4 Ocak 2022 Salı

şivan perwer

Carinan hewce ye meriv guhdarî bike û zû zû neajo ser bûyeran; hin tişt ne wek tên qalkirin in; sebir û bêhneke fireh divê.
Bi gotineke din, hewce ye meriv zû bi ser avê nekeve.
Min ji şîroveya doh a Seyda Alî Kut ev derxist; hindik mabû ez xencerê ji kalên derxim û çep û rast xwe li nav meseleyê biqewimînim, lê Xwedê ez ji hetiketîyê stirandim ku min xwe giran kir.
Dibe ez pê ne bawer bim û hayê wî jî ji min tune be, lê di zargotina kurdî de êdî ev peyv û gotinên weha wek qalib tên bikaranîn.
Ez dizanim hîn jî hûn tê negîhaştine bê ez qala çi dikim an jî ez ê qala çi bikim.
Doh mijara me Mehmedelîyê me yê şivan bû, lê meseleya me ya îroj Şivan Perwer bi xwe ye.
Xwezî şivanan şivantîya xwe bikira, Şivan Perwer jî stranên xwe bigotana...
Belê, meseleya me Şivan e, Şivan Perwer!
Doh hindik mabû ez meseleya Mehmedelîyê şivan bi meseleya Şivan Perwer ve girê bidim, lê nizanim çi hêz û qaweteke efsûnî bû, nehişt ez derbasî wê meseleyê bibim.
Vê sibehê ez rabûm, li ser rûpela Şivan Perwer min li bangewazî û daxuyanîya wî guhdarî kir; min got ka bê dîsa çima heval mevalan xwe ji Şivên aciz kiriye!
Belkî gotineke klasîk be, 
lê wek her kurdî ez jî li ber deng û sewt û stranên Şivan Perwer mezin bûm û bi stranên wî yên tije niştimanperwerî ez li niştiman û niştimanperwerîya xwe hilkumîm û xwebûna min xurt ma.
Lê hewce ye em tiştinan tevlihev nekin.
Pirê caran wek pirê kesan min jî gotîye, hewce nake meriv ji şexs û kesayeta nivîskar û hunermendan hez bike; 
heger berhemên wan serketî û hêja bin, wekî din min eleqedar nake, besî min in û têra min dikin.
Lê ev fikr û nerîn û helwest carinan ji bo hin kesan derbas nabe; yek ji wan kesan jî Şivan Perwer e;
lewra Şivan Perwer rûnane û rehet nasekine; pozê xwe dixe nav her karî, tilîya xwe dixe her qulê; meriv çi kevirî radike, Şivan Perwer ji bin derdikeve.
-Şivan Perwer kurd e, kurdî ye.
-Erê.
-Şivan Perwer hunermend e û bi hunera xwe xwedan tesîreke mezin e.
-Erê.
Lê hêleke Şivan Perwer a narsîst jî heye û ev hêla wî ya narsîst jî mîna marekî duserî ye; dev her vekirî ne û çi dibîne dixwaze dabelihîne.
Bi kin û kurmancî, hêla wî ya narsîst tim birçî ye, têrxwarin ji narsîzma wî re tune ye.
Ji ber vê hêla xwe ya narsîst jî,
Şivan Perwer tenê bi hunermendîyê nayê ser; herweha hewl dide mîna feylesof, rewşenbîr, dîroknas, civaknas, edebîyatzan û sîyasetvanekî jî tev bigere û tev digere, 
lê pirê caran di qada sîyasetê de ji tahmê derdixe; qayîşê bi serok û serekan re dikişîne û ew bi xwe jî mîna rêber û berpirsê partîyekê tev digere, xwe wek serek û serokekî sîyasî dibîne û agir û quretî ji dev dibare.
Di esasê xwe de min di daxuyanî û bangewazîya wî ya tije gazin de tiştekî anormal-ne ji rêzê nedît; 
heta ez vê jî bibêjim, ez jî mîna wî li ol û bawerîyan dinerim. Kî ji çi bawer dike, bi qîma xwe ye; heqê kesî tune ye ol û bawerîya xwe derxe pêş û di ser ol û bawerîyên yên din re bibîne, bigire.
Xebera wî ye, dewlet bi ol û bawerîyan ava nebûne, nabin; 
çi misilman, çi êzîdîyatî, çi elewî, çi kakaî hemû yek in; 
ha em dikarin vê bibêjin û lê zêde bikin, êzîdîyatî bêtir nêzîkî me ye.
Çima?
Li ser axa me bi zimanê axa me ye hemû gilî û gazinên vê olê, hemû dua û îbadetên vê olê, hemû êş û şahîyên vê olê, hemû folklor û rîtuelên vê olê...
Lê di warê bawerîyê de di esasê xwe de hemû mîna hev in; ol in, dîn in.
Loma jî ji bo fikr û nerîna Şivan Perwer ya di heqê ol û bawerîyan de heqê kesî tune ye çêr û xeberan jê re bide, heqaretê lê bike.
Şivan Perwer ne kesekî xwedan vîzyoneke xurt û xwedan zanîneke kûr e, loma jî pirê caran gotinên wî ji sînorên quretî û megalomanîzmê dernakevin; her di wî qalibî de dimînin.
Bi min hewce jî nake; bi tiştên xwe yên heyî rûne, bêtir ew ê xwe jî, derdora xwe jî şad û bextewar bike.
Û ya din jî, 
Tu Şivan Perwer î. Dema te rexne kir jî, hewce ye binê wan rexneyan mişt dagirtî bin; di nava têgehan de bêhnfiskî nebe.
Ji bo hunermend û rewşenbîran sekn û helwest stûna zêrîn e. Nabe meriv li gorî sura bê bi vir de û wê de zîz bibe û bi ber bê keve.
Li Başûr, li hêla Zaxo, Dihok û Hewlêrê, Şivan Perwer PDKyî û barzanîhez e.
Li Başûr, li hêla Silêmanîyê, Şivan Perwer YNKyî û talabanîhez e.
Li Bakur û Rojava, Şivan Perwer PKKyî û apohez e.
Li Ewrûpayê, Şivan Perwer yekîtîxwaz û elîtîst û bûrjûwazîhez e.
Yanî Şivan Perwer li ku be, wir jê re xweş e.
Hunermend kirasê heqîyê ye, dengê bêdengan e, li dijî desthilatan muxalîf in, netewhez in.
Min got Şivan Perwer ne kesekî xwedan vîzyoneke xurt û xwedan zanîneke kûr e, lewra heger dikarîbûya piçekî bifikire, mejîyê wî yê jê re bigota feodalî û eşîrtî ne heman tişt in.
Şivan Perwer qala feodalîzma Ewrûpayê dike ya berî nuha bi sedan sal û qonax bi qonax diajo, tîne heta serdema nuh û wê û eşîrtîya kurdan dide ber hev; kultura kurdan a eşîrtîyê jî wek feodalîzma ewrûpîyan dinirxîne. 
Li gorî fikr û nerîna Şivan Perwer eşîrtî jî mîna feodalîzmê paşverûtî ye û bi eşîran jî dewlet ava nabin; ciwamêr wer dibêje.
Wextê qala paşverûtîya eşîrtîya kurdan dike jî, "felsefe"ya Apo û PKKê jî wek felsefeyeke medenî û modern diparêze.
Şivan Perwer bi qilafetê xwe mezin bûye, lê mixabin feraseta wî di nav qalibekî îdeolojîk de asê maye.
Hewce ye hin ciwanik û ciwamêrên hayê wan ji dîroka kurd û Kurdistanê heye, herin bi Şivan Perwer re civatekê bigerînin û ji Şivan Perwer re qala şerê apoyîyan ê çel salan bikin bê kurd ji ku anîn, di ku re derxistin...
Şivan Perwer ji bîr dike ku,
Îro ro heger kurd hîn jî piçekî xwe yan jî wek xwe mabin, ew jî bi xêra nirx û têkilî û rîtuelên eşîrtîyê ne.
Rast e, sed sal berê ji ber nerîna me ya eşîrtî em nebûn xwedîyê xwe û dewletekê, lê îro jî bi xêra ruhê eşîrtîyê ye ku ev ziman, ev nirx, ev kultur tê parastin.
Wek Şivan Perwer dibêje, bêdewletbûna me ya îro ne ji ber eşîrtî û paşverûtîya me ye, ji ber felsefeya "modern" a apoyîyî ye...

Gotina Dawî
Yekîtîya Şivan Perwer:
Şivan Perwer hemû hêzên kurdan wek reng û ahenga axa Kurdistanê dibîne, dinirxîne, 
lê ji bîr dike hin hêz axê diparêzin, hin hêz jî axê diguvêşin!..
Û ji yên axê diparêzin û ji yên axê diguvêşin, yekîtî çênabe.