Agirê darêzingên mazî gur bûye, har bûye; tîna wî xwe ji pênc metroyan kifş dike. Di wê sermê de her duyan jî xwe li ber wî agirî xweş kirine.
Silhedîn qutîya xwe ji bêrîka xwe derdixe, du cixareyan dipêçe; yekê îkramî apê xwe dike, yekê jî di nav lêvên xwe de bi cî dike û qutîya xwe digire, dixe bêrîka xwe û bi maşê ji nav êgir pilingekî derdixe.
Ewil wî pilingî dirêjî ber devê apê xwe dike, apê wî cixara xwe pê vêdixe, dû re dibe ber devê xwe, ew cixareya xwe vêdixe û wî pilingî dîsa diavêje nav êgir.
Hilmekê du hilman li cixareya xwe dixe naxe, difitile ser apê xwe, dibêje:
-Ha apo!
Apo jî berê qûna xwe daye êgir, li ser kêlekê piçekî pal daye. Hilmekê li cixareya xwe dixe, dibêje:
-Çi?
-Anuha ez te biavêjim nav vî agirî, her dera te yê bişewite, di nava nîv seetê de heta hestîyên te yê hemû bibin qirik û xwelî, lê...
-Lê?
-Lê tenê dereke te yê neşewite!
Apê wî xwe daye ser kêlekê, pal daye. Xwe dide hev û bimeraq difitile ser Silhedîn, dibêje:
-Ku dera min naşewite, kuro?
-Ka texmîn bike!
Apê wî bi qasî kêlîyekê dikeve nav mitalan, difikire. Di bin simbêlan de dikene, dibêje:
-Qey kîrê min ê neşewite.
Silhedîn serê xwe dihejîne, dibêje:
-Na na. Pozê te naşewite!
Gotina Dawî
Welatê ku xîret lê derketibe parsê, li wi welatî poz hesabê êgir nake!