Piştî otobus bi rê ket bi pênc deqeyan du jin lê siwar bûn; yek jê navosere bû, yek jê jî ciwan.
Û ya navosere nixumandî û sergirtî bû, ya ciwan jî bi kincên bajarî û servekirî bû.
Heta ew her du xanim ji otobusê peya bûn jî, ya nixumandî û sergirtî bi kurdî peyivî, ya bi kincên bajarî û servekirî jî bi tirkî lê vegerand...
Wê kêlîyê min çavê xwe li piçek xwelî gerand!
Gotina Dawî
Ne hûn, kurdî ji ber we fedî dike!