8 Ocak 2022 Cumartesi

piçekî edebîyat

Hefteya çûyîn min romana Ahmet Altan a nuh xwend.
Ya rast, 
min meraq jî dikir bê ka Ahmet Altan ê bi hestên xwe yên di nava çar dîwaran de bi hevîrtirşê neheqî û zordestîyê stiraye, xwarineke çawa deyne ser sifreya me;
di nava çar dîwaran de hestên wî kedî bûne yan bêtir li xwezaya xwe ya "hov" vegerîyane, li hêvîya vê berhemê bûm.
"Hayat Hanim!"
Berî bi zimanê xwe yê resen bê çapkirin, bi çend zimanên din hatibû çapkirin û vê jî hişt bêtir meraq zêde bibe.
Bêguman Ahmet Altan rewşenbîr û entelektuelekî xurt e; 
tesîra qelema wî zêde ye.
Ez dikarim bibêjim û ne şaş bim, 
min hemû berhemên wî xwendine; 
nizanim belkî yek dudu ji nav lepên min filitîbin; lê ez ji qelema wî ya romantîk û nîverotîk hez dikim; 
bi taybetî jî,
jinê, hest û hîs û daxwaz û arezûya jinê û herweha têkilîyên zayendî bi hostayîyeke serketî dirêse, dihûne û radixe pêş çavê meriv.
Hayat Hanim, berî çap bibe, bi berfirehî deng da; 
ji xêndî Tirkîyeyê, li gelek welatên Ewrûpa û Asyayê...
Berî li Tirkîyeyê bi tirkî çap bibe, li Fransa û Îtalyayê çap bû; 
ne şaş bim nuha li çend welatên din jî ji bo çapa wê hazirîyek heye.
Ji alî edebîyatzanan hat nirxandin; rexneyên erênî bû para wê, 
lê...
ez bi xwe piçekî hêvîşkestî bûm, wek min hêvî dikir nebû; lewra bi min, bi naveroka xwe bi qasî di qada edebîyatê de deng û olan da, li ser min ew tesîr û bandor nehişt; 
nehişt, ji ber ku ev berhem ji romanekê wê de, li dijî neheqî û zordestîyê qêrînek bû jî herweha!
Lê mixabin!..
Dema min ev roman dixwend, bi min weha dihat ez li fîlmekî Çagan Irmak dinerim.
Ji alîyê politîk ve jî,
ji alîyê romantîk ve jî,
ji alîyê hest, hîs û arezûyê ve jî bi min piçekî lawaz û qels hat; 
mîna ji qelema edebîyatvanekî xort derketibe; tahmeke balixane, daxwazeke populîst jê difûrîya.
Û piçekî jî dişibîya fîlmê Netfilxê yê bi navê "Kûlub"; 
him ji hêla têkilîyên xwe yên zayendî ve, him jî ji hêla nerîna xwe ya nerm a politîk ve...
Nizanim, belkî jî pirê kesan jê hez bikin, lê min hêvîya berhemeke kûrtir, berfirehtir û bitesîrtir jê dikir.
Hayat Hanim, ji ber rewşa Ahmet Altan a politîk bi vê xezebê deng da û di qada navnetewî de cî girt, 
loma jî ji romanekê wê de, ev berhem di rengê manîfestoyekê de bû ji bo pirê kesan;
lê manîfestoyeke ji hêvîyê dûr; ne zêde xurt, tesîra wê jî lawaz, mixabin.
Wek min got, 
piştî min ev roman xwend, mîna ez li ber fîlmekî Çagan Irmak binerim û ji bo çend kêlîyan ji derd û kul û pirsgirêkên xwe dûr ketibim... 
erê, eynî min xwe weha hîs kir.
Lê Ahmet Altan, 
di esasê xwe de xwedan feraseteke xurt e û rewşenbîrekî xwedan bext, xwedan ûjdan e.
Bêguman,
ez ji qelema wî ya nêr hez dikim, çendî mêyîtî jê bifûre jî...

Mirina Kalekî Rind!
Ji min re bûye wek adetekê, 
her ji çend salan carê ez radibim kitêbên min berê xwendine, derdixim û dîsa dixwînim.
Wê rojê ji bo testa covîdê ez çûm nexweşxaneyê. 
Ji ber ku min texmîn kir dorê pir be, min ji nav kitêbên xwe kitêbek derxist û bi xwe re bir. Heya dor hat min, hema hema min kitêb qedand; 
pazdeh bîst rûpel man, ew jî dema ez bi otobusê vegerîyam malê, di rê de min xwendin.
Min hemû Kitêbên Mehmet Ûzûn him kurdîya wan, him tirkîya wan xwendine; 
çendî zimanê Rehmetî yê kurdî zêde ne rewan be jî, bi min tahma berhemên wî bi zimanê wî xweştir in.
Lê ez vê jî bibêjim;
her ku bi nav salan de diherim, qelema Rehmetî bi min tahmsarkî tê; wê zewq û kêfa berê jê wernagirim anku jê nastînim.

Ecêba ecêban!
Wê rojê, wextê ji bo testa covîdê ez çûm min nimûne da nexweşxaneyê, mixabin nimûneya min dabû, li labaratuarê wenda dibe, loma jî îroj ji bo testê ez dîsa çûm nexweşxaneyê.
"Xidiro, he ro du ro li viro!"
Rêzdar Devliken Covîd!
Vê carê min kitêbek xalê Luis Borges bi xwe re bir; çendî wek wê rojê dor tune bû jî, heta nêvîyê kitêbê min daqurtand.
Min got nivîskarê xelkê qerase ne, loo!
Lê hewce ye em vê jî ji bîr nekin, 
heger em resenî û hurbûna xwe biparêzin û sînorên vîzyon û zanîn û feraseta xwe berfirehtir bikin, bi serê Reb, em ê jî bikaribin di qada edebîyatê de rep bikin û rep bigerin;
lewra,
ew nirxên vê axa ku em li ser dijîn, têra me û sed û yek bavên me dikin, heger em xwe xurt û jîr û jêhatî bikin; 
çi serpêhatî û bîranîn, çi destan û efsane, çi şer û raperîn, çi sewda û evîn, çi mesele û meselok, çi çîrok û çîrçîrok û çîvanok...
Lê ka aqil, ji qewla dêrikîyên me!