20 Aralık 2021 Pazartesi

korona

Dewlet bi xwe bi koronayê ketîye, milet ketîye hetirîya xwe û koronayê!
Ez ne li ser Devlet Bahçelî dibêjim, haa!
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Li nexweşxaneyan bi sedan însan li pey hev di dora testa koronayê de ne.
Jin û jîyan li wan bûye jahr û jan, lê wek her tişt normal e, tenê tirsa wan korona ye.
Bijî pezîzm!

Hulya Avşar got, 
"Hewce bike em ê tenê simîtan bixwin, lê zû dereng emê bi hêsanî ji heq van rojên dijwar derkevin."
Meseleya Hulyayê ne meseleya "Nanê bxwê û tirên şor e" meseleya Hulyayê meseleya gewîbûnê ye; Hulyaya ku tu carî destê xwe ji ava germ dernexistîye û nexistîye nav ava sar, îroj radibe weha quretîyan dike.
"Tirên wê ji cîyê germ e!"
Hin biwêj xweş rûdinin li ser bêesl û bêfeslan.
Lê di esasê xwe de min ji Hulyayê hez dikir; her tim bi çavekî biçûk li tirkan nerîye, dinere!..
Lê bi gotineke weha çima hewce dît xwe li ber çavê însên reş bike, nizanim!
Gelo dibe ew jî stratejîk tev gerîyabe?
Te dît bi qasî Reîs tu kesî bi vê xezebê zirar û xisar nedaye Tirkîyeyê.
Nizanim lê aqilê min ji min re dibêje, gelo dibe reha Hulyayê ya kurd hiştibe Hulyayê piştgirî û destekê bide Reîs, da ku Reîs bihêztir bibe û bi wê hêzê xurttir biajo ser Tirkîyeyê?
Çima na!..
De madem Tirkîye bûye Qeşmerîstan, em jî ji xwe re qeşmerîyên xwe bi wan bikin!
Şeva we bimîne xweş, lê..
Berî hûn ê rakevin, bi tasek av felqeyek simît bixwin; felqeyê din jî bila bimîne ji sibê re; ew jî ji bo taştê...

Gotina Dawî
Das Kapîtal bû Nas Kapîtal!
Li ser ruhê Karl Marx, 
El Fatîhe!