7 Ocak 2022 Cuma

netirsin

Netirsin!
Û xeman nexwin!..
Hewce bike xwe ji dêrê jî bikin, 
xwe ji mizgeftê jî, 
lê tu carî bextê xwe neavêjin 
û ji bo çend qurişan 
an jî ji bo çend hestî û kurtêlan nedin pey bêûjdanî, bêehlaqî û bênamûsîyê.
Heger bi çend çepik û çend lîrelîran, 
heger bi çend pesindayîn û çend şabaşan hûn ê bi ser avê bikevin, 
nahlet li we jî, nahlet li sekn û kesayeta we jî bê!
Sînorê netewperwerî û welatperwerîya we ji berjewendîyên we dest pê dike, li qûretî û megalomanî û bextreşîya we diqede...
Çi rewşenbîr çi entelektuel, 
çi nivîskar çi hunermend, 
çi xwende çi zana, 
heger hûn bi xwe re ne rast û durist bin, 
hûn ê nikaribin bi hevrêyên xwe û doza xwe re jî rast û durist tev bigerin û bimeşin.
Hîn jî hemû biryarên we,
li gorî îdeolojîyan,
li gorî ol û bawerîyan,
li gorî jimeyî û nejimeyîyan in...
Prensîbên we, 
bi qasî duristî û wêrekîya we yan hene yan jî tune ne...
Bext û ûjdanê we,
bi qasî berjewendîyên we yên şexsî û genî yan hene yan tune ne.
Xwe li ser serê kesî qure nekin!
Zanîna we,
bi qasî qelsbûn û xurtbûna înterneta we ye; deh qatê zanîna we di tûrikê googleyê de heye, lê google bi xwe jî bi qasî we ne qure ye.
Nefsbiçûk bin, 
lê nehêlin kes bi nefsa we nefsfisekîyan bike.
Heger ne li gorî nefs û hest û hîs û mejî û mentiqa we be, 
belasebeb qûna xwe bi vir de û wê de nebin, neynin û ji bo hûn ê xwe li ber çav û dilê hinekan xwîntahl nekin, xwe jî, wan jî nexapînin.
Bi haweyekî bi xwe bawer bibêjin,
ev berhem xweş e, ev berhem baş e, ev berhem hêja ye
yan jî,
ev berhem ne xweş e, ev berhem ne baş e, ev berhem ne hêja ye.
Hûn diecibînin naecibînin, hûn bi kêfa xwe ne, 
lê bila ew ecibandin û neecibandin nebe esasê civakeke sexte û barûte.
Heger tenê deh kes jî li dora we bimînin, ji bo dilê wan deh kesan ê ji we nemîne, ji ya xwe daneyên; tenê hûn û hûn bimînin jî.

Gotina Dawî
Azadî û serxwebûn, li ser esasê duristî û xwebawerîyê ava dibin, lê îro ro duristî û xwebawerî derketine parsê li ber derîyê dagirkeran.
Lê...
Ji duristî û xwebawerîyê re jî,
vîzyonek, ferasetek hewce ye!