20 Ocak 2022 Perşembe

heger serokatî azad nebe

Heger serokatî azad nebe,
kurdî yê bimiçiqe, kurd ê çem û çem herin!
Heger serokatî azad nebe,
mirîşk ê têkevin menopozê, li pêyasê hêk namîne!
Heger serokatî azad nebe,
qantir ê bizên, ker hew dinin bergîran; nifşekî din ê li heywên zêde bibe!
Heger serokatî azad nebe,
bi peymaneke aştîyane, li ser esasê biratîyê, mişk û pisîk ê li hevdu bên, însan ê ji ber xezeba mişkan herin xwe biavêjin bext û dexlê maran!
Heger serokatî azad nebe,
tevna biratîya gelan ê xera bibe, heta hetayê ruhê enternasyonalîzmê hew vedije!
Heger serokatî azad nebe,
kî bi ber kê keve, ew ê avê li hev venexwin, di hev nin û bi pirbûna însanan, dinya yê bi ber nigan ve here; ji birçîna xelk ê çavê hev derxe!
Heger serokatî azad nebe,
Kîloya pîvazan ê here sed wereqî; êdî tu kes ê hew bikaribe têr kulmek beluh bixwe!
Heger serokatî azad nebe,
penguen ê cemedistanê protesto bikin û ber bi germenistanê ve dest bi koçeke îdeolojîk bikin!
Heger serokatî azad nebe,
kuna ozonê yê berfireh bibe, demsal ê cî biguherin; textê Xweda yê hilweşe, Xweda yê ji desthilatîyê bikeve!
Heger serokatî azad nebe,
jin ê nîyhandina mêran li xwe qedexe bikin, di nava pêncî salî de nifşê/neslê însên ê nemîne.
Heger serokatî azad nebe,
teyr û tulûr ê perikên xwe birûçikînin, hew difirin!
Heger serokatî azad nebe,
li hêla dinê, Kant, Hegel, Spînoza, Nietzsche, Descartes, Sartre, Platon, Sokrates, Thales, Pisagor, Camus, Engels û Karl Marx ê heqê xwe li me helal nekin!
Heger serokatî azad nebe,
dîn ê biaqil, biaqil ê dîn bibin!
Heger serokatî azad nebe,
emperyalîzm têk nare, kapitalîzm sist nabe, biratîya gelan pêk nayê!
Heger serokatî azad nebe,
Erdogan ê bibe çepgir, Kiliçdaroglû yê bibe muhafezekar, Bahçelî yê bibe kurdperest!
Heger serokatî azad nebe,
Kurdistan ê serbixwe bibe, tirk û ereb û faris ê herin ber golikan!
Heger serokatî azad nebe,
misilman hew diherin hecê, Mek û Medîne yê ji serserî û berdûşan re bimînin!
Heger serokatî azad nebe,
bi kin û kurmancî, roj hew hiltê, heta hetayê em ê di tarîyê de mîna kwîran xwe li hev biboqînin!

Gotina Dawî
Ma we got qey bira jî serokatî ne azad e?
Ka aqil!