6 Aralık 2021 Pazartesi

şorbe û nîsk

Îroj ez têgîhaştim di navbera jinan û mêrên faris de tu cudayî tune ye.
Haa!
Berî serê min bi jinan re têkeve belayê, ez meseleyê zelal bikim; 
an jî ji dêvla "zelal"kirinê ez dikarim "ta bi derzîyê ve bikim" jî bibêjim!🤔 
Axir, ha zelal bû, ha ta bi derzîyê ve bû, her du jî diherin li derîyekî disekinin.
Te dît jin ji peyvê hez dikin loma, yan na jin taca serî ne, 
lê ka ew serîyê ku biwêre wê tacê bide serê xwe!..🤪
Erê, min ê çi bigota?
Berî ku li ber min bibe pirêze û serî li min û we bibe tara bêjingê, ez kin lê xim û qut bibirim...
Li Uskudarê ez li minîbusê siwar hatim û minîbusa me ber bi Ataşehîrê ve bi rê ket.
Bi min re sê mêrên faris jî li minîbusê siwar hatin; bêguman ji xêndî wan jî panzdeh bîst rêwîyên din...
Haho!
Jan bi serê van farisan keve û kulî bi ser zimanê wan de bimîze!
Ez dizanim nuha hûn xwe bi xwe dibêjin vî Devlikenî dîsa di ser qûşê ra kir; rastîya vê biwêjê, "kulîyan ziman xwar" bû!
Ê baş e, wa ye hûn dizanin çi çi ye û çi ne çi ye!
Ev bêbavên faris, em ji Uskudarê bi rêketine, heta em gîhaştine Ataşehîrê, tenê kêlîyekê jî bêhna xwe venekirin û nesekinîn!
Vit vit vit û vit!
Min heft xwezî bi pîrekên ser tenûran anî!
Erê bi Xwedê!
De îja dîsa nebêjin ev Devliken jî çi celeb însan e! Him bawerîya wî tune ye, li ku rûdine dibêje ez agnostîk im, him jî pizika serê zimanê wî Xwedê ye!..
Guh nedinê, ev mesele di navbera min û wî de ye û ez û midur delalîyên xwe li hev dikin!

Berê jî min bi caran gotîye, biratîya bi tirk û ereb û farisan re jî, cîrantîya bi tirk û ereb û farisan re jî serê wan bixwe!
Vê sibehê, belkî jî vê nîvrojê bû, axir îroj li ser twitterê ez li twitteke Seyda Ahmed Zekî Okçûoglû rast hatim. 
Twitta wî weha bû:
"Heger tirk û ereb û farisan heta nuha bi kurdan re li ser biratîyekê li hev nekiribin, ji nuha şûn de jî nikarin bi hev re bibin bira! Dev ji biratîyê berdin, cîrantîya bi tirk û ereb û farisan re bi xwe jî rîsk û xetere ye!"
Ji sedî sed ez bi te re me û ez jî wek te dinerim, difikirim, Seyda. 
Biratîya wan jî, cîrantîya wan jî serê wan bixwe.
Heger mimkun bûya, min ê bigota ka werin em bi teklîfekê herin nig misilmanên Bosna Hersekê. Em erdên xwe yên di navbera birayên wan ên misilman de mane bi erdên wan ên wê derê ve biguherin û em herin li şûna wan cîwar bibin, ew jî werin li şûna me cîwar bibin.
Bila her teyr bi refê xwe re bifire!..
Lê ne mimkun e, mixabin!
Xuya ye em azad û serbixwe bibin jî, her tim ev berate yê di bin çengê me de bin û em ê bi bêhna wan a berazî û xenzîrî car caran bêhiş bikevin.

Gotina Dawî
Heger rojekê Kurdistan azad û serbixwe bibe, hewce ye em di navbera xwe û tirk û ereb û farisan de bircan lê bikin, mîna bircên Çînê...