4 Aralık 2021 Cumartesi

mîdye bîra

Ez îroj westîyame, loma jî ji qûna min nayê ez îşev tiştekî binivîsînim.
Ma jixwe ez ji kê re dinivîsînim! Ez û çend beradayîyên mîna min dixwînin û hew! 
Wekî din ne xema kîrê kesî ye te çi nivîsandîye, di nivîsê de te qala çi kiriye; heger te du sloganên saxlem nenivîsandibin!
"Kurmê şîrî heta pîrî!"
Lê ji min re bûye wek adetekê, her şev heta ez çend gotinan di vê rûpelê de li pey hev rêz nekim, kurmê min naşikê!
Kurm qurm qul kir!
Kurm qurm qul kir!
Kurm qurm qul kir!
De ka sê caran li ser hev û bi lez bibêjin...
Axir, berî ez gotin motinên tewşemewşo nekim, ez herim serşokê destekî li serê xwe bixim û serî biavêjim xewê, rakevim.
Li herêma me "destliserîxistin" di şûna serşuştinê de tê gotin.
Bi min gotineke xweş e û hur bi kurdî ye; hewce ye her kes bi kûrahîya me nizanibe; hin qalib hene, tenê kurd dizanin û jixwe divê tenê kurd bizanibin.
Li ser meseleyê:
"Liberxweketin" Tenê kurdekî xemxwir dikare ji vî qalibî fêhm bike.
Loma,
kurdên bi kurdî mezin dibin û kurdên dû re kurdî nas dikin û bi kurdî xwe mezin hîs dikin, ne yek in.
Heger we fêhm nekir an jî hûn tê negîhaştin bê ez dibêjim çi, fermo, kerem bikin herin ji felsefevan Alî Gurdilî bipirsin, bila ew ji birîna we ya hûn nizanin ji ber çi jan dide re bibe derman an jî dermanekî bibîne.
Haa!
Heger we rêya xwe bi ser mala Seyda Alî Gurdilî xist û we li derîyê wî kir gurmînî, ji kerema xwe re ji bo min vê pirsê jî ji wî bikin:
-Erotîzm felsefe ye yan felsefe bi xwe rengekî erotîzmê ye?
Dilê min heye ez pirseke din jî jê bikim, lê guh nedinê, ka hûn bersiva vê pirsê ji min re bînin, bi xêr kengî rêya min bi Îzmîra xopan ket, rû bi rû ez ê bi xwe jê bipirsim di bin ambîanseke felsefîk de...
Belkî em du qedeh şerab jî bi hev re vexwin; herweha wê kêlîyê heger du xanim jî li nig me bin, ambîans ê piçekî ber bi romantîzm û erotîzmê ve jî here.
Ya bi xêr!
Lê jixwe Îzmîr ji bo min qiblegeha romantîzm û erotîzmê ye!
Ax ax! Karşîyaka, Alsancak, Balçova, Bornova...
Û mîdye, bîra!..

Gotina Dawî
Xewa min hat, ez herim ji xwe re rakevim; belkî bi rêya xewnekê ez herim bibim mêvanê karxezalekê, li Îzmîra xopan!