14 Aralık 2021 Salı

emînê dîn

Emîno!
Emînê Dîn!
Ne ku em jê re dibêjin dîn, ew bi xwe ji xwe re dibêje "Emînê Dîn", 
lewra ew dîntîya xwe bi biaqilîya hinekan nade.
Jixwe bi min jî weha ye; 
xwezî biaqil jî bi qasî vî dînî biaqil bûna!..
Hat li ser maseya min rûnişt.
Ez û ew û ew bûn;
lewra carinan ew dibû du kes û ez jî bi du kesan re dipeyivîm; serî li min dibû tara bêjingê.
Min got, "Emîn!"
Got, "Haa!"
Min got, "Emîn, ka ji min re bibêje, tu ji Xwedê hez dikî yan ji Apo?"
Di ser stuyê xwe re fitilî hêla xwe ya çepê, xwe bi xwe pirsî, got, "Ji te re dibêje Emîn! Tu çima bersiva wî nadî, hey himeq?"
Bêdengî çêbû...
Dîsa li wê valayîyê nerî, got, "Erê, Devliken dibêje tu ji Xwedê hez dikî yan ji Apo?"
Bi qasî bêhnekê sekinî, dû re fitilî ser min, got, "Te ji min re got?"
Mîna wî min jî ewil li wî nerî û dû re li wî nerî; ew jî zîvirî, li wî yê ji min û wî ne xuya bû, nerî û dû re dîsa fitilî ser min, li min nerî.
Min got, "Ez di dîn dîyaneta we nim! Ez ji we her duyan re dibêjim!"
Di bin simbêlan de bişirî, got, "Ez ne ji Xwedê hez dikim, ne jî ji Apo hez dikim!"
Min got, "Çima kuro? Ma ne hewce ye meriv ji yekî hez bike!"
Got, "Bi telaq tu ji Xwedê jî hez bikî, tu yê pê bigirî, tu ji Apo jî hez bikî, tu yê pê bigirî! Heger te ji wan hez kir, hewce ye tu kefenê xwe jî bi xwe re bigerînî!"
Garson qedeha çayê danî ber min, qedeha lezoyê jî danî ber Emîn. 
Berî ez şekir biavêjim binê qedehê û li hev bixim, Emîn qedeha çaya min kişand ber xwe, qedeha lezoya xwe jî danî ber min.
Got, "Lezo genetîka mêran xera dike!"