18 Aralık 2021 Cumartesi

binivîsîne

Îşev nizanim ez ê çi binivîsînim!
Bêxew im û bi xwe re nabînim bifikirim, tiştekî bînim bîra xwe.
Hefteya ku ezmûnên min hebin, ew hefte ji bo min wek êşkenceyê derbas dibe. 
Di esasê xwe de ez ji xewa zêde hez nakim, lê îmana min ji şîyarbûna serê sibehê dihere.
Baş e ku ez ne karmend im, yan na min ê pê bigirta!
Îroj di otobusê de me, otobus di wê trafîka Stenbolê de hêdî hedî diherike...
Bala min ket pez, 
bibore, 
bala min çû ser rêwîyan; 
serî di ber serî de, ji bo ji birçîna nemirin, li ser nigan in.
Bêrîkên qul 
û serîyên vala, 
ji dilq û mirûzên wan belengazî difûrîya; 
lê ji bo kevirek an jî kulmek ax ji erda dewleta wan kêm nebe, li ser xwe ne, hişyar in.
Bijî ehmeqîya dewletperestî!
Û em!
Li ser pişta çar dewletan mîna çar pîneyan;
lê ne em, di eslê xwe de ew li ser pişta me pîne ne!
De îja ka aqil!
Piştî osmanîyan ber avêt û Tirkîye ji ber çû, ji bilî kurdan, ermen, suryan, laz, çerkez, rom, roman, ereb, avar, çeçen jî hebûn, lê bi demê re ji bilî hin kurdan kêmnetewên din hemû di nav vê çerxê de mehîyan, bi ber bayê asîmilasyonê ketin û ji tirkan bêtir bûn tirk.
Ecêba ecêban jî,
îro ro ji ber kesî bi qasî kurdan bi hev de fis nedikir û zêde nedibû, bi şev û roj kurdan bi hev de fis kirin û kurd û kurdkokenlî li xwe zêde kirin.
Îroj,
ev dewleta xedar, zalim û zilimkar ji kurd û kurdkokenlîyan re maye.
Kurdkokenlîyan çav bera koka her kurdî daye, lê kurd jî li ber xwe didin, ji bo kurdan û kurdkokenlîyan bikin cîran!..
Ka em binerin bê Xwedê dide ca kê!

Gotina Dawî
Roja ez dibêjim ez westîyame û bi xwe re nabînim binivîsînim, ji nişka ve Cibo bi gazî û hewara min de tê û destê xwe li pişta min dixe, ji min re dibêje, "Binivîsîne!"
Ez ne şaş bim, rastîya wê gotinê:
"Bixwîne" bû!