Enwerkê bêrîya zarokan dike û ji bo çûyîna Stenbolê radibe dikeve nav hazirîyekê.
Berî bilêta xwe bibire, telefonî lawê xwe Celal dike bê ka lazimîyek heye tune ye.
Lê wek çawa her kes jê re dibêje, "Enwerkê" ji Celal re jî dibêje "Celalkê"
Celalkê jî piştî jîyîna gund a bi salan, li Stenbolê çav li jîyana fantezî dikeve û ew jî dest bi xwarina nanê bêxwê û tirên şor dike.
Sersal nêzîk e û ji bo pîrozbayîya sersalê ji bavê xwe Enwerkê dixwaze elokekê bi xwe re bîne.
Axir, Enwerkê radibe eloka xwe dixe bin çengê xwe, dihere li bajêr bilêta xwe dibire û xwe dide benda hatina otobusê.
Otobus tê.
Mawên (muavîn) alavên rêwîyan yek bi yek di taqikên baxajê de bi cî dike.
Enwerkê eloka xwe dirêjî destê mawên dike, lê mawên lê ho venade. Taqikên baxacê yek bi yek digire û radibe ser xwe, dibêje:
-Barkirina heywanên sax qedexe ye qedexe, xalo! Ma ne pîkaba gundan e. Hela hela!
Berî otobus bi rê keve, Enwerkê dihere kîloyek qidam (nokên şêrîn) dikire û bêyî mawên bi xwe bihisîne, bi dizî dihere li ser qoltixa xwe rûdine û eloka xwe dixe bin şelwerê xwe.
Otobus bi rê dikeve...
Her cara mawên di nav rêwîyan de dihere û tê, bala wî dikeve pêşîya Enwerkê; pêşîya Enwerkê ji ber elokê nepixî xuya dike. Mawên bi haweyê bibêje "la hewle wela" carê serê xwe dihejîne û devê xwe xwaromaro dike.
Enwerkê jî ew qidam kiriye ji bo di rê de elok ji birçîna nemire. Her ji sê çar deqeyan carekê, carê qidamekê diavêje devê xwe, qidamekê jî diavêje binê şelwerê xwe.
Bala mawên dikişîne. Mawên ber bi wî ve dihere, dibêje:
-Xalo! Gemara xwe (çopa xwe) neavêje erdê.
Enwerkê dibêje:
-Gemara çi halê çi, xwarzê! Ka gemar?
Mawên bira jî li biniya nigên wî dinere, tu gemarê nabîne. Dîsa serê xwe dihejîne û devê xwe xwaromaro dike.
Dibêje:
-Ka hela bixwe bê tu çawa dixwî!
Enwerkê dîsa li xwe mikur nayê. Qidamekê diavêje devê xwe, qidamekê jî diavêje binê şelwerê xwe.
Mawên dibêje:
-Ev tu çawa dikî yaw!
Enwerkê dibêje:
-Talîya talî tu yê min bipeyivînî, haa! Kîrê min qidaman dixwe, qidaman!..
Gotina Dawî
Bi saya ol û îdeolojîyan anuha hin kes ji hin kesan re bibêjin, "kîrê min qidaman dixwe" ew kes ê nepirsin û nebêjin "çawa" ew ê bawer bikin û dikin jî...