25 Ocak 2022 Salı

hilbijartina kurdî

Êvarî, piştî şîvan...

-Keçê Henîfa, doh li pêşîya dibistanê ez li mamoste qewimîm, hikûmetê dersa kurdî xistiye mufredatê. Mamoste got werin dibistanê ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin. Tu dizanî jixwe, wextê min tune ye, serê sibehê ez ê rabim pez derxim çêrê. Sibê piştî taştêyan here dibistanê, bê çi hewce ye.
-Baş e, ez ê herim.

Sibeh, piştî taştêyan...

-Mamoste, roja te bi xêr. Henêfî ez şandim; nizanim qala ders mersan kir...
-Erê, hewce ye hûn ji bo Felemez dersa kurdî hilbijêrin. 
-Ew çima?
-Îja ew çima! Ew ê fêrî zimanê xwe bibe.
-Te xwelîya ser van sergoyan li serê min kiro! Ma Felemez ji min û te xweştir bi kurdî dizane; rebeno nizane bi tirkî bibêje gûyê min tê! Na na, ji dêvla wê dersê, tu dersa tirkî jê re binivîsîne. Rebeno neelime tirkî, ew ê di hundirê polê de bi xwe de birî.

Evarî, piştî şîvan...

-Ha Henîfa!
-Çi bû Henêfî?
-Vê sibehê tu çûyî cem mamosteyê Felemez?
-Erê, ez çûm.
-Ê?
-Ê ê... Mamoste dikira dersa kurdî jê re binivîsîya, min got na heyran, rebeno xweşikî bi du peyvên tirkî nizane. Dev ji kurdî mirdî berde, tu jê re dersa tirkî binivîsînî!
-Keçê, ma tu himeq î! Mesele ne lawê te bi kurdî dizane yan nizane, mesele serîlêdan e; hejmara serîlêdanan çi qas pir be, ji bo doz û dahwa me kurdan ew qasî baş e. Û ya din jî, her kes mîna lawê te ne bi siûd e, Henîfa. Li bajaran êdî zarok hew bi kurdî dipeyivin; qet nebe belkî bi xêra vê dersê kurd dîsa li zimanê xwe vegerin.
-Kuro Henêfî, min digot qey bira jî tu biaqil î! Ma himeqê mezin tu yî! We dewleta tirko nas nekir û nekir. Yê îroj ji bo desthilatîya xwe dersa kurdî dixe mufredata perwerdeyîyê, sibê ji desthilatîyê bikeve û yekî din bê şûna wî, ew ê han ê jî rabe wê dersê ji mufredatê derxe. Yanî bi kin û kurmancî, hewce ye meriv hay ji dek û dolabên tirko hebe. Piştî girêka xwe bi pişt dixin, gotin û sozên wan hew di bîra wan de tên.
-Êê feylesofa sedsala nehatî, tu çi pêşnîyar dikî, hi ii?
-Kuro, kurd mîna keslanê bin dara xurmê ne. Heger hînî tiştik miştikên biçûk bibin, ji bo tiştên mezintir hew hewl didin; loma jî hewce ye meriv wan ji xewa bêhişîyê şîyar bike û nehêle bên xapandin.
-Yanî çi? Ez ji feraseta te tê nagihêjim. Xweşik ji min re ta bi derzîyê ve ke! Bîst û çar seetan ez di nav pez de me, ez zû li ber nakevim, Henîfa!
-Heyran xwe aciz neke. Heger kurdî nebe zimanê bazarê, bi dersa kurdî, kurd ê qîmet nedin kurdî; hewce ye kurdî pere bike, pere. Ka hikûmeta teres ji bo bazara kurdî çi dibêje? Çi difikire? Kurdî yê çawa wek kar û nan li me vegere? Ji bo vê çi dibêje?
-Hela hela! Ê keçê, kurdî yê çawa bibe zimanê bazarê? Ya feylesof tu yî!
-Heyran, heta em kurd nebin xwedîyê dewleta xwe û wek xelk û alemê dewletek me çênebe, zimanê me kurdî jî nabe zimanê bazarê! Erê, tu wer li ber pez î, lê werê dewam bike, dewlet ê me bi xwe bike pez...