Ev malbat, biçûk mezin hemû diz in, serîyê bi birç jî bi ber wan keve, nabêjin na, dibin û avê lê venaxwin.
Malbateke birçî, têrnexwar û bi tima ye; bizanibin bêhna pereyan jê difûre, li helal û heramê napirsin.
Bi navê Xetîbo lawekî wan heye. Berî nuha bi çend salan li hêla Marmarîsê jineke ecnebî nas dike û dizewicin, lê dixin diherin li Polonyayê bi cî dibin.
Xêr û guneh ne di stuyê me de be; gundîyan digot, çi mahr û çi zewac, dostikên hev in.
Axir, zivistanî wek her welatîyên halxweş ev malbat jî ji bo bikin qelî ji xwe re ciwangeyekî dikire, lê ciwange cirnexweş derdikeve. Dikin nakin nikarin pê; qesab li dorê dihere û tê, lê bi ser nakeve. Gazî bêtar dikin, bi haweyekî bêtar derzîyeke hişbir lê dixe û ciwange bêhiş dikeve; piştî bêhiş dikeve jî qesab kêrê dide ser qirikê û serjê dike.
Laşê ciwange ji hev de dixin, goştê xwe hûr dikin, diavêjin binê niqiran û niqirên goşt datînin ser êgir.
Li dora niqiran malîyên malbata xinziro kom dibin; ji hêlekê ve dengê pijîna senfonîya goşt, ji hêlekê ve jî mîna mirîşkan dibe tulxetulxa wan.
Jîrikê malbatê Bazo cênîka xwe dixwirîne û diponije; dû re difitile yek bi yek li malîyan dinere, dibêje, "Erê me ciwangê xwe bi derzîyê bêhiş xist û serjê kir, lê gelo di dînê îslamê de dewara bêhiş tê serjêkirin helal e yan heram e? Ka em ji Mele Birhan bipirsin!"
Malî li hev dinerin, Bazo ji wê nerînê tê digihêje ku hewce ye telefonî Mele Birhan bike û jê bipirsê bê ka goştê dermaleya wan helal e yan heram e...
Mele Birhan ji bo sersaxîyê li şwînekê rûniştîye, bin kon tije însan in.
Li kêleka Mele Birhan Evdikê rûniştî ye; jixwe Evdikê wek rêvîka pey qûna Mele Birhan e, Mele Birhan here kîjan şwînê, Evdikê jî ji bo li kêleka Mele Birhan rûne û li goşt û birinc û hemîsê bixe, Evdikê jî pê re ye.
Telefona Mele Birhan lê dikeve. Piştî du sê dengan Mele Birhan destê xwe diavêje bêrîka xwe, telefona xwe ya Iphone derdixe, telefonê vedike û dide ber guhê xwe; jixwe dengê mîrata Iphonê jî bilind e, wê kêlîyê kî nêzîk be, bi xwedîyê telefonê re li yê telefon kirîye guhdarî dike.
Evdikê jî di bin çengê Mele Birhan de rûniştîye.
-Elo! Ez Mele Birhan. Kerem bike.
-Seyda, ez Bazo Bazo!
-Madem tu baz î, bifire kuro! Ma hîn tu çi dixwazî?
-Haa!
-Henekan dikim, kuro. Ka kerem bike, te yê bigota çi?
(Mele Birhan bi qasî alîyê xwe yê ilmî herweha têra xwe şên e û ji qerf û henekan hez dike)
-Seydayê hêja, me dermaleya xwe serjê kir, lê meseleyek heye!
-Dereke we pê neêşe. Tahma devê we her xweş be, lê şeva we hûr û rêvî da ser, ilmê min jî bigihîninê.
-Li ser her du çavan, Seyda!
-Ka îja kerem bike, mesele çi ye?
-Seyda, ciwangeyê me cirnexweş bû, mûdî bû; me kir û nekir neket zevtê ku em wî serjê bikin. Dû re em mecbûr man, me şand pey beytar, beytar hat bi derzîyê ew bêhiş xist û qesab kêr da ser stuyê wî, ew serjê kir.
-Êê?
-Ê ê! Gelo heram e yan helal e?
Berî ku Mele Birhan bipeyive, Evdikê xwe aciz kir, got, "Weyla te quzê wê xwaro! Dizîya vî welatî dikin, serê bi birç bi ber wan keve, avê lê venaxwin, lawê wan bi jina gawir re zewicîye, heger bira jî mahr û zewac jî hebe; dema tên welêt jî malî yên nêr hemû mîna ciwangan di ser wê jinê re derbas dibin û tew nuha jî ketîye hetirîya helal û heramê. Erê weleh, weyla te quzê wê xwaro!"
Îja meseleya malbata Xinziro û Reîs jî ev e.
Ji hêlekê ve dibêje selef û faîz heram e, ji hêlekê ve jî bi sûreya Nasê serî li misilmanên xwe dike tara bêjingê û di şûna Das Kapîtala Karl Marx de bi Nas Kapîtalê bin xwe tij euro û dolar dike.
Misilmanên wî yên IQya wan di qûna mirîşkê de jî bi rabûn û daketina euro û dolaran rep dikin sist dikin, rep dikin sist dikin; her tim jî dua û şukurîyê jî ji bîr nakin.
Elhemduralahşukur!
Evdilayê me telefon kir; hûn Evdila nas dikin jixwe; hewce nake her carê ez qala wî bikim û wî bidim naskirin.
Got,
"Seyda, doh bi hevalan re em rûniştibûn, mijara me sîyaset û civak bû. Em li ser tirk û kurd û ereban dipeyivîn."
Min got,
"Êê!"
Got,
"Min ji hevalan re got 'Du kesan ji vê civakê baş fêhm kiriye; yek rehmetîyê Azîz Nesîn bû, dudu jî Sedat Peker e."
Ez kenîyam, ew jî kenîya; dû re got,
"Lê tu dizanî Seyda, piştî ez van analîzên te dixwînim, ez dibêjim min neheqî kiriye. Yên ji vê civakê baş fêhm kiriye ne dudu, sisê ne û yê sisêyan jî tu yî."
Min got,
"Wey tu sax bî lo!"
Got,
"Heger rêya te bi Kibrisê ket, soz em ê heval ji te re bi stuyê yekê bigirin û têxin odeyekê; heta destê sibehê li ser sîng û berên wê biçêre!"
Min got,
"A ez ê ji vê ciwamêrî û mêvanperwerîya we re nebêjim na!.."
Û em kenîyan.