3 Ocak 2022 Pazartesi

çerxa felekê bermeqlûb e

Piştî bêhnvedaneke ne pir kin û ne pir dirêj dîsa ez li xwe û we vegerîyam; 
ev deh roj in ji ber meseleyên xwe yên şexsî ji rewşê û rojevê dûr bûm.
Îroj...
Tam ez rûniştim, min got ez li ser rewşa derûnîya Şivan Perwer binivîsînim, Sofî Ridwan ket hundir û got, "Selamun eleykum!"
Sofî Ridwan, him pismamê bavê min e, him jî zavayê me ye.
Erê navê wî Sofî ye, lê ji alîyê qûnê ve ne safî ye.
Henek li hêlekê, 
Sofî Ridwan dikare sed sofîyên xwedan bawerî û xwedan îman di nav kefa destê xwe de bi rehmeke rehmanî pîrozwer bike!..
Çay li erdê bû, me hîn ji qedehên xwe venexwaribû.
Di rewşên weha de em dibêjin:
"Xesûya te ji te hez dike!"
Lê bira jî xesûya wî jê hez dike, haa!
Axir, piştî me li hal û ehwalê hev pirsî, zarokan ji wî re jî qedehek çay dagirt, lê tasika şekir nedanê, 
lewra ji mêj de bû mîna sinifa entelîjansîyaya fransîyan dest bû vexwarina çaya bêşekir kiribû.
Wî bi xwe destê xwe dirêjî tasika şekir kir, ew ber bi xwe ve kişand. 
Min got, "Sofî Ridwan, ma ne te êdî hew şekir dixist çaya xwe; te çayê bê şekir vedixwar!.."
Di bin simbêlan de bi haweyekî bi xwe bawer kenîya, got, "Şekir ji ronîya çavan re baş e, loma min dîsa dest bi vexwarina çaya bişekir kir!"
Min got, "Kê got?"
Got, "Şivanê gundê me Mehmed Elî got."
Li vî welatî, bi qasî li pey şivanan diherin, li pey zanîn û zanistê narin, loma jî em her tim du gavan bi pêş ve, sê gavan bi paş ve diherin, mixabin.
Bi haweyekî devliken ez kelogirî bûm.
Xanima wî Eyhan jî pê re bû; ji hêlekê ve çay vedixwar, ji hêlekê ve jî guhên wê li me, li me guhdarî dikir. 
Ez fitilîm ser wê, min got, "Ma hûn ji ku tên?"
Got, "Em ji nîşanîyê tên!"
Berî ez devê xwe vekim û bibêjim, "Ya kê bû" wê bi xwe berdewam kir:
-Keçika Xalidê Meyrê bû. Keçik piçekî sivik e, ji alîyê êqil ve kêm e, lê li ser xwe ye û jêhatî ye. Lawik bi panzdeh salan jê mezintir e û kerr û lal e..."
Min got, "Helal be ji wan re! Bi xêra kîr û quzê wan nifşê însên ê her li ser rûyê erdê be!"
Însanên temam ji zewacê direvin û hew zarokan çêdikin, însanên netemam jî hevdu li ku zevt dikin, li hevdu siwar tên û zarokan çêdikin.
De îja were bi vê zîhnîyetê civakê baş û xurt bike!
Tew!
Piştî lêkolîna zanistî ya Mehmed Elîyê Şivan û nîşana kerr û dîn û lalan, taqet di min de nema ez li ser Şivên binivîsînim.
De bi xêr ka bila bibe sibe, Xwedê mezin e ji min û Şivên re!..