17 Ocak 2022 Pazartesi

perwerdeyîya kurdî

Li ber derîyê xwînmijan dernekevin parsa rehm û dilovanîyê.
Ev serê çend rojan e kurdan dest bi kampanyayekê kiriye; 
ji tirkên li ser mirina kurdî xwe çêkiriye, doza mirina tirkan dikin.
Heger tirk li we guhdarî bikin û bi ya we bikin anku wek we bikin, xwe dikujin; heger guh nedin we û wek xwe bikin, gotin û qêrînên we yê wek sloganan li ser zimanan bimînin;
jixwe çi hat serê me û tê serê me, ji ber van sloganên pûç û vala hat serê me-tê serê me!
Gelî ciwanik û ciwamêran!
Heger dilê we heye hûn kurdî di nav kurdan de şîn û şên û geş bikin, berî hûn ê herin destê xwe li ber dijmin û dagirkerên xwe vekin, xwe bi xwe ji xwe bipirsin bê îroj çima kurdî li ser zimanan tenê bûye navgîn û enstrumana quretî û populîzmê?
Pirê kesên doza perwerdeyîya kurdî li dewletê-li dagirkeran dikin bi xwe jî, ne ji dil in û baş dizanin ev daxwaz ê tenê wek daxwaz di ferhenga dijmin de cî bigire û hew.
Ya din jî, 
pirê ji van kesan wek îmana xwe dizanin ji tirkekî bêtir entegreyî tirkî û kultura tirkîyetîyê bûne û kurdî ne xema wan e; derdê wan "Nanê bêxwê û tirên şor in"
We got:
Kurd!
Kurdî!
Kurdistan!
Ji bîr nekin!
Ev dewleta li ser nebûna we ava bûye, ew ê tu carî li we neyê rehmê û xwe û we nekin yek; hûn hûn in û di çavê wan de hûn ne tiştek in û ew jî ew in, xwedî û xwedayê we ne.
Û jixwe heta hûn hûn bin û ew jî ew bin, hûn ê jî, ew ê jî tim doza xwe bikin.
Gavê ew xwe ne, lê hûn çi ne?
Aqil û mentiq weha dibêje:
Kurdî kurdan dike kurd û bi kurdî serjimara kurdan pir dibe; ev jî nayê hesabê dewletê; 
serjimara kurdan çi qasî hindik be, pasafîzekirina kurdan anku asîmilekirin û entegrekirina kurdan jî ew qasî hêsantir e, rehettir e.
Wek min got, ne ez, aqil û mentiq dibêje, 
Loma jî:
-Hewce ye kurd dev ji parsa dijminê xwe berde û xwe bi xwe, bi haweyekî şoreşî dest bi kampanyayên kurdî bikin.
-Hewce ye yên li ser navê kurdan sîyasetê dikin, di qada rewşenbîrîyê de bi çavê rewşenbîrî li xwe dinerin û hespên xwe dibezînin, dev ji quretî û populîzm û megalomanîyê berdin û bi dil û can hewl bidin ji bo pêşketina kurdî.
-Îro ro kurdî li ber sekratê ye û dewlet jî hewl dide bi birçîbûnê kurdan terbîye bikin; 
û kurdên birçî nikarin bibin perçeyekî şoreşê. 
Şoreş, ne bi nezan û xizan û gundîyan; şoreş bi xwende, zana û xwezanan dibe şoreş.
Encam:
-Hewce ye kurdî dîsa li malan vegere.
-Hewce ye kurdî dîsa li kuçe û sikak û kolanan vegere.
-Hewce ye kurdî dîsa li nav sûk û çarşî û esnafan vegere.
Bi kin û kurmancî, hewce ye kurdî li kurdan vegere, 
lê çawa?
Sîyasetvan û rewşenbîrên serê xwe bi entegrebûyîna kurdan re diêşînin û hewl didin bi kurdan Tirkîyeyê pîne bikin, hewce ye serê xwe bi meseleyên sereke re biêşînin.
Ma hewce ye ez ji nû ve ta bi derzîyê ve kim?
Xwe bi xwe dibêjim,
"NA!"

Gotina Dawî
Dev ji gotin û daxwazên populîst berdin, çare çi ye û ev mesele çawa çareser dibe, wê bibêjin!
Ha ji bo zivistanî çend çipik baran li erda we ya zuwa û qelişî bike, we xwe daye benda rehma Xwedê, ha jî ji bo hûn li zimanê xwe xwedî derkevin, we xwe daye benda rehma tirko!..
Aş çûye hûn ketine pey çeqçeqokê!