Sibê Mihemed Ronahî kitêbekê binivîsîne û ew kitêb bê çapkirin, bawer bikin ew kitêb ê ji kitêbên wî yên berê betir bê firotin-xwendin!
Derd û armanca min ne ew e ez rabim hinekan wek mexdûr, hinekan jî wek sûcdar destnîşan bikim;
jixwe êdî ev mesele bûye meseleyeke hiqûqî û nuha malbata Evînê jî, sazî û dezgehên xwe berpirs dibînin jî bi haweyekî hûrgulî vê meseleyê dişopînin-taqîb dikin.
Lê...
Hewce ye meriv hin tiştan jî bibêje.
Çi ne ew tişt?
Gelo di vê bûyerê de tenê Mihemed Ronahî ye yê bi qebhet û sûcdar?
Mihemed Ronahî kî ye?
Fîgurekî çawa ye?
Kê û çi hişt ku Mihemed Ronahî bi vê xezebê bi haweyekî neyînî-xerab marjînalîze bibe?
Mihemed Ronahî bi xwe xwest marjînal bibe yan derdora wî ew marjînal kir?
Bi marjînalbûnê Mihemed Ronahî dixwest bigihêje kîjan qonaxê?
Yan jî helwest û armanca wî çi bû?
Mihemed Ronahî bi ber pêlên zroktîyek travmatîk ket an bi ber pêlên xortanîyek çavbirçî?
Ji çavbirçîbûnê qesta min, hest, hez, eşq û têkilîyên zayendî ne.
Ev mesele, ji bilî bûyereke krîmînal, herweha meseleyeke civakî-sosyolojîk e jî; hewce ye meriv bi vî çavî jî lê binere.
Bi qasî Mihemed Ronahî, herweha yên mîna şêxê dergahekê li Mihemed Ronahî dinerîn û li dora Mihemed Ronahî kom dibûn, dicivîyan û li ber gotin û şîret û quretîyên Mihemed Ronahî bi cizbê diketin û şotika girêzê ji devê wan diherikî jî, bi qasî Mihemed Ronahî bi qebhet in, gunehkar in, sûcdar in!
Berî Mihemed Ronahî min Evîn nas dikir û carcaran ku me derfet didît, bi rêya mesangerê me sohbet dikir; du caran rû bi rû jî em rûniştin.
Evîn ne bextewar bû; ji ber rewşa xwe ya sîyasî jî, ji ber têkilîyên xwe yên evînî jî û herweha ji ber şert û mercên aborî jî şikestî bû; derûnîya wê şolî bû.
Lê hewce ye ez vê jî bibêjim; jineke şareza, ji dil, pak û piçekî kawikane bû.
Dema min Mihemed Ronahî nas kir, Mihemed Ronahî bi vê xezebê têk neçûbû û bi vê xezebê ne li berçavan bû jî; bawer im populîzma medyaya sosyal tesîreke mezin li ser kesayeta wî ya hîn jî li xwe digerîya, kir.
Carinan em populîzm û populerbûyînê tevlihev dikin. Hin însan bi hunera xwe, bi berhem û xebatên xwe, bixwazin-nexwazin populer dibin, hin însan jî tenê dixwazin populer bibin û bi rêya wê populerîyê hest û hîs û daxwazên xwe yên qurmiçî, nîvco û şikestî têr bikin.
Ya din jî,
pirê caran em têgehên wek azadî, serxwebûn, anarşîzm û rehetîyê bi haweyekî dejenere dijîn.
Heger kesayet ne têr be û ji her alî ve vîzyoneke xurt tune be, di nav wan têgehan de meriv tenê dibe mîna meymûnekî sîrkan.
Kirasê azadî û serxwebûn û rehetîyê li ser her kesî xweş rûnane!
Û tenê bi xwestinê meriv nabe azad, serbixwe yan jî anarşîst; hin qonax hewce ne, lê herweha gen û genetîk jî girîng e!
Li ser meseleyê:
"Jina qereçî nabe xatûn!" ev biwêj çendî heqaretekê jî di xwe de bihewîne, herweha vê rewşê jî xweş pênase dike.
Azadî ne ew e hema çi hat hesabê meriv an jî çi hat ser zimanê meriv, meriv rabe bike, bibêje.
Erê, azadî xweş e û divê em azadîparêz bin, lê azadî ne ew e, meriv çêr û xeberan bide, heqaretê li însên bike û xwe di çavê jinan de bike zirkîrek!
Hewce ye meriv têgeha azadîyê ji têgeha bêkesayetîyê dûr bisekinîne.
Azadî ne bêkesayetî ye.
Ez bi Mihemed Ronahî re jî rûniştime, bi Evîn Guneş re jî rûniştime û em her sisê bi hev re jî rûniştine;
jixwe piştî em her sê bi hev re rûniştin û em li ser hin meseleyan bi hûrgulî peyivîn û pê ve têkilî jî hat birîn; careke din me hew li hev pirsî.
Têkilîyeke Dejenerebûyî!
Ez bi derûnîya her duyan jî baş dizanim.
Bi qasî wê derdora Mihemed Ronahî ya qirêj, kurmî û ketî, herweha para Evînê jî heye di vê rewşa Mihemed Ronahî ya têkçûyî de.
Li ser meseleyê:
Mîna derdora Mihemed Ronahî, Evîn jî dema li Mihemed Ronahî dinerî, li Mihemed Ronahî guhdarî dikir, li ber quretî û megalomanî û edebîyata Mihemed Ronahî, ji kêfan girêz ji devê wê diherikî û ji ser hişê xwe ve diçû; bi cizbê diket bi haweyekî mirîdane;
wê li cem xwe Mihemed Ronahî pîrozwer kiribû û mîna xwedayekî antîk, mîna Zeus li wî dinerî.
Ha, ev nayê vê mahneyê ku ji ber Evînê zêde qîmet didayê, wî jî li Evînê dixist û çêr û xeber jê re didan, lê qîmetê zêde, bêguman pirê caran tesîreke neyînî jî li kesayetên birçî, nestewîyayî, qop û seqet dike.
Evîn û derdora Mihemed Ronahî ya qirêj, kurmî û ketî hiştin Mihemed Ronahî bi narsîzmeke beradayî xwe jî, derdora xwe jî bilewitîne, bihetikîne!
Û jixwe wer jî kir!
Xwe jî lewitand, derdora xwe ya lewitî jî bêtir lewitand!
Çendî Evînê gazin dikir jî, destê wê ji Mihemed Ronahî nedibû; jintîya wê ketibû pêşîya kesayeta wê jî, ketibû pêşîya dêtîya wê jî, mixabin!
Berî em ji hevdu bixeyidin û li ser platformên dijîtal ez her duyan asteng bikim, ji bo têkilîya xwe ji Mihemed Ronahî qut bike, min jê re bi haweyekî hûrgulî hin tişt gotin, lê bi ya xwe kir û ne guh da min, ne jî guh da keç û malbat û derdora xwe.
Û Evîn mir û çû!
Keça xwe stuxwar û belengaz di bin barekî giran de hişt!
Hêvî dikim rojek berî rojekê bi rehabilîtasyoneke însanî derûnîya keça wê Hêjayê normalîze bibe.
Serê postmodernîzma ehmeq a ku bi sîh û starê modernîzmê neketibû, sax be!
Gotina Dawî
Bi genetîka vê axê lîstin, civakê ber avêt û miletek bi têgeh û îdeolojîyên pûç û beradayî dejenere bû!..