Ne Evdilayê Îmralîyê haa, Evdilayê me yê hevbajarîyê min.
Ji xêndî hevaltîyê, her weha şopînerekî min ê dilsoz e; her şev heta nivîsa blogê nexwîne, serî navêje xewê û ranakeve.
Heta carinan wextê ez nivîsê bi derengî dixim, ji min re dinivîsîne:
"Ka nivîsa îşev çer bû, Seyda?"
Şeytanê ku nahêle em ji rêya aqil derkevin û me ji peztîyê diparêze, kêmanîya we û wî nede, Rebî!
Amen!
"Tir li ku, das li ku!"
Kuro, ma ne heyf e meriv rabe di nivîsekê de him qala Doktor Qasimlo bike, him jî qala Gaffar Okan bike?
Ez anuha rabim qala Doktor Qasimlo bikim, dirêjayîya çîroka wî yê bibe werîsek û bi wî werîsî hin serok merok ê herin xwe pê bixeniqînin.
Bext û ûjdanê wî romanek bû.
Sekn û helwesta wî romanek bû.
Fikr û nerîna wî romanek bû.
Feraset û vîzyona wî romanek bû.
Qehremanî û wêrekîya wî romanek bû.
Fedakarî û dilsozîya wî romanek bû.
Kurdperwerî û netewperwerîya wî romanek bû...
Hewce ye roman li ser wî bên nivîsandin.
Hewce ye fîlm li ser wî bên çêkirin.
Hewce ye çîroka wî li ser dikên şanoyê bibe lîstik.
Hewce ye opera li ser bê çêkirin;
hewce ye, lewra Doktor Qasimlo "lo lo û lê lê"yên axa Kurdistana min bû.
Gaffar Okan kî ye anku kî bû?
Gaffar Okan di kirasê mîhê de gur bû; gurekî xwînmij!
Gaffar Okan, yek ji endamên lijneya entegrasyonê bû.
Gaffar Okan, yek ji endamên lijneya tirkîyetîyê bû;
bi stratejîyeke zexel a rovîyane hewl dida bi rêya entegrasyonê hemû kurdan di nav çerxa dewleta dagirker de bimehîne, wan bike tirk.
Zimanek!
Olek!
Netewek!
Dewletek!
Loma îroj,
kurdên konfora wan di nav qalibên entegrasyonê de veşartî ye, Gaffar Okan bi bîr tînin û bi çavê CHE lê dinerin.
Hewce ye kurd gurên nav xwe nas bikin.
Û Gaffar Okan gurek bû; bi haweyekî fisgenî xwe li ber dilê kurdan şêrîn dikir.
Gotina Dawî
Kesên îroj Gaffaran bi bîr tînin, sibê zarokên wan ê bi çavê xayîntî li Qasimloyan binerin.