Di jîyana rastîn de yên kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, radibin li ser serê civakê dibin masîgir;
yên di emr û heyata xwe de li ser hev deh kitêb nexwendine, radibin li ser serê civakê dibin pisporê rexneyê û zimandirêjîya edîban û edebîyatê dikin;
yên bi şev newêrin ji sikaka xwe derkevin, ji sikaka xwe du sikakan wê de herin, wek kesên bi çargurçik radibin fortan dikin;
yên li ser sîyaset û dîroka sîyaseta cîhanê sê analîzên cidî nexwendine, radibin li ser serê civakê dibin şoreşger û demokrat û welatperwer û pisporê rojevê;
yên ji dê û xwişk û jina xwe re dibêjin "namûs, ehlaq, edeb, adet, û hwd" û nahêlin jin û xwîşkên wan bi tena serê xwe derkevin derve, radibin li ser serê civakê pesnê wekhevîya jin û mêr û azadî û modernîteyê didin;
yên xwe nas nekirine û ji nêrtî û mêtîyê tişt fêhm nekirine bê mêr çi ye, jin çi ye, radibin li ser serê civakê li ser feminîzmê destan û manîfestoyan dinivîsînin;
yên di emr û heyata xwe de li tahma orgazmê nenerîne û bi masturbasyonê mala xwe xera kirine, radibin li ser serê civakê xwe wek kesên herî fantezîst, medenî, modern û rehet nîşan didin;
yên di nav çar dîwaran de asê mane û bi haweyekî monoton tenê rojan li rojan diqulipînin û hemû rojên wan jî dişibin rojeke wan, radibin li ser serê civakê mîna kesên herî sosyal xwe nîşan didin;
yên di malê de gundî ne, radibin li ser serê civakê sola bajarîyan di taqê re diavêjin;
yên her roj li qahweyan bi okey û joker û pinîker dilîzin, lê wextê dibe şev, vedigerin malê, radibin li ser serê civakê dibin pisporê civak û sîyasetê û bi teorî û analîzên xwe hesabê kesî nakin;
yên bi çend "like"an serî li wan dibe cebeşê Amedê, radibin bi wê xwebawerîyê bi çavê sût û sûtikên sikakan li Hegel û Arîsto û Marx û Spînoza dinerin;
yên bîst û çar seetan bi tirkî dijîn û destê wan ji konfora tirkî nabe, wextê mijar dibe kurdî û kurdîtî, radibin berî her kesî hespê xwe dibezînin;
yên newêrin ji tirsa bav û bira û mêrê xwe qala hez û evînê bikin, radibin li ser serê civakê lotikên anarşîst diavêjin;
yên di jîyana xwe ya rojane de homofobîk in û bi gotinên wek "homo-qûnek-top" heqaretê li hev dikin û hevdu pê biçûk dixin, radibin piştgirîyê didin homoseksuelan/nêromêyan û li ser azadîya zayendî/cinsî quretî û megalomanîyê dikin...
Ho romantîkino!
Ho entelektuel û zananino!
Ho şoreşger û welatperwerino!
Ho medenî û modernino!
Ho azadîxwaz û wekhevîxwazino!
Ho fanteztîk û feminîstino!
Gelo twîtter tune bûya, we yê xwe bi çi bixapanda?
Gotina Dawî
Ne di dînan nin, ne jî dînan bera ser xwe din!