Ji keçikê re dibêje, "Navê te çi ye?"
Keçik dibêje, "Şengal!"
Û qeşmerî û teresî û bêjîtî dest pê dike...
Ji keçikê wateya navê wê dipirse, keçik jî soromoro dibe, devê xwe xwaromaro dike, dibe "ii û ii"ya wê, lê dike nake nizane wê çi bibêje;
lewra bîra wê şolî ye;
bîra wê şolî kiriye, xwelîser û teresan!
Ji sibehê de ye nizanim ev cara çendan e ez li vîdeoya vê rebenê rast têm;
her yekî li ser tiştek nivîsandîye, bi haweyekî şîrove kiriye.
Lê gelo sûcê kê ye?
Dê û bavê wê?
Derdor û hevalên wê?
Civak?
Yan teresî û xwelîserîya sîyaseta kurdan?
Erê,
sûcê dê û bav jî, sûcê derdor û hevalan jî, her weha sûcê civakê jî heye;
Lê...
Erê, lê sedema esasî anku sebeba bingehîn çi ye?
Heger em berê xwe nedin wê problemê û bi dilsozî neajon ser, tenê em ê xwe û hev bixapînin.
Ev çel pêncî sal in, hûn çi şerî dikin?
Ev çel pêncî sal in hûn çi sîyasetê dikin?
Ma ne ev civak anku ev qonaxa em hatine tê re derketine encama xwelîserîya we ye.
Ne di şer de, ne di sîyasetê de, tu carî we ziman nexist navenda/merkeza xwe û wek problema sereke we ji xwe re nekir xem.
Bi qasî we serê xwe bi biratîya gelan/derewan re êşand,
bi qasî we serê xwe bi demokratîkbûn û demokratîkkirina ehmeqan re êşand,
bi qasî we serê xwe bi entegrasyona konformîst re êşand, we serê xwe bi ziman re biêşanda, îroj ew keçika we ya reben di nav wan teresên kemalîst de nedihetikî.
Herin qerf û tinazên xwe bi zîhnîyeta xwe ya dewşirme bikin!
Herin qerf û tinazên xwe bi wan îdeolojîyên xwe yên pûç û pîç bikin!
Herin qerf û tinazên xwe bi wan fantezî û masturbasyonên xwe yên di ber demokratîzekirina gelên bêjî de bikin!
Herin qerf û tinazên xwe bi wan sîyasetvan û rewşenbîr û hunermendên xwe yên ji tirkan bêtir tirkî xweş û pîrozwer dikin, bikin!
Gotina Dawî
Heger gen genî bûbe, êdî xwelîserî dibe genetîk.
Ev serê çel salan e hûn kurdan dikujin, kurdkokenlîyan zêde dikin.
Mixabin, bila kes negirî û gazinan neke; heger we serê xwe bi sersebeban re biêşandana, encam ê ne ev bûya.