Îşev ez jî xwe eynî weha hîs dikim.
Pir mijar hene ez li ser hûr û germ bibim û binivîsînim, lê mîratê di rewşên weha de meriv bi xwe re nabîne tilîyên xwe bilivîne.
Vê sibehê min du xeberên mirinê bihîstin; xeberên du jinên nas.
Yekê jê jîyan di nav kefa destê xwe de guvaştibû, temenê wê bi ser sedî ketibû; yek jê jî di nav lepên jîyanê de, di temenê xwe yê navosere de hew di bin wî barê êş û janê de pişta xwe rast kiribû û bêyî ku hayê Xwedê ji xwe çêke, fermana xwe bi destê xwe dabû û çûbû.
Pîra Emşa bi çûyîna xwe re ax bi girî ve kir!
Evîn Guneş jî toqa stuxwarî û bêkesîyê xist stuyê keça xwe û koç kir!
Ruhê we şad be!
Û...
Serê yên mayî sax be!