hilbijartin.
La hewle wela!
Bi kin û kurmancî,
li ser meseleyê, li gorî mijar û konsepta festîvalê fîlmê herî serketî jî, heger ap û xal, xaltîk û metik, heval û cîranên xwedîyê wî fîlmî ne pir bin, ew fîlm ê wek fîlmê serketî neyê hilbijartin;
lê berevacî vê, li gorî mijar û konsepta festîvalê fîlmê herî beradayî jî, heger ap û xal, xaltîk û metik, heval û cîranên xwedîyê wî fîlmî pir bin, ew fîlm ê wek fîlmê serketî bê hilbijartin.
Mîratê! Ne festîvala sînemayê, "O Ses Turkîye"ya Acûn Ilicali ye.
Bi mehan li ser malperê daxuyanî belav kirin; festîvala fîlmên kurdî, festîvala fîlmên kurdî û festîvala fîlmên kurdî...
Lê festîvala fîlmên kurdî bû festîvala fêkîyên kurdî.
Mişmiş!
Sêv!
Hinar!
Hejîr!
Tirî!
Hirmê!
...
Eyb e, şerm e!
Keda însên nekin malzeme ji bo masturbasyona xwe ya hunerê!
Gotina Dawî
Bi vî haweyî anku bi vê zîhnîyetê, ne huner bi ser dikeve, ne jî civak bi pêş ve dihere; tenê serî li we mezin dibe û hew!